
PWK: Hilbijartinên Iraqê Bila Li Başûrê Kurdistanê Bibe Destpêka Yekrêzîya Nav Mala Kurd
.
Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê roja 11.11.2025an de, li Iraqêû Başûrê Kurdistanê hate li dar xistin.
Hilbijartin, di demeke ku rêvebirîya Bexdayê bi siyaset û planên li dijî kurdan, dorpêçeke piralî danîye ser HerêmaKurdistanê û dixwaze destkeftîyên federalî yên HerêmaKurdistanê lawaz bike hate li dar xistin.
Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, bêtir ji bo temsîla kurdan ya li navçeyên di nav madeya 140î de xwedî cihekî gelek girîngû taybetî ye. Kurd li van navçeyan çiqas zêde deng werbigrindê li Bexdayê jî destê wan ewqas xurtir bibe. Bêgûman birêjeyeke baş beşdarîya hilbijêrên li Kurdistanê jî ji bomeşrûîyet û xurtbûna Herêma Kurdistanê xaleke gelekî girînge.
Mixabin, di vê hilbijartinê de li navçeyên di nav madeya 140îdimînin de partîyên kurdan bi lîsteyên cuda cuda beşdarîhilbijartinê bûn û beşdarîya kurdan li gorî hilbijartinên berêkêmtir bû. Ev yeka jî bi tayebetî li Kerkûkê bû sebebê ku kurdli gorî hilbijartinên berê hinek kursîyên parlamenterîyê ji dest berdin, kursîyên xwe kêm bikin. Aşkereye ku wêneyaderketîye holê, rewşa rastîn ya Kerkûkê îfade nake, lê dilê her kurdekî diêşîne.
Her çiqas vê encama ku li Kerkûkê derketîye holê dilê kurdan biêşîne jî li Mûsilê kurdan serkeftineke baştir bidest xistin. LiDîyalayê namzeda jin ya kurd bi kotaya jinan hate hilbijartin. Li Bexdayê jî kurdan dengekî baş bidest xistin. Ev jî cîhêdilxweşîyê ye.
Lê heger partîyên kurdan li navçeyên madeya 140î bilîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinê bibûna dê serkeftinekehîn baştir bidest bixistina. Herweha bi taybetî dê li Kerkûkêew encama ku dilê kurdan êşand rûnedabûya. BêgûmanKerkûk li gorî bajarên din yên daxilî madeya 140î ne, xwedîgirîngîyeke taybetî ye.
Li gorî sîstema hilbijartinê ya heyî, bi eynî hêjmara dengan, libajarên Iraqê, ji bajarên Herêma Kurdistanê zêdetirparlamenter derdikevin. Ev jî li himberî îradeya dengderên liHerêma Kurdistanê neheqî û bêdadwerîyeke mezin di navaxwe de dihewîne. Heger sîstema hilbijartinê ya li Bexda, Necef û bajarên din yên Iraqê hate bikaranîn li bajarênHerêma Kurdistanê jî bihata bikaranîn, li gorî hejmara dengênku wergirtine, dê hejmara kursîyên parlamenterîyê yênpartîyên kurdan bi kêmanî %30 ji yên nuha zêdetir bûna.
Teva vê sîstema hilbijartinê ya bêedalet û teva hemû plan û kiryarên li dijî kurdan jî li bajarên Herêma Kurdistanê, bi hemûpêkhateyên xwe ve gel di atmosfereke ewle, aram û biawayekî demokratîk çûne ser sindoqê û dengê xwe dan. Ev jîcîhê pesn û dilxweşîyê ye. Em gelê xwe yê BaşûrêKurdistanê pîroz dikin.
Her çiqas kurd ji encamên hilbijartinê yên li Kerkûkê xemgînbûne û li hinek bajaran rêjeya beşdarbûna dengderên kurdkêm bûye jî teva hemû bêdadwerî û kiryarên RêveberîyaBexdayê û partîyên ereban yên li dijî kurdan, em PDK ya kubi rêjeya dengên wergirtî û hejmara parlementerên xwe ve liKurdistanê bû partîya yekemîn pîroz dikin. Herweha em YNK ya ku li Kurdistanê bû partîya duyemîn û hemû partîyênKurdistanê yên ku li Kurdistanê bûne aktorên lidarxistinahilbijartineke demokratîk pîroz dikin. Em bi taybetî jî HêzênEwlekarîyê yên Herêma Kurdistanê yên ku ji bo bi awayekîewle hilbijartin pêk bê roleke esasî lehîstine pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku hemû partîyên Kurdistanê bi hişmendîyekeneteweyî, niştimanî, dê bi alîyên erênî jî neyênî jî encamênpêwîst ji vê wêneyê ku di vê hilbijartinê de derketîye holêderxînin.
Em hêvî dikin ku hemû partîyên Kurdistanê, li Bexdayê biyekrêzî, yekhelwestê û wek nûnerên gelê Kurdistanêtevbigerin; li destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanêxwedî derkevin, rê li ber sîyaseta Bexdayê ya dorpêçkirina liser Kurdistanê bigrin û ji bo guhertina sîstema hilbijartine ya ku li himberî Herêma Kurdistanê ji pîvanên wekhevîyê dûr û bêedalet e; ji bo bicîhanîna Qanûna Bingehîn ya Federal û Madeya 140î xebateke berhemdar û encamgir bimeşînin.
Herweha em hêvî dikin ku di demeke herî kurt de, bibeşdarîya PDK, YNK û partîyên din yên mimkun be, hikûmetahevbeş ya Herêma Kurdistanê bê damezrandin û ji boyekkirina hêza peşmerge û ewlekarîyê, aborî û dîplomasîyêya Herêma Kurdistanê gavên pêwîst benê avêtin. 14.11.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin