Laş û bermahiyên Îsraîlê û yên Enfalê

Laş û bermahiyên Îsraîlê û yên Enfalê

.

A+A-

Arif Qurbanî

Piştî du salan ji şerekî giran û xwînawî, di çarçoveya planeke Serokê Amerîkayê Donald Trump de nola şerekî neqediyayî, li Şerm Şêxa Misirê, Îsraîl û Hemasê li hev kir ku dawî li wî şerê xopan ê di navbera xwe de bînin.

Tevî ku ne Hemas ne jî Îsraîlê karîbû hemû armancên xwe yên ji destpêkirina vî şerî bi dest bixin jî her du alî jî xwe mîna aliyê serketî dibînin. Bê guman, di her lihevhatinê de eger aliyên pirsgirêkê xwe wekî serketî bibînin, ev nîşana pêbendbûna bi lihevhatinê ye.

Ji hêleke din ve, her du alî jî dizanin ku heger şer ji nû ve dest pê bike, guvaş û zextên li ser wan dê zêdetir bibin. Hemas di bin zexta hêz, tank û topên Îsraîlê de ye û Îsraîl jî di bin zexta îzolebûna di nav civaka navneteweyî de ye. Loma, bi her mantiqê, divê ti alî meyla wê yekê neke ku ev lihevkirin têk biçe.

Lê belê lihevkirina ku hîn jî di qonaxên xwe yên destpêkê de ye û ti xal û benda wê bi temamî nehatiye pêkanîn nêzîk e ku têk biçe. Sedema wê jî girêdayî termên wan dîlgirtiyan e ku 7ê Çiriya Pêşin a 2023yan de ji aliyê Hemasê ve hatin revandin û di heyama van her du salan de di girtîgehên Hemasê de mirine.

Li gorî peymana di navbera wan de, divê Hemas di pêngava yekem a piştî agirbestê de, hemû dîlgirtiyên sax û mirî radest bike lê Hemas vêga dibêje, termên çend dîlgirtiyan ne li ber dest in û divê em li wan bigerin heta ku bên dîtin.

Netanyahu jî vê yekê wekî hinceta xwevedizîna Hemasê dibîne, lewra gefê dixwe ku eger lihevkirin gav bi gav wekî ku wan li ser li hev kiriye neyê bicihanîn,ew dê êrişên xwe ji nû ve bidin destpêkirin.

Tiştê ku dixwazim li ser biaxivim û bi me Kurdan re bidim ber hev, mijara bermahî û terman e. Îsraîl, tevî ku dizane vî şerê Xezeyê çi qas zirar daye pêgeha welatê wê di nav civaka navneteweyî de, ji destpêka bûyeran ve û wekî encameke êrîşên Hemasê yên 7ê Çiriya Pêşîn, piraniya welatên cîhanê piştgiriya Îsraîlê kir û tolhildana ji Hemasê wekî mafekî rewa yê Tel Evîvê didîtin.

Lê piştî du salan ji şer, ji bilî Amerîkayê ti welatê din ê Rojava ku berê dost û hevpeymanên Îsraîlê bûn, li pişt wê neman. Ne tenê wisa, tewra ketin çepera dijî Îsraîlê û pêşengiya kampanyayeke navneteweyî ji bo misogerkirina mafê naskirina Dewleta Filistînê kirin.

Îsraîl dizane ku piştî van bûyeran, bi ji nû ve destpêkirina êrişên xwe yên li ser Xezeyê, dê di nav civaka navneteweyî de zêdetir bê marjînalkirin û piştevanên Filistînê dê zêdetir bibin lê çawa ku li ser çend dîlgirtiyan di heman demê de şerê çend welatan bi hev re kir, Sûriye, Libnan û Xeze wêran kir, bê guman li ser çend jêma û terman jî amade ye ji nû ve dest bi şer bike.

Îsraîl ji roja ku heye ve qîmetekî giranbiha dide welatiyên xwe. Bi dehan caran qewimiye ku bi hezaran dîl û girtiyên Filistînî di berdêla leşkerekî Îsraîlî yê tenê de berdane.

Ev yek, eger ji aliyekî ve ji bo nîşandana bêqîmetiya dijminên wê be, ji aliyekî din ve jî gihandina wê peyamê bûye ku qîmeta Cihûyekî bi sed qatan ji qîmeta Erebekî zêdetir e. Loma, niha tê çaverêkirin ku li ser berma û termên çend dîlgirtiyan şerekî xwînawî bide destpêkirin.

Di nav me Kurdan de, îdyomeke nerast li ser xeyseta civaka Kurdî bûye mal ku tê gotin "Kurd zindîkuj û mirîperest in." Dibe ku ew beşa wê rast be ku em Kurd ji bo hev zindîkuj in lê ne rast e ku em mirîperest bin.

Eger em xema miriyên xwe bixwin, çarenivîsa jêma û termên bi deh hezaran jin, zarok, keç, kur, pîremêr û pîrejinên me dê ne bi vî rengî bûya ku em vêga li çolistanên Îraqê dibînin.

22 sal in Kurd li Îraqa piştî Sedêm, li Bexdayê xwedî pêgeh û desthilat in. Dikarîbûn bi hêsanî destê xwe bigihînin her bosta axa Îraqê û xwedî şiyan, îmkan û agahî bûn derbarê berma û termên bi deh hezaran jin û zarokên Kurd, yên ku di serdema Sedam de hinek ji wan bi saxî hatibûn çalkirin û hinek jî bi komî hatibûn gulebarankirin.

Eger hesta herî sade ya berpirsiyariyê li hemberî jêma û termên wan ezîzan hebûya, diviyabû heta niha hemû vegerandibana nav meriv û xizmên wan.

Lê ne tenê ev nekirine, posta herî bilind a Îraqê ku serokkomarî ye, di destê Kurdan de ye, hejmarek xortên Kurd parêzvanên serokkomar bûn û berî 10 salan ji aliyê komên çekdar ên Îraqê ve hatin revandin, heta niha Kurdan nekariye wan parêzvanan vegerînin, êdî dê çawa laş û termên Enfalê vegerînin? Ev nîşana kêmsehkirina Kurdan ji aliyê Kurdan bi xwe ve ye!

Bi hezaran keç, jin û zarokên Êzidî sala 2014an li Şingal û derdora wê ketin destê terorîstên DAIŞê. 8 sal in ku dawî li desthilat û xîlafeta DAIŞê hatiye û cografyayeke bi navê cografyaya DAIŞê nemaye lê heta niha çarenivîsa zêdetirî 2000 keçên Kurd ku ji aliyê DAIŞê ve dîl hatibûn girtin nediyar maye.

Ji bilî meriv û xizmên wan, di nav vî qewmê Kurd de, hejmara kesên ku xema çarenivîsa van keç û jinên dîlgirtî ku kirine cêrî dixwin, dibe ku ji hejmara jinên revandî bi xwe kêmtir be.

Armanca min ji vê berawirdkirinê ew e ku divê gelê me, bi xelk û desthilata xwe ve, hişyar bibe ku di nav çi rewşa xirab de ye. Gava tu bi xwe qîmet nedî xwîna xwe, kes ne amade ye qîmet bide te.

Ti gel û desthilat bi qasî Kurdan li hemberî endamên xwe ne xemsar e. Diviyabû şerê desthilatdarên Kurd bi Bexdayê re li ser xwîna wan bi deh hezaran Kurdan bûya ku heta niha jî termên wan nadin me lê diyar e bi nêrîna serkirdeyên Kurd, dahat û petrol, sermiyanekî girîngtir e ji mirovan û niştiman.

Ev danberhev ne tenê bi Îsraîlê re, eger em xwe bi Erebên Xezeyê re jî bidin ber hev, ji bo me cihê şermezariyê ye. Binêrin, du sal in Îsraîl bi agir û hesin daberiziye canê Xezeyê, wek tê gotin heta niha 70 hezar kes ji wan kuştine, ji sedî 90 ji bajarên wan wêran bûne û nema ji bo jiyanê bi kêr tên.

Xelkê wê çendîn caran koçber û derbider bûye, piraniya serkirde û çekdarên Hemasê hatin kuştin. Ti kesî nebihîst ku fermandarekî leşkerî yan siyasetmedarekî biçûk ê Hemasê daxuyaniyekê bide û bibêje, "Werin em bajêr teslîm bikin da ku avahiyên bajêr hilneweşin."

Lê demeke dirêj di ser 16ê Çiriya Pêşîn û çîroka teslîmkirina Kerkûkê re derbas nebûye û heta niha jî hin kes wê wek şanaziyê difiroşin me, ku "me Kerkûk ji ber wê yekê teslîmî Heşd û artêşê kir da ku mal û xaniyên wê wek ên Mûsilê hilneweşin."

Gelekî bindest, xakdagîrkirî û çewisandî ku bi vî rengî li azadiyê binêre, dê her û her bindest bimîne. Gelekî ku bi xwe qîmet nede xwîn û ruhê xwe, dê her dem ji aliyê gel û miletên din ve erzan û bêqîmet bê dîtin!

Çavkanî:  Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin