STENBOL - Di roja mirina Ataturk de govend gerandin: 2 kes hatin desteserkirin

STENBOL - Di roja mirina Ataturk de govend gerandin: 2 kes hatin desteserkirin

.

A+A-

 Li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê, du karker bi hinceta ku di salvegera mirina Mustafa Kemal Ataturk de "bêrêzî" kiriye, hatin desteserkirin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de tê dîtin ku 10ê Çiriya Paşîn di dema lêdana sîrenan a ji bo bibîranîna Ataturk de, 2 karker li ser înşaetekê govendê digerînin.

Piştî belavbûna dîmenan, polîsan ew her du karkerên ciwan desteser kirin.

Hat zanîn ku kar û barên karkeran ên li birêvebiriya ewlehiyê didomin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal 10ê Çiriya Paşîn demjimêr 09:05an ji bo bibîranîna Mustafa Kemal Ataturk sîren lê didin û jiyan ji bo xulekekê radiweste.

Li hemû saziyên dewletê, dibistanan û li ser rêyan xelk ji bo rêzgirtinê radiweste.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin