Salîm Çelîker

Salîm Çelîker

yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Dîaspora û Koçberî

A+A-

Em kurd di vê dema dawî da, pir behsa gotina dîyasporayê dikin. Her weha di nava du mehan da, li ser navê dîyasporayê du konfederasyon hatin damezirandin. Di destpêka meha kanûna 2021ê da li Hewlêra paytext, bi piştgirîya Mesûd Barzanîyê birêz ve Konfederasyona Revenda Kurdistanî hat damezirandin. Piştî wê bi mehekê jî rêxistina bi navê Dîakurdê li Stockholmê avabûna xwe ragihand. Loma jî min xwast ku ez bi du nivisaran, nêrînên xwe yên di vî warî da pêşkêşî raya giştî bikim.

Ev nivisar bi kurtayî, nirxandinek e ji bo rewşa dîaspora û koçberîyê. Gelek taybetmendîyên hevbeş ên dîyaspora û koçberîyê hene ku encama xerîbîyê ne, Ez dê li vê derê li ser hevbeşîya van her du terman ranewestim, lê ez dê cudayetîya wan binirxînim û ji bo zelalkirina sînorên wan hewl bidim. Ji ber ku ev babet gelek fireh e û bi nêrînên ji hev cuda tê ifadekirin, ez dê xwe bi dîyasporaya wan neteweyan bi sînor bikim ku xakên wan tûşî êrişan bûne. Ez dê easê nirxandina xwe bispêrim nêrînên sosyolog William Safran. Ew, ji bo ku barkirina ji welatekî wek dîyaspora were tarîfkirin, hinek pîvanan dide pêş. Di nava van pîvanan da, şeklê barkirinê esas e; ka gelo barkirin bi darê zorê ye ya bi îrada azad e.

Ev nêrîn hewl dide ku bersiva pirsên ”çi çax” û ”çawa”yê bide. Her weha ez dê barkirina ji welêt ya neteweyên bêdewlet bidim ber ya neteweyên xwedîdewlet. Ez dê amaje pê bikim ku barkirina neteweyên bêdewlet, ne bi îrada xwe ye, lê bi zorê ye. Ez dê vê rewşê bi terma dîyasporayê tarîf bikim. Ev yek, fonksîyon û armanca dîyasporayê jî tayîn dike: Dîyaspora, mexdûrê zilmeke siyasî ye; ji bo jiholêrakirina vê mexdûrîyetê jî têkoşîneke siyasî divê. Loma karaktera esasî ya tevgera dîyasporayê bi xwe jî siyasî ye. Tevgera dîyasporayê bi vê taybetmendîya xwe ve ji rêxistinên sivil (NGO) cuda dibe. Ew, wekî parçeyekî tevgera siyasî ya desthilatdarîya neteweyî têdikoşe.

Ji bilî dîyasporayê, grûpên neteweyên xwedîdewlet jî hene ku li derveyî welatên xwe dijîn. Lê divê bê zanîn ku ev grûpên ha, bi îrada xwe ya azad biryara barkirinê didin. Ew ji ber sedemên aborî, civakî û hwd ji welatê xwe bar dikin. Ez dê terma koçberîyê ji bo vê rewşê bi kar bînim.

Barkirina ji welêt, çi ya bi zorê, çi jî ya bi îrada azad, dîyaspora û koçberîyê hem ji alîyê armancan ve û hem jî ji alîyê tevgeran ve dike du rewşên ji hev cuda.

Ji bo nirxandinê, ez dê bersîva van pirsên jêrîn bidim:

  • Dîyaspora çi ye?
  • Çi têkilî di navbera termên koçberî û dîyasporayê da heye?
  • Cudahîya esasî ya di navbera koçberî û dîyasporayê da çi ye?
  • Taybetmendîya dîyasporaya neteweyên bêdewlet çi ye?
  • Îdeolojîya dîyasporayê çi ye?

Rêwîtîya dîyasporayê

Gotina “diyaspora”yê gotineka yunanî ye û tê maneya jihevbelavbûnê. Ev gotina qedîm ku temenê wê li dor 2000 salî ye, cara yekem ji bo karaseta cihûyan hatiye bikaranîn. Her wekî ku tê zanîn, di sedsala şeşan ya Berî Zayînê da, welatê cihuyan ji alîyê Babîlan ve tê dagirkirin û ew berê sirgûnî Babîlê dibin û bi dû ra, ji wê derê jî li dinyayê belav dibin. Ew karaset heta avakirina dewleteka bi navê Îsraîlê (1948) dewam dike. Loma jî gotina “dîaspora”yê û gotina “cihûyan” bi hev ra têkildar in. Di hemû xebatên akademîk yên di warê dîasporayê da behsa miletê cihû jî hatiye kirin. Di salên destpêka 1900î da, di vî warî da hejdeh kitêb hatine nivîsîn. Balkêş e ku ji wan, hivdeh kitêb li ser dîasporaya cihûyan in (1).

Di pêvajoya dîrokî da, gelek neteweyên din jî tûşî karasetan bûne, ji cîh û warên xwe hatine bidûrxistin. Rewşa afrîkîyan, yunanîyan û ermenîyan jî bi terma dîasporayê hatiye tarîfkirin. Di dema me da kurd jî tê da, jîyana li dor sîh grûpên neteweyî yên li derveyî welatên xwe dijîn, bi terma diyasporayê tên tarîfkirin. Her dîyaspora rengeke nû dide vê têgehê. Ev hejmar, roj bi roj zêdetir dibe. Ji ber ku em di sîstemeka navdewletî ya wisa zalim da dijîn ku li dor 5000 qewm û netewe di navbera sînorên 200 dewletan da hatine hepskirin. Ev qewm û netewe, tûşê zilm û zordarîyê dibin û ji axa xwe têne derxistin, li karwanê dîyasporayê têne zêdekirin.

Balkêş e ku berê vî karwanî ji rojhilatî ber bi rojavayî ve ye. Civaka pêşketî û demokratîk ya Ewropa û Bakûrê Amerîkayê bûne star ji bo van grûpan. Mirovan, carînan ji rojavayî ve jî ber bi heremên din ve koç kiriye. Ji Ewropayê koça ber bi Emerîkaya Bakûr û Latînî, Afrîkaya Başûr, Awisturalya û Zelandayê ve, nimûneyên vê yekê ne. Ji ber ku ew grûp parçeyekî sîstema kolonyalîst bûne, ji bo wan ne gotina dîyasporayê hatiye bikaranîn û ne jî koçberî; ew xwedîyên malê hatine hesibandin.

Wekî din jî bi geşbûna proseya globalîzmê, têkilîyên di navbera heremên dinyayê da zêdetir bûne, mirov ji bo jîyaneka nû derketine rêwîtîyê. Mirov ji ber felaketên xwezayî, şertên aborî û gelek sebebên din bûne koçber. Di vê navê da gelek grûp hene ku ji welatên cihê ne, aîdîyeta wan ya neteweyî cihê ye; lê li welatên nû ol, mezheb, rengê çerm, herem ya jî îdeolojî bûne hevbeşîya jîyana wan. Ev ji alîyê hinek akademîsyenan (2) ve wekî dîyaspora tê binavkirin. Tevgerên misilman, bûdîst, afrîkî, latîno, komunist, femînîst û siruştparêz, dikevin nava vê katagorîyê. Ez dê van grûpan jî di çarçoveya koçberîyê da binirxînim.

Divê bê gotin ku beşek ji nêrînên ku tu sînoran nakin navbera “dîyaspora” û ”koçberî”yê, xwe bi fonksîyona modernîzmê îfade dikin. Ew, di heman demê da, pirsa netewe û neteweperwerîyê jî cuda dinirxînin. Li gor wan, divîya dema modern, li civakên pêşketî, bi prosesa homojenîzekirinê, pirsgirêka neteweyan ji holê rakiribûya; serdema postmodern jî dê bibûya bergeha xwepêşandana nasnameyên civakî yên din, lê jîyana madî berevajîya vê nêrînê nîşanî me dide. Katalanan, Baskîyan, Skoçîyan û Flemanan li welatên herî pêşketî, pirsên xwe yên neteweyî kirin rojevê. Loma jî min di nirxandina xwe da, xwe ji vê nêrînê bi dûr xist.

Koçberî bi îrada azad e

Koçberî termeka berfireh e. Ev term, him ji bo mekanguhartina di nava welêt de, ji heremeke çûyîna heremeke din û him jî ji bo barkirina ji welêt, tê bikaranîn. Cîh guhartin, ji ber sebebên aborî, civakî û hwd ye. Hemû beşên civakê; karker, bazirgan, xwendekar dikarin bibin koçber. Li vê derê, xala ku divê binê wê bê xetkirin ev e: mekanguhartina van mirovan ne bi darê zorê ye, lê bi îradeyeka azad e. Ev yek, koçberîyê ji dîyasporayê cuda dike. Loma jî divê koçberî wekî bûyereka sosyolojîk bê tarîfkirin. Di rûdana vê bûyerê de, tesîra faktorên sîyasî tuneye.

William Safran, ku yek ji wan akademîsyenên herî zêde li ser pirsgirêka dîyasporayê nivisîye, di barkirina bi vî rengî de, faktora îradeya azad destnîşan dike û vê bûyerê li dervayê têgeha dîyasporayê digre.

 Li gor wî, fasî û portekîzîyên ku wekî karker li Fransayê bi cîh bûne, koçber in, ne aîdî tu dîyasporayan in. Li gor nixandina wî, her weha karkerên tirk yên li Almanyayê dijîn jî nakeve kategorîya dîyasporayê. Safarî, rewşa wan ji ya cihû û ermenan cuda dike, ji ber ku fasî, portekîzî û tirk ji welatên xwe nehatine ajotin, lê bi îradeya xwe ya azad welatên xwe terk kirine. (3)

W. Safran, flemanên ku li herema valonan, an jî valonên ku li herema flemanan dijîn jî wekî dîyasporayê nanirxîne, ji ber ku ev her du netewe li Belçîkayê xwedîyên statuyan in, tu kesî ew mecbûr nekirine ku dest ji xaka xwe berdin û koçî herema din bibin. (4)

Hêjayê gotinê ye ku ew nimûneyên ku ji alîyê W. Safran ve wek koçber hatine destnîşankirin, ji neteweyên xwedîdewlet in. Kesî tu fişar nedayê ser wan ku ew ji welatê xwe bar bikin. Ji bo wan, problemeka nasnameyê tune ye. Ji ber ku dewlet ya wan e, nasnameya wan ya hiqûqî û neteweyî yek e. Ew, herweha, ne di lêgerînekê da ne ji bo statuyeka neteweyî jî.

Dewletnetewe û kocberî

Piranîya dewletneteweyên heyî, terma dîyaspora û koçberîyê, di heman manayê da bi kar tinin. Ji xwe, piranîya dewletnetewe xwedîyên wezaretên weha ne ku bi taybetî bi pirsgirêkên wan hevwelatîyên xwe dibilin ku li derveyî welatên xwe dijîn. Ew, alîkarîya wan dikin û di heman demê da, wan ji bo lobî û dîplomasîya xwe bi kar tînin. Ji ber ku terma dîyasporayê bi naveroka xwe ve statuyeka kulturî û siyasî destnîşan dike, dewletnetewe jî hevwelatîyên xwe yên koçber wekî dîyasporayê bi nav dikin da ku ji fonksîyona hevwelatîyên xwe yên wan deveran pirtir berjewendîyê werbigirin. Dewletên wekî Tirkîye û Yunanîstanê di vî warî da gelek dijwar in. Ew, bi çavên mirovên xwebexş li wan hevwelatîyên xwe dinêrin ku li derveyî welatên xwe dijîn. (5).

Beşek ji koçberên mensûbên neteweyên xwedîdewlet jî li welatên xwe tûşî zilmê dibin û ji ber sedemên siyasî mecbûr dibin ku welatên xwe terk bikin. Ji bo vî cûreyê koçberan terma penaber (miltecî) tê bi kar anîn. Ev grûp li derveyî welatê xwe, li gor siyaseta dewleta xwe tevnagere. Ji ber sedemên îdeolojîk û siyasî, gelek mirovên ji vê grûpê, li dijî dewletên xwe pozîsyonê werdigirin. Wekî nimûne, koçberên Kubayê yên li DYAyê di nava vê kategorîya koçberan da tên nirxandin ku li dijî welatê xwe hevkarîya siyaseta welatê mêvandar dikin (6).

Dîyaspora ji mecbûrîyetê ye                                  

Dîyasporaya dîrokî barkirina ji mecbûrîyetê ye. Dîyasporayê hinek pîvanan anîne. Ev barkirin, bi piranî ji ber sedemên etnîkî ye. Carînan grûpên olî jî tûşî vê karesatê dibin. Di her du rewşan da jî koçkirina ji welêt, ne bi daxwazê ye, lê bi darê zorê ye. Bi vê xisûsîyeta xwe ve dîyaspora ji koçkirina giştî tê cudakirin.

Ev bûyer gelek caran, dîyasporayê li ser çend dewletan belav dike. Piranîya wan bi bîra (hafize) xwe ya hevbeş, vîzyon û hêvîyên xwe diparêzin ku ew dê rojekê xaka bav û kalan dîsan bi dest bixin. Ew di wê bawerîyê da ne ku ew dê ji alîyê welatê mêvandar ve dûr û dirêj neyên mêvankirin. Loma jî ew, xwe diparêzin; entegre dibin, lê asîmîle nabin (7).

Krîterên ku dîyasporayê ji koçberîya giştî dide cudakirin, ev in (8):

  1. Ew li welatê xwe tûşî zilmê bûne û li çend deverên dinyayê belav bûne.
  2. Ji bo welatê xwe, xwedî bîreka hevbeş û vîzyoneke hevbeş in.
  3. Ew di wê bawerîyê da ne ku ew dê ji alîyê welatên mêvandar ve, bi dûr û dirêj neyên mêvankirin. Loma jî ew, xwe her tim li xerîbîyê his dikin.
  4. Welatên xwe yê dîrokî ji bo xwe wekî sitara herî ewle dinirxînin. Heger şert misaid bin, ew dê bixwazin vegerin welatên xwe.
  5. Parastin, ewlekarî û pêşketina welatê bav û kalan, ji bo wan muhîm e. Ew mil didin xebatên ji bo vê armancê.
  6. Têkilîyên xwe û welatên xwe her didomînin. Piştgirên welatên xwe ne. Nasnameya xwe ya esasî li ser van têkilîyan tarîf dikin.

Li gor van pîvanan, dîyaspora ji wan koçberan pêk tê ku mexdûrê zilm û karesatekê bûne. Ev yek, bi piranî ji ber xisûsîyetên neteweyî pêk hatiye. Loma jî vê karesatê tevayîya grûpê daye ber xwe. Bi gotineka din, statuya wan ya civakî çi dibe bila bibe, tevahîya endamên wî neteweyî, mexdûrên vê karesatê ne. Ev rewş, dîyasporayê bi hev ve dikelîne û dibe zemîna helwesteka hevbeş. Wekî nimûne, baskîyên ku çi ji ber Francoyî û çi jî ji ber belengazîyê revîyane Amerîkayê, dîyasporaya baskî pêk tînin. Ew ji bo doza xwe ya neteweyî piştgirîya gelê xwe dikin (9). Ev rewş, nîşana wê yekê ye ku sînorên di navbera kategorîyên dîyasporayê da zirav in; mexdûrîyeta hevbeş, baskîyên ku ji ber belengazîyê barkiriye û yên ji ber sedemên siyasî revîyane, dike xwedîyên heman helwestê.

Hêjayî gotinê ye ku ew dîyasporaya ku nasnameya xwe diparêze, dikare bi barê xwe rabe. Ev yek, tekabulî hişmendîtîyeka siyasî dike. Fonksîyona esasî ya vê siyasetê, xweorganîzekirin e ji bo bi hevahengîyeka neteweyî, birêvebirina xebata lobî û dîplomasîyê ye.

Bi giştî, xewn û xeyalên dîyasporayê -yên ku ew dê rojekê, wekî netewe li ser xaka bav û kalan û her weha ya dê û dapîran bibin deshilatdar- bûne zemîna polîtîzebûyîna wan. Bi dereceyên cuda bin jî dîyasporaya neteweyî mobîlîzeyî vê armancê ye.

Neteweyên bêdewlet û dîyaspora

Dereceya çalakbûnê di dîyasporaya neteweyên bêdewlet da, ji alîyê dereceya hişmendîya neteweyî ve tê tayînkirin. Hin ji endamên dîyasporayê gelek aktîf in, her tim nasnameya xwe ya neteweyî dijîn û didin pêş, lê beşek ji vê dîyasporayê jî sist e, pir ne çalak e. Ev rewş, bi gotinên wekî “dîyasporaya navendî” (core) û “dîyasporaya qiraxî” (peripheral) ji hev tê cudakirin (10); hin endamên dîyasporayê aktîf in, xwedîyên roleka navendî ne, hin jî di dereceyên nizmtir da mil didin karê dîyasporayê.

Di her rewşê da endamên dîyasporaya neteweyên bêdewlet angajeyî kêşeya welatê xwe ne. Ev yek, pêdivîyek e ku ji felsefeya hebûnê tê. Ev pêdivî li xerîbîyê zêdetir xwe dide nîşandan. Me li jorê gotibû ku berê rêwîtîyê ber bi dewletên pêşketî yên demokratîk ve ye. Sîstemên van dewletan rê li hişmendîyeka pêşketî xweş dikin. Endamên dîyasporayê, rewşa xwe didin ber rewşa mirov û neteweyên xwedîdewlet. Ew statuya nizm ya encama bêdewletbûn û bêdesthilatdarîyê, zelaltir xuya dibe. Dereceya polîtîzebûnê çi dibe bila bibe, ev rewş li tevahîya dîyasporayê tesîra xwe nîşan dide. Bi gotineka din, ji bo neteweyên bêdewlet, sînorên dereceya hişmendîyê û pêplûkên hîyerarşîya organîzebûnê şolî ne. Jîyana li dervveyî welêt, ji bo hin mensûbên neteweyên bindest, îradî xuya bibe jî di eslê xwe da, encama zordestîya neteweyî ye. Ji xwe, ev grûp parçeyekî sosyolojîya dîyasporayê ye. Têkilîyên di navbera dîyasporayê û vê beşê da jîndar in. Ew jî di dorêdane ku xwe bi nasnameya neteweyî tarîf bikin û bibin çalakên dîyasporayê.

Ev rastîyek e ji bo tevahîya neteweyên bêdewlet. Loma jî ev grûpên ha xwe organîze dikin û îmkanên xwe ji bo avakirina dewletên xwe yên neteweyî mobilize dikin. Ev têkilî, têkilîyeka înteraktîf e; ew mil didin siyaseta welatên xwe û her weha, li siyaseta welatên xwe tesîrê jî dikin (11).

Îdeolojîya dîyasporayê neteweperwerî ye

Dîyaspora, encama pirsgirêka neteweyî ye. Ev pirsgirêk ji alîyê hêzeka dagirker ve peyda bûye ku wê hêzê midaxileyî jîyana neteweyekî xwecih (otokton) kiriye û endamên wî neteweyî mecbûrî kirine ku welatê xwe terk bikin. Grûpa mexdûr jî ev bûyera ha, bi rêya bîra hevbeş ji nifşên kevn derbasî nifşên nû kiriye; jiholêrakirina vê mexdûrîyetê, ji bo xwe kiriye armanca sereke, nasnameya xwe ya esasî bi vê mexdûrîyetê ve tarîf kiriye. Ev helwêst, tekabilî hişmendîya dîrokî, hişmendîya welatî û hişmendîya desthilatdarîya neteweyî dike. Ev her sê element, sê sitûnên esasî yên neteweperwerîyê ne. Neteweperwerî bi fonksîyona xwe ve di ser hemû îdeolojîyên civakî ra ye. Mensûbên dîyasporayê, -îdeolojîya wan ya civakî çi dibe bila bibe,- ew li gor berjewendîyên neteweyî tevdigerin; xebata wan ya di nava partîyên siyasî yên welatên mêvandar da, bi vê armancê ve girêdayî ye. Ev yek, di dîyasporaya ermenan ya li Fransayê da bi zelalî xuya ye. Ji ber ku siyaseta partîya sosyalîst di berjewendîya dewleta Ermenistanê da ye, di hilbijartinan da, ji ermenên konservatîf bigire heta yên lîberal, dengên xwe didin partîya sosyalîst. Ev helwêst, stratejîya siyaseta dîyasporaya wan e.

Wekî din, dîyaspora xwe, bi hin sembolên esasî yên neteweyî, îfade dike. Ev sembol, di pêvajoyeka tarîxî da peyda bûne û nîşana hebûna neteweyî ne. Welat, ziman û alaya neteweyî, ji bo neteweyekî, sembolên sereke ne. Welat û ziman ji bo hebûn û desthilatdarîyê şertên bivênevê (necessary conditions) ne, lê têr nakin. Di dema me da, sembola desthilatdarîyê alaya neteweyî ye. Ev ala, di ser hemû ala û sembolên grûpên siyasî ra ye.

Tê zanîn  ku di civakê da berjewendîyên grûpî û yên sinifî jî hene. Li gor van berjewendîyan, mirov xwe organîze dike û têdikoşe. Ev têkoşîn gelek caran, bi sembolên cuda tê ifadekirin, lê nabe ku mirov van sembolên sazîyên grûpî û sinifî li ser yên neteweyî ferz bike.

Divê neyê jibîrkirin ku neyar êrişa xwe ya herî giran dibe ser sembolên neteweyî. Ew bi van êrîşan hewil dide ku sembol werin bêrûmetkirin da ku mirov xwe ji wan dûr bike, wan need jîyandin. Ev yek, cûreyeke sere psîkolojîk e ku dixwaze mêjî kolonîze bike. Dîyaspora dive li hember vê yekê têbikoşe. Di vî şerî de çeka herî zexm û bi tesîr, îdeolojîya neteweperwerîyê ye.

Encam

Dîyaspora û koçberî du rewşên cuda yên jîyana li derveyê welêt in. Ev rewş, di dîyasporayê da ji mecbûrîyetê ye; grûpeka neteweyî, çandî an jî dînî ji alîyê hêzeka êrişkar ve bi darê zorê, ji axa bav û kalan û ya dê û dapîran tê bidûrxistin. Ew ji ber xisûsîyetên xwe yên etnîkî an jî dînî tûşî vê bûyerê dibin. Di koçberîyê da ew kes an jî ew grûpên ku ji welatên xwe bar dikin, xwedîyên biryara xwe ne. Ew bi îradeya xwe ya azad mekanê jîyana xwe duguhêrin. Mekanguhartin dikare di nava axa heman welat de be jî. Ew, ji ber sebebên aborî, civakî û hwd biryarê didin da ku li herem an jî li welatekî din bijîn. Ev yek, ferqeka esasî ye ku dîyasporayê ji koçberîyê cuda dike.

Karesata ku dîyaspora anîye holê, bûyereka siyasî ye. Têkoşîna telafîkirina vê karesatê jî siyasî ye. Sedema hebûna dîyasporayê mildana vê têkoşînê ye. Loma jî tevgera esasî ya dîyasporayê, xwedîya karaktereka siyasî ye. Ev yek, dîyasporayê ji rêxistinên sivîl (NGO) cuda dike.

Bi vê fonksîyonê ve, dîyasporaya neteweyên bêdewlet, paçeyekî projeya avakirina civakeka neteweyî ye. Îdeolojîya vê projeyê bi tenê neteweperwerî ye. Ev îdeolojî, herweha ji bo dîyasporayê jî çavkanîya xebata lobî û dîplomasîyê ye

Hêjayî gotinê ye ku dîyaspora ne li dijî entegrebûnê yê. Berevajîya wê, dîyaspora fêrbûna ziman û çanda welatê mêvandar teşwîq dike. Ji bo lobî û dîplomasîyê, vê yekê pêwîst dibîne. Asîmîlebûn ji bo dîyasporayê xeter e. Asîmîlasyon, bi her awayî bidûrketina ji armanca dîyasporayê ye. Herifandina hişmendîya neteweyî, asîmîlasyona herî texrîbkar e. Ev herifandin gelek caran, tê maneya cîhgûhartina îdeolojîya neteweyî bi, qaşo, îdeolojîyên unîversîyal. Loma jî dîyaspora di prosesa têkoşîna xwe da, pêwîst e ku li dijî vê xeterîyê jî têbikoşe.

 

.

Têbînî: Nivisara duyem dê di warê dîyasporaya kurdî da be.

 

 

Çavkanî:
1-Brubaker, Wikipedia, https://en.wikipedia.org/wiki/Diaspora

2- Gabriel Sheffer ,The Diaspora Phenomenon in the 21st Century: Ideational, Organizational and Behavioral Challenges, pdf, r. 5

3-William Safran, yê ku jê neqil dike Caroline R. Nagel, Migration, Diaspora and Transnationalism, pdf, r. 4

4-William Safran, yê ku jê neqil dike Caroline R. Nagel, Migration, Diaspora and Transnationalism, pdf, r. 6

5-Gabriel Sheffer, Diaspora Politics: At Home Abroad, pdf, r. 2

6-Gabriel Sheffer ,The Diaspora Phenomenon in the 21st Century: Ideational, Organizational and Behavioral Challenges, pdf, r. 17

7-Gilroy, Paul. 1997. “Diaspora and the Detours of Identity”. In Identity and Difference, edited by K. Woodward, 299-346. London: Sage. Yê ku neqil dike Claire Alexander, Beyond the ‘The “Diaspora” Diaspora’: A Response to Rogers Brubaker, pdf, r. 7

8-William Safran, Diaspora in Modern Societies. Myths of Homeland and Returan, pdf, r. 4

9- Gabriel Sheffer ,The Diaspora Phenomenon in the 21st Century: Ideational, Organizational and Behavioral Challenges, pdf, r. 14

10- Gabriel Sheffer ,The Diaspora Phenomenon in the 21st Century: Ideational, Organizational and Behavioral Challenges, pdf, r. 4

11- Gabriel Sheffer ,The Diaspora Phenomenon in the 21st Century: Ideational, Organizational and Behavioral Challenges, r. 15


 

Önceki ve Sonraki Yazılar