Selîm Acar

Selîm Acar

Hemû nivîsên nivîskar >

Dîtinek ji dûr ve di derheqa çalakî û xebatên Tifaqa Welatperwer û Demokrat de

A+A-

Di dawiya hîva adarê ya 2019an de, dê hilbajartina şaristaniyan, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê pêk bê. PAK (Partiya Azadiya  Kurdistanê), PSK (Partiya Sosyalistên Kurdistanê û bi kesên welatparêz ên Kurdistanî re yekîtiyak bi navê ”Tifaqa Welatperwer û Demokrat” ji bo hilbijartina şaristaniyan pêk anîn, li çend bajar û bajarokan berandamên xwe yên hevbeş bi resmî nîşan dan, wek Amedê, Mêrdînê, Mûşê û Batmanê.

Şîara wan a sereke pir zelal bû “Ne Xendeq û ne jî Qeyûm!” Rêya sêyan pêşkêşî gelê Kurdistanê kirin. Di her hilbijartinan de gelê Kurdistanê mahkûmî du hêlan dibe, ya partiya pergela dagerker (ku niha bi Qeyûma tê nasîn) an jî partiya integrasiyona bi Tirkiyê re (ku bi Xendeqa tê bi lêv kirin). Kurdistanî bi wan du diwaran hatiye pêçandin. Tifaqa Welatperwer û Demokrat dixwaze wan her du divaran hilweşîne û derfeta rêyek dinê bide pêşiya gelê Kurdistanê. Kurdistanî û welatparêzên ne bi vê tifaqê re ne bi gumanî li vê tifaqa Kurdistanî mêze dikin, bi tirs in û bi dudilî  nêzî vê tifaqê dibûn. Ev herdu pirs derdiketin pêş. Gelo ev tifaq ji hêla pergela dagerker re xîzmetê nake? Pirsa din, gelo ev tifaq dikane bi serfketin be, an jî dikane ji bin vî barê giran rabe?

Bê gûman pirsa yekem ne pirsek bi mantiq e. Gelê kurd ne mahkûmê hêzekê ye. Gelê kurd jî wek her gelên nûjen û hevçerx pir reng e û pir deng e. Ji ber vê yekê bes tercîha hêzekê ne rewa ye. Pir rengî û pir dengî yek ji wan bingehê hevçerxa demokratik e. Tifaqa Welatperwer û Demokratîk jî rengek e û dengek e. Bi xwe armanceke vê tifaqê jî Kurdistaniyan ji mahkûmbûna ”Xendeqan” û ”Qeyûman” azad bike û derzekê li vî diwarê li gelê kurd hatiye pêçandin,  bide, an jî wî diwarê kevnare hilweşîne. Yên Kurdistaniyan mahûmî ”Xendeqan” û ”Qeyûman” dikin ew nikaninin nûjen, hevçerx û demokrat bin. Bi kurt û kurdî gumanina di derheqa Tifaqa Welatperwer û Demokrat de  bê bingeh e, pûç e û ji diristiyê dûr e.

Lê dibê ez vê yekê jî îşaret bikim ku nerînek dinê jî heye ku bi kurtayî, dibêjin ”ne pêwist e, ku kurd beşdarî hilbijartinan bibin ji ber ku hilbijartin hilbijartina dewleta dagerker e! Dibê em hilbijartinan boykot bikin!” Ew serxwebûn xwaz in û ji bo wê tê dikoşin. Ez dê bi vê nerînë re nekevim gengeşiyê lê ez ê vê yekê bêjim, ev nerîn nerîneke cidî ye, dibê siyaseta kurd bi kûrî li ser vê nerînê rawest e. Ew kesên vê nerînê diparêzin bi gelenperî welatparêzên resen in. Tifaqa Welatperwer û Demokrat dibê bi parazgirên boykotê re nekevin nava dijîtîyên tûj, kûr û bê feyde. Dibê Tifaq guh bide van û dostaya xwe bi wan re xerab neke.

Kes jî henin, ku parti û bizavên Kurdistanî çi bikin, bila bikin ew dê her gazinan bikin, gotinên qelew bikin lê ew dê çi caran destên xwe nexin bin kevirî û rïskan nestînin. Ew dê nebin piştgir, halikar û beşdariya bizava kurdistanî di praktîkê de nebin. Ew pir kone ne, xwe nêzî berpirsariyê nakin, karê wan her gazin in. Dema mirov bi wan re diaxive an jî gengeşiyê dike, bersîveke wan a standart heye “ De ka bila partiyên Kurdistanî kar û xebatên berbiçav bikin, em jî bibînin piştgirên wan!” Kesên wisa li her derên cîhanê henin lê hijmara wan li Kurdistanê piçkî zêde ne û her dehere zêdetir dibin. Sedemên wë pir in û ev ne babeta vê nivîsandinê ye. Lê dibê vê yekê binivîsînim, Tifaqa Welatperwer û Demokrat enerjiya xwe ji bo kes û grubên wisa zêde bi kar nînin, ji ber ku ev dibe berbihewa demê!

Gorî ez ji der ve û ji dûrî ve bala xwe didim Tifaqa Welatperwer û Demokrat a hilbijartina herêmî dibînim ku çalakvanên tifaqê,  xebat û çalakiyên bi rêk û pêk, aktîv pêk tînin û ew xwedî  program û nerînên zelal in.Kiryar û bêjeyên wan guncaw in (li hev in)

  • Programa xwe ya ji bo şaristaniyê amade kirin û ji bo her bajarî xwedî armancên berbiçav in
  • Kiryarên wan û programa wan guncaw in
  • Tiştên dibêjin wan tiştana pêk tînin. Li ser ya xwe ne û biryardar in
  • Li kolan, meydan, bajar û gunda ne. Bi çalakî tev digerin
  • Reklam/propogandeke nûjen dikin
  • Di mediya civakî de çalak in û mediya tradisiyonel baş bi kar tînin
  • Komele û dezgahên pîşeyê re têkildar in
  • Guh didin hilbijaran
  • Ne bes bahsa pirsgirêkên li bajaran hene dikin, çareseriya wan jî pêşkêş dikin
  • Nîşan didin ew dikanin bajarên xwe bi xwe rê bibin

Ez vê jî bînim ziman, min bawer nedikir ku ew dê qusana bi serfketî bin.

Lê ev hemû ne bes e ji bo sefketina Tifaqa Welatperwer û Demokrat. Ji bo sefketina wan hinek pirsgirêkên mezin hene. Hinek ji wan pirsgirêkan dîrokî ne, hinek ji wan derveyî îradeya Tifaqê ye û hinek jî ji wan bi Tifaqê re têkildar in. Ez dê vê nivîsa xwe de li ser hemû pirsgirêkên ez dizanim ranewistim, ji ber ku dê nivîs pir dirêj bibe. Bes ji wan çendan girîng dibînim wan bi kurtî îşaret bikim.

1. Gava mirov li wênên çalakvan û beşdarên  Tifaqê mêze dike, piraniyan wan ser boz in, pîr û nêr in.Hijmara ciwan, navosere û mêyan kêm in. Têkilyên bizava Kurdistanî bi van grubên civakî re hatiye birîn. Ev pirsgirekeke dîrokî ye ya Kurdistaniyan e.

2. Bi salan in, gelê Kurdistanî di navbera du hêzan de bê çare zîndan bûye. Hêlekê dewleta dagerker û hêla din hêza çekdar û berdewamên wê ku niha Tifaq wan bi ”Xendeq” û ”Qeyûm”a binav dike. Ku mirov dijî hêlekê be, ne bi hêla din jî re be, mirov ji mejbûriyetê pişgiriya hêla din dike. Bê çaretî desthildarï ye!

3. Derfetên çalakvanên Tifaqê pir bi tixûb (sînor) in. Wek aborî, ragîhandin, hijmara çalakvanan, qenalên bi civakê re ûhwd

4. Bêhêviyak mezin li ser raya giştî ya siyasî ya Kurdistanê desthildar e, hakim e.

5. Hijmara ciwan, jin û navosereyan pir kêm in

6. Tifaq hîn jî herêmî ye

7. Ji piştgirtiya hêzên navnetewî bê par in

8. Tifaqê nîşanî gel nedane ku wan desthildariyên baş kirinin, ji ber ku hîn jî ew li tu bajaran nebûnin desthildar. Gel bi dudil e. Dê gel vê pirsê ji xwe bike ”Gelo?”

Ji ber van û hinek sedemên din dê xebat, program û çalakiyên Tifaqê wek dibê venegere hijmara dengan.

Lê gorî baweriya min Tifaq ji niha ve bi serf ket:

Derzek mezin li diwarê dorpêça gelê Kurdistanê xist, ew dikane bibe hêviya gel di pêjde rojê de. Wan ronahîya pêjderojê vêxistin.

Tifaq dikane hêviyê mezin bike, û nîrê bêhêviya heye, bişkenîne. Ev jî bi berdewamiya siyaset û xebatên hene têkildar e.Zêdebûna dengê Tifaq bistîne dê ji vê serfketinê û hêviyê re bibe halîkar û piştgir!

Goga berfê ji banî ve herikî!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin