Gelemşeya pêşwazîkirina têgihan ya kurmanciyê

Gelemşeya pêşwazîkirina têgihan ya kurmanciyê

.

A+A-

Dilawer Zeraq

Pêşwazîkirin, an jî bi gotineke biwêjî, “Çûna pêşiya (yekî an jî tiştekî)”, di çalakiya xwe de du kirinên sereke û berbiçav bi cî tîne.

A yekê: Di lihevrasthatinên pêşî de, qebûlkirina (di heman demê de jî bersivdarî û hewandina) heyîn an jî diyardeya ku ji hêla hember tê.

A duyan: Di lihevrasthatinên pêşî de, xweraberkirina bo heyîn an jî diyardeya ku ji hêla hember tê.

Di leqayîhevhatiên bi vî rengî de, tiştê herî diyarker, nasyarî û nenasyariya her du heyînan an jî diyardeyan e.

Kurmancî; wek zaravaya mezintir ya kurdî, bi taybetî li bakur, ji ber ku digel perwerdehiyê, ji gelek tiştan bêpar maye û bandora zimanê tirkî ji zimanên din (erebî, farisî, îngilîzî, fransî û hwd.) cudatir li serê bûye, di leqayîhevhatinên min behs jê kirî de, gelek gelemşeyên girêkî lê diqewimin.

Pêşwazîkirina ku pêwîst e kurmancî; ji her du aliyên min li jor destnîşankirî ve, di gavên pêşî de, amade be ji qebûlkirin û xweraberkirinê re û pêwîst e bi naverok û hewana xwe ya çandî, gelêrî, dîrokî û wateyî ve; sembol, nîşanek û sînyalên xwe yên ji “zimanê çandî, zimanê çalak yê rojane, zimanê ramînê, wateyên mecazî, kontekstî û metaforî” bide der.

Lê belê, ji ber kartêk û dongiyên bêparmanê kurmancî hin caran; an li xwe heyirî dimîne, an ji ber fireh-kontekstiyê tê de dimîne an ji ber bayê modernîzmê metaforên gelêrî ji fonksiyoneliya xwe (dûr) dikevin an jî ji ber lihevnekirina zana û bikarhênerên wê; kurmancî di warê têgihdarî û peydekirina bergind û naverokên taybet ve, pirî caran wekî ku têr nake xuya dike.

De îcar, gava avakirina têgihekê ya di ser mentîq û watedariya tirkî re dikeve nav vê gelemşeya geremolî, êdî mesele yekcar bi dest ve nayê.

Bikarhêner û zanayên kurmancî di vî warî de bi sê refleks û reaksiyonan bi pêş de tên. a) Beşek jê, naxwazin ji bo têgihekê an jî wateyeke metaforîk tu peyveke nû bê peydekirin û dixwazin bila di nav peyv û watedariyên peyvên kurmancî de bergind bê peydekirin.

b) Beşek jê, dixwazin bi qasî gengaz e, bila peyvên nû bên çêkirin da ku ‘wate-şehitîn’ di derbiranê de çênebe û têgih û wateyên mecazî, pêreyî yên peyvan li nav hev nekevin.

c) Beşek jê, dixwazin çi gava hewce kir, bila li gorî rewşê her du rê û rêbaz jî bên bikaranîn.

Ez bi xwe, wekî nivîskarekî, piştgirê fikra beşa ‘c’yê me û li ser wê fikrê me û dibêjim; her du beş û tercîhên ‘a û b’yê, kurmanciyê teng dike û pêkanîna wan her du dîtinan dike ku zerengî, hewînerî û rengûawayê kurmanciyê xuyanî neke. Û di hin caran de jî, hem tevlihevî hem nerastiyên berbiçav hem jî lihevnekirinên beloq derdikevin rastê.

Yek ji wan lihevnekirinên beloq, peyva ‘peywend’ê ye ku nizanim cara pêşî ji alî kê ve, wekî berginda peyva ‘context (îng.)-bağlam (tr.)’ hat bikaranîn û bi taybetî di biwara nivîsarên akademîk de, mîna ku ji gelek aliyan ve şax lê hatibe xistin, zûzûka berbelav bû.

Her çend, peyva ‘peywend’ê -ya ku ez ê bo vî qasî, ji bo wate û hewana wê ya çandî û wateyên wê yên esasî û pêreyî, du ferhengên soranî û du ferhengên kurmancî wekî çavkanî daynim rastê-* mîna ku ber li xwe firehkirî û berbelavbûyî xuya dike jî, hê jî, gelek kesan û nivîskaran, peyva ‘peywend’ê, wekî berginda naveroka têgihî ya peyva ‘contekst’ê bi kar neaniye û ew qebûlkirina ku min ji serî de bi kurtasî pênase kir, xweşikî pêk nehatiye û ev rewşa hanê li ser gengeşeyê ye.

Helbet hêja ye di nivîsareke taybet de, li ser vê peyvê -û belkî li ser çend peyvên dîtir yên têgihî- bê sekinandin û ji alî “wateya naverokî, wateya gelêrî, wateya kargînî (fonksiyonelî), wateya teşeyî, wateya bibîrxistinî” ve hûrgerî di wan de bê kirin û were nîşandan; peyva ‘peywend’ê, li ser ‘wateya teşeyî û wateya bibîrxistinî’, ji ‘bağlam’a tirkî hatiye anîn û li peyva ‘context’ê hatiye mînandin û bi vî halê xwe ne durist û bikeys e.

Wekî gotina dawî, dixwazim bêjim; ji bo ku di siberojê de, peyvên me yên bi awayekî ‘xeletî menşûr’ berbelavbûyî zêdetir nebin, pêwîst e; nivîskar û (belkî) pisporên dîsîplînan, bi pêrgîçûneke wêrek û bi kurmanciya xwe bawer, bi awayekî bi pergal nivîsaran binivîsin û di vî warî de dîtin û zanînên xwe ji hev re rave bikin da ku kêm zêde fikr û dîtineke hevpar derkeve rastê.
 
* Ferhengên çêlhatî ev in:

1) Gîw Mukriyanî, (Ferhenga Kurdî-Kurdî), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê,

2) Mihemed Salih Pêndrozî (Cegersoj), Ferhengî Peyvî (Kurdîya naverast-Kurdiya Jorîn),

3) Ferhenga Kamêran, (Kurdî-Kurdî), Weşanên Spîrêz

4) Zana Farqînî (Kurdî-Tirkî), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. 

Çavkanî:GazeteDuvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin