
HAT NÛKIRIN - Komîsyonê encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê eşkere kirin
.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li Bexdayê di civîneke rojnamegeriyê de encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê eşkere dike.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn hatin kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku rêjeya beşdariya giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji sedî 56,11 e.
Li gorî encamên ku hatin eşkerekirin, Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê ya bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî herî zêde deng standin û bû yekem.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi derbaskirina milyonek dengî, li Herêma Kurdistanê bû partiya yekem.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku doh hatibûn kirin, di civîneke rojnamegeriyê de li Bexdayê eşkere kirin.
Li Bexdayê Sûdanî bû yekem
Li Bexdaya paytexta Îraqê Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê ya bi serokatiya Sûdanî bû yekem, Partiya Teqedûmê ya Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî bû duyem û Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî jî bû sêyem.
Sûdanî li parêzgehên Necef û Kerbelayê jî di rêza yekem de cih girt.
Li Mûsil, Hewlêr û Dihokê PDK bû yekem
Li Mûsilê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piraniya dengan stand û bû partiya yekem.
PDKyê li Hewlêr û Dihokê jî piraniya dengan stand û bû partiya yekem.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê bû yekem û li Hewlêrê jî bû partiya duyem.
Helwestê surprîz kir
Hevpeymaniya Helwestê ya bi serokatiya Elî Heme Salihê ku ji Tevgera Goranê veqetiyabû û cara yekem beşdarî hilbijartinan bû, li Hewlêr û Silêmaniyê surprîzeke mezin kir.
Helwestê li Silêmaniyê 3 û li Hewlêrê jî 2 kursî standin.
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî li Silêmaniyê 2 û li Dihokê 2, bi giştî 4 kursî standin.
Tevgera Nifşê Nû ku di hilbijartinên borî de 9 kursî standibûn, vê carê tenê 3 kursî standin û di rêza pêncem de cih girt.
Li Kerkûkê Kurdan kursiyek ji dest da
Li Kerkûkê ku di Parlamentoya Îraqê de bi 13 parlamenteran tê temsîlkirin (yek jê kotaya Xiristiyanan e), Kurdan kursiyek ji dest da.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 178 hezar û 629 dengan 4 kursî standin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi 59 hezar û 294 dengan kursiyek stand.
Li Kerkûkê Teqedûmê 3, Eniya Tirkmenan a Yekgirtî ya Îraqê 2, Hevpeymaniya Erebî 1 û Hevpeymaniya Ezm jî kursiyek standin.
Di hilbijartinên 2021ê de, Kurdan 6 kursî (YNK 5, PDK 1) standibûn.
Parêzgehên din
Li Besrayê Hevpeymaniya Tesmîmê ya Parêzgar Esed Îdanî bû yekem, Lîsteya Sadiqûnê bû duyem, hevpeymaniya Sûdanî bû sêyem û hevpeymaniya Malikî jî bû çarem.
Li Enbar û Selahedînê partiya Mihemed Helbûsî bû yekem.
Li Diyaleyê Tevgera Bedrê ya Hadî Amirî bû yekem, partiya Helbûsî bû duyem û Hevpeymaniya Siyadeyê ya bi serokatiya Xemîs Xencer jî bû sêyem.
Îhtimal heye ku Kurd bi kotaya jinan li Selahedîn û Diyalayê jî kursiyekê bistînin.
Encamên li gorî parêzgehan:
Li Bexdayê rêjeya beşdariyê ji sedî 48,76 bû.
Ji sedî 99,2yê dengan hatine hejmartin.
Hejmara giştî ya dengderan: 4 milyon û 359 hezar û 490 kes.
Hejmara dengderên ku deng dane: 2 milyon û 125 hezar û 800 kes.
Hejmara kursiyên partiyên Kurdan a li Parlamentoya Îraqê
PDK: 26
YNK: 17
Helwest: 5
Yekgirtûya Îslamî: 4
Nifşê Nû: 3
Komel: 1
Li Mûsilê 3 partiyên ku herî zêde deng standine
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 189 hezar û 120 deng
Teqedûm (Mihemed Helbûsî): 157 hezar û 283 deng
Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê (Mihemed Şiya Sûdanî): 146 hezar û 728 deng
Li Bexdayê 3 partiyên ku herî zêde deng standine
Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê (Mihemed Şiya Sûdanî): 411 hezar û 26 deng
Teqedûm (Mihemed Helbûsî): 284 hezar û 35 deng
Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî): 228 hezar û 103 deng
Li Hewlêrê li gorî partiyan hejmara kursiyan
PDK: 9
YNK: 3
Helwest: 2
Nifşê Nû: 1
Li Mûsilê hejmara kursiyên partiyên Kurdan
PDK: 6
Hevpeymaniya Gelê Nînowayê (bi YNKyê re): 2
Hevpeymaniya Doza Êzidiyan: 1
Nifşê Nû: 0
Li Silêmaniyê li gorî partiyan hejmara kursiyan
YNK: 9
Helwest: 3
PDK: 2
Nifşê Nû: 2
Yekgirtûya Îslamî: 2
Komel: 1
Li Dihokê li gorî partiyan hejmara kursiyan
PDK: 9
Yekgirtûya Îslamî: 2
Li Kerkûkê li gorî partiyan hejmara kursiyan
YNK: 4
Teqedûm (Mihemed Helbûsî): 3
Eniya Tirkmenan a Yekgirtî ya Îraqê: 2
PDK: 1
Hevpeymaniya Erebî: 1
Hevpeymaniya Ezm (Musenna Samerayî): 1
Li Bexdayê li gorî encamên fermî hejmara dengên partiyan
Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê (Mihemed Şiya Sûdanî): 411 hezar û 26 deng
Teqedûm (Mihemed Helbûsî): 284 hezar û 35 deng
Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî): 228 hezar û 103 deng
Hêzên Niştimanî: 138 hezar û 802 deng
Tevgera Sadiqûnê (Qeys Xezelî): 128 hezar û 79 deng
Hevpeymaniya Ezm (Musenna Samerayî): 127 hezar û 832 deng
Bedr: 116 hezar û 545 deng
Hevpeymaniya Siyadeyê (Xemîs Xencer): 109 hezar û 574 deng
Hevpeymaniya Esasê (Muhsîn Mendelawî): 104 hezar û 88 deng
Li Bexdayê li gorî partiyan hejmara kursiyan
Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê (Mihemed Şiya Sûdanî): 18 kursî
Teqedûm (Mihemed Helbûsî): 10 kursî
Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî): 8 kursî
Tevgera Sadiqûnê (Qeys Xezelî): 4 kursî
Hevpeymaniya Siyadeyê (Xemîs Xencer): 4 kursî
Hîkme: 4 kursî
Hevpeymaniya Ezm (Musenna Samerayî): 3 kursî
Bedr (Hadî Amirî): 3 kursî
Hevpeymaniya Esasê (Muhsîn Mendelawî): 3 kursî
Ebşir Ya Îraq (Huseyîn Hemûdî): 2 kursî
Tevgera Hiqûqê (Nêzîkî Hizbulahê): 2 kursî
Hasm el-Wetenî (Sabit Ebasî): 2 kursî
Bedîl (Alternatîf): 2 kursî
Îşraqet Qanûn: Kursiyek

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin