
Mazlûm Ebdî: Em dixebitin ku xelkê Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê û Girî Spî vegerînin
.
A+A-
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku ew niha di danûstandinên ligel Şamê de, hewl didin hemû xelkê resen ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi awayekî rûmet vegerînin cih û warên wan.
Ebdî ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re da xuyakirin ku hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên beriya niha di nav HSD û Asayîşê de cî girtine û ji ber hin sedeman neçar bûne derkevin derveyî Sûriyeyê jî êdî dikarin vegerin û ciwan dikarin vegerin ser erkên xwe yên berê.
Ebdî destnîşan kir ku ew niha li ser dixebitin ku di demeke herî zû de gelê Kobanî, Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî yên vegerînin ser cih û warên wan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin