Mihemed Hesko

Mihemed Hesko

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Êzîdî...û Derewa Perestvanîya Şeytên!?

A+A-

Dr. Mihdî Kakeyî

Wergêr: Mihemed Hesko (birasoz)

 

Ji destpêka afirandetîyê de mirov, Şeytan bi çend navan peyda kirîye, ji ber ku ji diyardeyên xwezayî di tirsîya ku gefê li jiyana wî bike, wek tarîtî, erdehêj, volqan, lehî, bilêc, birûskan û dijwarîya zivistanê, her wiha giyanewerên kûvîyên dirinde û nexweşî, birçîbûn û mirin, hîşt ku xwedawendê wan hebin, qurbanîyan jê re pêşkêş bikin,da ku lêwerin dilovaniyê û diltenek bin, ew jî bi dûrxistina xirabî û metirsiyên wan e. Her wiha mirov ji xwe re xwedawendên xêrxwaz afirand, nûneratiya diyardeyên erênî dikin, wek ronahî, tarîtî, bihar, çandinî, av û çinîna berhemên çandinîyê û hin tiştên din ku jê sûdmendbûn, û ew xwedawend pîroz dikir û jê re cejn û festival jî li dar dixist, wek ji hatina wan re bixêr hatinê bike.

Bi dirêjahiya demê re, mirov her bi xwedayê xêr û şer re pêbend ma, ji ber ku Zeredeşt nave Ahoramezda li xwedayê xêrê(xêrxwaz) kir û nave Ehrêmin jî li xwedayêşer(xirabîxwaz) kir, û Cihoyan(yahodîyan) jî bi vê yekê berdewam kir, ku paşê Xiristanîyan û Mislimanan jî, ev yek jê wergirtin. Bawermendên ola Yezdanî jî, ji vê yekê xwe dûrxistin, û bawerî bi xwedayekî tenha kirin, ku bi xwe xêrxwazê herdemî ye, û ew xweda ronî û dildarî û hezkirin e, mirov dildarê wî ye û ew jî, ji mirov hezdike û dildarê mirov e, û tu gef û gurên xweda bi sotandin û êşkence danê mirovî jî, tune ne, çawa afirender wê kur û keçên xwe bi sotîne û êşkence bike!? Mirov jî, bi xwe wê ne nankorê afirendeyê xwe be, ne ku jê ditirse an jê bi sawe, lê belê ji ber ku jêhez dike, ji ber vê yekê mirovê Yezdanî di jiyana xwe de bextewar e, ji ber ku bi hizra sawa sotandin û êşkence dana piştî mirinê re na jî, lê belê hizra mirinê bi xwe li cem wî nîne, ji ber ku piştî mirinê cane wî bo mirovekî din tê veguhestin û dibe mirovekî din, û di jiyanê de berdewam dike, û ev diyarde li ba Êzîdîyan bi (kirasguherîn) tê bi nav kirin, ji ber vê yekê mirin li cem Êzîdîyan wek guhertina kincan e, û ev diyarde li ba Yarsanîyan jî, bi (donawdon) tê bi navkirin, wate ve guhestina can piştî mirinê bo mirovekî din e, ku jidayîk dibe, ji ber vê yekê Yarsanî dibêjin: ``mirina mirov wek avjenî an bi ser avketina ordekê ye, li vira avjenîyê dike, û di der han re der tê``.

Ola Êzîdî jî, şaxeke ji ola Yezdanî, ji ber vê yekê, ne tenê Êzîdîne perestvanên Şeytên in, lê belê hebûna Şeytên di ola wan de nîne, ji ber ku hiş û lojîka wê romana ku dibêje, afirandina Şeytên û nankoriya wî ji afirander re ret dikin, ji ber ku eger hebûna Şeytên hebiwa, wê demê ew afirîneyê xwedaye, û wê nikribe nankoriya afirendeyê xwe bike, û a firende jî, bûne werekî şerxwazna afirîne û bi ser ademîzade de jînasepîne, da ku hana ademîzade bide, ku nankoriya afirêner bikin, û karên pîs û xirab encam bidin, ji ber ku afrêner ji afirandeyên xwe hez dike û xirabiyê ji wan re naxwaze, û wî hiş daye wan da ku di bijardeyên xwe yên rojane de, çi bijardeyên baş bin, û çi bijardeyên xirabin, serbest û azad bin.

Hin olan Şeytana firandin da ku bihuş tû dojehê bi afirînin, ew jî, ji bo tirsandina kesên ku nankoriya fermanê nafiren derdikin û fermanên xweda bi cih nakin, ji ber ku di wê serdemê de, tu hikûmetên bihêz nebûn ku yasayan derbike, da ku sînûrekî ji mirov re destnîşan bike, ku karên xirab encamp nede. Di ola Êzîdî de, afirêner xêrxwazê bêdawî ye, û hiş daye mirov da ku wek bixwaze bijî, ji ber vê yekê di ola Êzîdî de, Şeytan ew kese ye ku, rêya nexêr xwaziyê û xirabiyê hilbijartiye û tawanan dike… ew Şeytan e!?

Derbarê dîroka gunehbar kirina bawermendên ola Êzîdî(Êzîdî, Yarsanî û Helawî şaxên sereke yên ola Yezdanî ne) bi perestvanî kirina Ehrêmin- Şeytên, vedigere bo serdema Zeredeştiyan û di serdema Sasanî de, ku ola Zerdeştî wek ola fermî ya dewleta Sasanî hat pejirandin. Bawermendên ola Yezdanî jî, di heyama desthilata Sasanîyan de, tûşî komkujiyê bûn û gunehbarkirina wan bi perestvanî kirina Şeytên bi hîztir berdewam kir. Ev derew ji Sasanîyan bo gelên din ên herêmê hat belavkirin, lewira ji aliyê Xiristîyanan û Misilmanan ve jî , Êzîdî bi vê yekê dihatin gunehbar kirin.

Di dîroka nûjen de jî, di navîna çileyên sedsala bîstan de, keşe Enistans El-kermilî bi pêvekirina gunehbariya perestvanîkirina Şeytên bi Êzîdiyan ve, xwedî roleke mezin bû, paşê dîrok nivîsê Îraqî Ebdulrezaq El-husnî wî jî, ev gunehbarî bi Êzîdîyan vekir, û ji wê demê ve, ev derew bêhtir belav bûye!

Derbarê nave Tawos de jî, ew bi xwe, ji nave xwedawendê Somerîyê kevnar Dimûzî hatiye, ji ber ku tîpa(m) ya di vîna vî de bo tîpa(w) hatiye veguhestin û tîpa(d) bo tîpa (t) hatiye veguhestin, ev yek jî li gorî rêzika zimanê Kurdî ye, lewira bû (tûz). Li vir, em dibînin ku, ev nav tu pêwendiya wî bi balindê Tawos re nîne, lê belê ew nav yê xwedawendê Somerî ye. Eger em çîroka afirandina gerdûnê di olên Êzîdî, Yarsanî û Helawî de berwar bikin,  ew yek wê derkeve holê, ku her wekî çîroka afirandina gerdûnêya Somerî ne. Wiha diyar dibe ku, baweriyên şaxên pêşînîyên Kurdên Xorîyên ku berîya 3000 sal berîya zayînê li Kurdistanê jiyane, û baweriyên wan wek baweriyên Somerîyane yên ku beriya 5 hezar sal beriya zayînî hebûn. Hêjayî gotinê ye, ku Mîtrayîtî jî, şaxeke ji ola Yezdaniya ku gelên Arî beriya Xiristiyanîtiyê pê bawer dikirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar