Rubio ji Sûdanî re got: Divê Heşdî Şebî demildest bê çek bibe

Rubio ji Sûdanî re got: Divê Heşdî Şebî demildest bê çek bibe

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re got, “Divê Heşdî Şebî demildest bê çek bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di pêwendiyeke telefonî de ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwest çekdarên Heşdî Şebî bêçek bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Rubio û Sûdanî hewlên Amerîkayê yên ji bo temamkirina peymanên bazirganî yên li Îraqê gotûbêj kirine.

Rubio ji ber ji nû ve destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Sûdanî kir.

Rubio da zanîn ku ziman ku hinartina petrolê dê ji bo Îraq û Tirkiyeyê û kompanyayên Amerîkayê bi sûd be.

“Çekdar gefê li serweriya Îraqê dixwin”

Yek ji rojevên serekî yên gotûbêjan, çekdarên Heşdî Şebiyê bûn ku bi gotina Rubio Îran piştgiriya wan dike.

Rubio xwest ku Heşdî Şebî bi lez were bêçekkirin û diyar kir ku ew kom serweriya Îraqê lawaz dike, gefê li jiyan û karên Amerîkayiyan û Îraqiyan dixwin, her wiha çavkaniyên Îraqê ji bo Îranê talan dikin.

Rubio pêbendbûna Amerîkayê ya ji bo xebata nêzîk a bi hevkarên xwe yên Îraqî re ducare kir.

Hat diyarkirin ku armanca vê hevkariyê bipêşxistina berjewendiyên hevbeş ên wekî parastina serweriya Îraqê, bihêzkirina aramiya herêmê û xurtkirina têkiliyên aborî ye.

"Divê pêngavên yekalî neyên avêtin"

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku di pêwendiya bi Rubio re de "domandina hewlên hevpar ên ji bo çespandina hevparîya kûr û piralî ya di navbera her du welatan de ya di warên siyasî, aborî, çandî, ewlehî û leşkerî de" hatiye gotûbêjkirin.

Sûdanî ducare kiriye ku Hikûmeta Îraqê pêbendî "bipêşvebirina pêkanîna rêkeftin û lihevkirinên ku di mehên borî de hatine kirin e, bi taybetî jî yên girêdayî berfirehkirina pêwendiyên aborî, bipêşxistina jîngeheke veberhênanê ya balkêş û amadekirina zemînê ji bo veberhênan û kompanyayên Amerîkayî yên li Îraqê."

Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî bal kişandiye ser wê yekê ku "pêwendiyên dostane yên di navbera Bexda û Washingtonê de li ser bingeha diyalogeke avaker û pêwendiyeke berdewam a bi rêya kanalên cuda ne."

Serokwezîrê Îraqê her wiha bal kişandiya ser "pêwîstiya dûrketina ji her pêngava yekalî ya li derveyî çarçoveya pêwendî û şêwirînê."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin