
Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Lîberal ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji bo peywendîyên bi hinek partîyên Swêdî û li dar xistina hinek semîneran li Swêdê ye.
Di çerçoweya vê seredanê de, roja 21.10.2025ê, li Parlamentoya Swêdê, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Seroka PWK Komîteya Swêdê Seval Mert, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Zinar Soran û endamê Komîteya Swêdê ya PWKyê Tahsîn Aslan li gel nûnerên Partîya Lîberal ya Swêdê Fredrik Malm û Joar Farsell hevdîtinek pêk anîn.
Partîya Lîberal ya Swêdê nuha di Parlamentoya Swêdê de bi grûbekê tê temsil kirin.
Fredrik Malm, Parlamenterê Partîya Liberal e. Herweha Serokê Komisyona Perwedeyê, Cîhgirê Komisyona Civakî, Komîsyona Yekitîya Ewropayê, Komîsyona Aborî, Komîsyona Berevanîyê, Komîsyona Kulturî, Komîsyona Xwezayê, Komîsyona Bacê, Komîsyona Civakî, Komîsyona Sîgortaya Civakî, Komisyona Trafîkê ye.
Joar Farsell, Parlamenterê Partîya Lîberal e. Herweha Serokê Yekitîya Ciwanên Partîya Lîberal, Berdevkê Komîsyona Karûbarên Derveyî Welêt, Cîhgirê Komîsyona Yekitîya Ewropayê, Komîsyona Kulturî, Komîsyona Berevanîyê, Endamê Delegasyona Parlamana Swêdê ya ji bo Meclîsa Parlamenteran ya NATOyê ye.
Heyeta PWKyê di derbarê çareserîya pirsa kurd û Kurdistane, daxwazên acîl ên miletê Kurd, doza girtinê ya di derbarê PWKyê; li ser rewşa Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê agahdarî da û di van waran de bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Heyeta PWKyê bal kişand ser helwesta Dewlet Tirkîyeyê ya ku şerh danîye ser gelek peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye û pêwîstîyên wan bi cîh nayne.
Heyeta PWKyê di derbarê ‘’pêvajoya nû’’ ya ku nuha li Tirkîyeyê tê meşandin, agahdarî da û bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Heyeta PWKyê, girîngî û rola gel û Dewleta Swêdê ya di derbarê piştgirîya mafên neteweyî yên miletê Kurd anîn zimên û bal kişand ser wê yekê ku Dewleta Swêdê û dewletên Ewropayê divê bi awakî xurtir piştgirîya mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî yên miletê Kurd bikin.
Heyeta Partîya Lîberal ya Swêdê jî derbarê siyaset û xebatên partîya xwe yên di warê mafên miletê Kurd û pêkanîna demokrasîya li Tirkîyeyê de anî zimên.
Heyeta PWKyê û heyeta Partîya Lîberal ya Swêdê girîngî û berdewamîya peywendîyên herdu partîyan anîn zimên.
Civîna heyeta PWKyê û heyeta Partîya Lîberal ya Swêdê di atmosfereke samîmî û berhemdar de bi dawî hat.
Hevdîtinên Serokê PWKyê yên li gel partîyên Swêdî û semînerên wî dê berdewam bikin.
22.10.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin