Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê Tirkiye Têkeve Bin Îzolasyonê

A+A-

Li Sûriyê şerê îqtidarê heftsalîya xwe derbas kir.

Di destpêkê de şerekî navxweyî bi dînamîk û alîkariya derve destpê kir. Her ku çû hêzên îslamîst daketin qada şer û bingeh ji şerê wekaletê re çêkirin. Hemû aktorên navdewletî û yên herêmê; raser neketin nav şer. Li gor berjewendiyên xwe, kontrola şer girtin destên xwe û ev hêzên li ser axa Sûriyê wek hêzên wekaletê ji xwe re bikar anîn.

Bi alîkariya van aktoran pir çek hatin herêmê û pere hatin rijandin. Hêzên paramilîter ên dewletan di nav şer de cihên xwe girtin. Şerê Suriyê yê îqtîdarê ket asteke wisa ku ti elaqa wê bi guhertina sîstem an jî îqtîdara BAASê re nema.

Kuştin, talan, bikaranîna çekên kîmyewî li ser axa Sûriyê ket asteke metirsîdar. Li Sûriyeyê nêzî 11 hezar mirov koçber bûn. Ji vê borana mirovî û biqirêj tevgereke terorî wek DAIŞ derket û şerê navxweyî yê Sûrİyê li herêmê belav bû. Iraq û Başûrê Kurdistanê jî xist bin bandora xwe. Aktorên navdewletî mudaxaleyî bandora DAIŞ kirin. Ev çar sal e li hember DAIŞ, an jî bi sebeba hebûna bandora DAIŞ li herêmê bi balansa siyaseta herêmê têt lîstin.

Di geşkirin û êrîşkariya van hêzên wek DAIŞ, El-Qaîde, El-Nusra, hêzên Selef û Cîhadî de rola Dewleta Tirk pir zêde bû. Rusya û Îran jî piştgiriya Îqtîdara BAAS û Essed dikir. Piştî ku di bibandorkirina DAIŞ de rolê Dewleta Tirk derket hole; di destpêkê de Tirkiye û Rusya hatin hemberî hev. Lê ev têkilîyên tirkan piştî demekê bi Rusya û Îranê re vegeriyan asteke dostane. Rusya pirsgirêka Kurdistanê li hember Tirkiyeyê bikar anî û Tirkiyeyê jî di nav bloka Rusya û Îranê de cihê xwe girt. Helbet ev çiva Tirkye ya li cem Îran û Rusya ne çiveke normal bû. Derdê Tirkiyeyê ew e ku kurd li herêmê nebin xwedî bidestkeftin û nebin xwedî dewlet. Rûsya jî ev ji xwe re bikar anî.

Tirkiye endamê NATO ye, hevalbendê Ewrûpa û Emerîka bû. Li cem Rûsya cihgirtina tirkan bi xwe re li herêmê guhertin jî anî. Destê Rûsya û Îran xurt kir. Ev jî bû sebeb ku Sûrî û îqtîdara BAASê careke din xwînê bigire û ew deverên ku ji dest çûbûn bipaş de vegerîne. Li hember vê jî rê dan tirkan ku tirk seranserê rojavayê Firatê dagir bikin. Çavê xwe ji karesatên tirkan ku bi serê kurdan bînin re girtin û rê dan Tirkiyeyê ku eşkere li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê dijminatiya kurdan bike.

Emerîka û Ewrûpa ev helwesta Tirkiyeyê baş nenirxandin, an jî bibalkêş li ser guftûgo nehat kirin. Emerîka û Ewrûpa tênegihiştin ku têştên berê ne mumkun bûn, lê niha wê bikevin asteke erênî. Bi dehsalan e Tirkiyeyê li hember Sowyetê roleke tamponî û stratejîk a NATOyê meşand. Lê Sowyet ji hole rabû û pir têkilî û berjewendî hatin guhertin. Rûsya nû û bihêz derket ber me.

Di vir de guherîna hevaltiya tirkan ji Emerîka û Ewrûpa re jî yek ji wan e. Di vê guhertina Tirkiyeyê de divê Emerîka û Ewrûpa siyaseta bi tirkan re di berçavan re derbas bikin. Hêzeke bi raqîbên wan re dost, ji wan re nabe partnereke stratejîk. Divê siyaseta Emerîka û Ewrûpa bi tirkan re ji asteke dostane derkeve û têkeve stratejiya îzolasyonê. Heta ku Emerîka û Ewrûpa li ser siyaseta bi tirkan re xwe zelal nekin, wê her berjewendiyên wan li herêmê têkevin bin metirsiyê. NATO Dostaniya Emerîka û Ewrûpa a stratejîk bi Tirkiyeyê re ketiye bin bandoreke şikestinê. Pir wargehên leşkerî yên NATOyê, hevkariya îstîxbaratî li Tirkiye ketine bin bandoreke xerab. Mecbûr in ku vê dostaniya stratejîk bi Tîrkiyeyê re careke din di bin çavan re derbas bikin û di vî warî de li dostên nû bigerin. A rast ew e ku Tirkiyeyê êdî ne ji bona NATO, ne ji bona Emerîka û ne ji bona Ewrûpayê dost e. Ketiye asteke dijminane a bibandor. Ev jî li herêmê berjewendiyên Emerîka û Ewrûpayê dixe bin metirsiyê.

Her ku diçe ev aktorên navdewletî ji ber van guhertinên stratejîk ên herêmê tên hemberî hev. Li Sûriyê şer ji asta wekaletê derketiye û hêdî hêdî ber bi rolekî nû ve diçe. Ev rol jî van aktoran mecbûr dike ku bi hêzên xwe di herêmê de cih bigirin. Ev jî du aktorên mezin tîne hemberî hev.

Bi guhertina vê siyasetê re, guhertina siyaseta herêmê ji bona van aktoran wê derîyekî erênî ji siyaseta kurd re jî veke. Parastina statukoya herêmê, bandoreke neyênî li ser siyaset û hêviyên têkoşîna rizgariya kurd û Kurdistanê dike. Destên aktorên herêmê wek Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê xurt dike. Ev jî parastina berjewendiyên Rûsya, Tirkiye, Îran li hember Emerîka û Ewrûpa bi xwe ye.

Li seranserê Kurdistan, tevgera Kurd û Kurdistan mecbûre li gor stratejîyek netewî û Kurdistanî guhertinan tomar bike. Stratejîyek dewletbûnê derxe pêş û li gor vê stratejîyê dostên xwe, têkilîyên xwe saz bike. Ji têkilîyên bi dijminan xwe biparêze û xwe ji xizmet û bandora neyênî rizgar bike.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin