Qubad Talebanî: Rakirina dorpêça li ser Balafirgeha Silêmaniyê dê têkiliyan xurt bike

Qubad Talebanî: Rakirina dorpêça li ser Balafirgeha Silêmaniyê dê têkiliyan xurt bike

.

A+A-

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku rakirina dorpêça li ser Balafirgeha Silêmaniyê dê têkiliyan bi Tirkiyeyê re xurt bike.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan qebûl kir û di civînê de çend mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Konsulê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî di civînê de amade bû.

Qubad Talebanî ji bo destpêkirina geştên asmanî yên di navbera Silêmaniyê û Tirkiyeyê de spasiya hikûmeta Tirkiyeyê kir û got:

"Ev gav dê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de xurttir bike."

“Encamên hilbijartinan dê bandorê li çareserkirina pirsgirêkan bikin”

Qubad Talebanî di beşeke din a civînê de behsa hilbijartinên parlamentoya Îraqê jî hat kir û hêvî xwest ku pêvajoya hilbijartinê bi awayekî paqij û bêkêmasî were meşandin û asta beşdariya xelkê di hilbijartinê de bilind be.

Qubad Talebanî her wiha got ku hilbijartin bi taybetî ji bo xelkê Herêma Kurdistanê girîng in û encam dê bandorê li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêmê û Bexdayê de bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin