
MÊRDÎN - Gundê Haxê di lîsteya geştyariyê ya cîhanê de ye
.
Rêxistina Geştyariyê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (UNWTO), gundê Haxê yê navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê wekî yek ji "Gundên Herî Bedew ên Geştyariyê" yên cîhanê destnîşan kir.
Rêxistinê ev biryar di 17ê Çiriya Paşîn îsal de li bajarê Hojouyê yê Çînê, di çarçoveya 5emîn pêşbirka xwe ya sala 2025an de eşkere kir.
Ji nav 270 gundên ku ji seranserê cîhanê serlêdan kiribûn, 52 gund ji 29 welatan hêjayî xelatê hatin dîtin.
Ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, li gel gundê Haxê, gundê Akkaya yê Muglayê, gundê Barbaros ê Îzmîrê û gundê Kaleuçagiz ê Antalyayê jî ketin lîsteyê.
Dîroka kevnar a Haxê bala cîhanê kişand
Gundê Haxê yek ji gundên herî kevnar ên Suryaniyan ên Herêma Torê ye.
Li gorî zanyariyan, dîroka gund vedigere berî zayîna Hezretî Îsa.
Yek ji remzên sereke yên gund, Dêra Meryem Anayê ye ku dîroka wê digihîje 2 hezar salan û ji aliyê Mesîhiyên cîhanê ve girîngiyeke mezin dibîne.
Bunyamîn Aydin, yek ji şêniyên Suryanî yê gundê Haxê ye li ser dîroka gund got:
"Hax gundekî gelekî kevn e. Belkî hezar û du hezar sal berî Îsa Mesîh jî ev gund hebû.
Piştî ku Îsa Mesîh hat dinyayê li ser navê Meryem Anayê ev dêra kevn hat avakirin.
Em dikarin bêjin ku li cîhanê yekem dêra ku li ser navê Meryem Anayê hatiye çêkirin ev dêr e.”
"Piştî xelatê dê geştyar zêdetir bibin"
Gundê Haxê bi vê dîroka xwe ya kevnar xelata navneteweyî wergirt û Şaredarê Mîdyadê Veysî Şahîn jî di merasima li Çînê de xelat stand.
Mixtarê Gundê Haxê Hebîb Dogan hêvî dike ku bi vê xelatê re hejmara geştyaran zêde bibe û got:
"Piştî ku li Çînê gundê me xelat wergirt, ez bawer im ji îro û pê ve dê ji Asyaya dûr ji Çîn, Kore û Japonyayê ziyaretên ji bo gundê me zêdetir bibin.
Her roj ziyaret zêde dibin, ji ber wê jî kêfa me gelekî xweş e."
Niha salane zêdetirî 10 hezar geştyar gundê Haxê ziyaret dikin lê tê payîn ku piştî vê xelatê rêje gelekî zêdetir bibe.
Rêberê geştyariyê Yuhanna Durmaz jî li ser eleqeya ji bo gundê Haxê wiha got:
"Ji Amerîka û welatên Ewropayê tên, gelek kes ji nav Tirkiyeyê jî tên.
Em dikarin bêjin salane kêm zêde 10 hezar kes tên gundê Haxê. Ez bawer im ji îro û şûn ve çûn û hatin dê zêdetir bibe.”
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin