Li bajarê Düsseldorfê çalakiyeke hunerî û rewşenbîrî ya pir dewlemend  hat lidarxistin

Li bajarê Düsseldorfê çalakiyeke hunerî û rewşenbîrî ya pir dewlemend hat lidarxistin

,

A+A-

Rêber Hebûn


Li bajarê Düsseldorfê di dîroka 19.07.2026'an de, çalakiyeke hunerî û rewşenbîrî ya pir dewlemend  hat lidarxistin.

 Ev çalakî ji aliyê Kombûna Zanyarên Azad ve hatibû amadekirin, ku armanca wê xurtkirina hevkariya afirîneran, piştgirîkirina berdewamiya çandî û avakirina pireke qayim a di navbera Ronakbîran de, dûrî her cûre herêmgerî û aliyên siyasî yên partiyetî.

​Di vê şeva hunerî de, hunermend navdar Dep,  Apo Mîrzan û Mehfûz Botanî  gelek stranên kurdî yên resen û folklorî pêşkêş kirin.

 Her du hunermendên hêja, Apo Mîrzan û Navdar Dep, bi taybetî li ser herêma Serhedê û hin stranên dimlikî parçeyên  herî xweş û kûr pêşkêşî amadebûyan kirin û wek her car jêhatîbûna xwe nîşan dan. Ev aheng bi xebat û hewldanên nivîskar   Rêber û Hebûn rêvebirê Kombûna Zanyarên Azad serkeftî bi dawî bû.

​Ji bo dîtina van bîranînên xweş û guhdarîkirina li muzîka resen, vîdyoyê heta dawiyê temaşe bikin!

​Hashtags:

#Aheng #ZanyarênAzad #KombûnaZanyarênAzad #ApoMîrzan #NavdarDep #MehfûzBotanî #StranênKurdî #Folklor #MuzîkaKurdî #Serhed #Düsseldorf #Çand ûHuner #KurdishMusic #KurdishCulture

1dcdbfcc-de79-4c5b-9496-7acd06aba488.jpeg

 

69c2fc0b-0557-46ea-b6be-2f8eb6e8c2ae.jpeg324c368d-8159-4303-8fea-45c19c6aa32e.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin