Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Di nav kurdan de du bask

A+A-

Di nav kurdan de du bask eşkere derketine holê:

Baskê yekem; berjewendiyên xwe di nav entegrasyona bi dewletên dagirker de dibîne. Ji bona nûkirin-guhertina dewleta dagirker kar dike û helwesta wan a siyasî jî li gor nûkirin-guhertina dewletên dagirker tevdigere. Pirsgirêka vî baskî bi avakirina dewleteke Kurdistan re nemaye. Pirsgirêk û nerazîbûna xwe li gor entegrasyona bi dewletê re, li hember îqtîdarê dide nîşan. Ji vê grûbê re çanda kurdî, zimanê kurdî û helwesta netewî ne girîng e. Parastina nirxên netewî, geşkirina kurdewariya kurdan, wek helwesteke “dijminane li hember netewên serdest” dinirxîne.

Di nav saziyên dewletê de xwedî hesab in. Pirsgirêkên parlamento, yasa û nûkirina dewleta dagirkeran wek armanc li ber wan e û enerjiya kurdan dikişînin nav karesatên meşrûkirina dewleta dagirker li Kurdistan. Sermayedarên vê beşê di nav îmkanên dewletê de cihên xwe girtine û terefgirê entegrasyonê ne.

Ev bask bi şêweyeke eşkere li dijî serxwebûna Kurdistanê ne û dewleta dagirker weke dewleta xwe dibînin. Dînamîkên Kurdistanê di destê vê grûbê de ne û van dînamîkan pêşkêşî dewleta dagirker dikin. Çûna parlementoya dagirkeran ji wan re armanc e û vê helwestê jî wek bingeheke entegrasyona bidijmin re dibînin. Li Bakurê Kurdistanê ev bask, baskê herî xurt û xwedî îmkan e û van îmkanên xwe jî ji bona reorganîzasyona dewleta dagirker bikar tîne.

Di bingeha vê beşê de asîmîlasyon bi bandoreke mezin dimeşe û zimanê danûstendinan, meşandina siyasetê bi tirkî ye. Piraniya berhemên wan bi tirkî ne. Hewldanên geşkirin û vejîna çand û zimanê kurdî li cem wan ne programkirî ye û vê karekî girîng jî nabînin. Siyaset û tercîha vê beşê  jî tercîheke siyasî ye û stratejîk e.. Bi helwest, xizmetkarên çand, muzîk û zimanê tirkî ne. Ev bask, wek sazîyeke dagirkerên Tirk, xizmetê ji asîmîlasyonê re dikin.

Di vir de programa van kurdan û muhalefeta tirk, ereb û farisan dibe yek. Piranî li Tirkiyeyê û piştgiriya elewiyan, "çep"ên tirkan ji bo HDPê û li Rojavayê Kurdistanê bi erereban re avakirina HSDê li gor vê stratejiyê dimeşe. Di nav PKK/HDP û PYDde de bi çalak cîhgirtina wan, li gor van esasên întegrebûnê têt meşandin. "Çep"ên tirkan - ereban û hêza elewiyan a çalak ev beşa kurd ji bo berjewendiyên xwe, yên li hember desthilatê û guhertinan bi kar tînin.(!) Ji bo întegrasyona kurdan û asimîlekirina kurdan, di vir de pergala herî mezin, helwesta "çep"ên tirkan, ereban û elewiyên çalak û PKKê, HDPê ye. Li gor bernameyekê dimeşin û armanca wan jî ev e: Ne li dijî dewleta dagirker, li dijî desthilatên vê dewletê di hewldanan de ne.

Dixwazin bibin beşek ji civata cumhuriyeta tirkan, ereban û di nava vê sîstemê de weke girêkeke berf bihelin û bi vê helandina xwe jî razî ne. Wek civat, ji bernameya netewa kurd û Kurdistanê  xwe dûr dixin û berê wan her ber bi 'parastina yekitiya dewletên dagirker ve' ye. Plan û pirojeyên wan, daxwazên wan ew in, ku bibin şirîkê parvekirina erkên dewletê û girtina dîlimek ji dahatên dewletê ne. Kurd û kurdayetî ji wan re tenê wek nasnameyekê derdikeve pêş. Ji doza kurd û Kurdistanê dûr in û vê jî eşkere dibêjin. Dijminatiya kurdperweriya kurdan û niştimanperweriya kurdan dikin. Dizanin ku ev hestên kurdperweran dibe asteng ji plan û projeya yekbûna wan ên bi dewletên kolonyalîst re. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ev bask; astenga herî mezin e li pêşiya têkoşîna rizgariya Kurdistanê.

Baskê Duyem: Di Rojhilata Naverast de xurt, her gurê qelsan e, parî bi parî qelsan perçe dikin û dadiqurtînin. Mafê jiyaneke birûmet û serkeftî ji qelsan re, ji netewên bê dewlet re, bêparastin re ne mumkun e. Di vê herêmê de bêdewletbûn, netew û kêmhateyan dixe bin tehlûka jenosîd û wendabûnê. Netewên bê dewlet, bê parastin, raserî komkujî û jenosîdên mezin tên. Ev misogeriya xwedîhêzan tenê ji bona ku bandora xwe zêde bikin û qelsan ji holê rakin têt bikaranîn. Di meşandina vê siyaseta serdest û netewkuj de pir netew wenda bûne û li ber wendabûnê ne.

Di xewn û xeyalên vî baskê duyem de, Kurdistaneke serbixwe heye. Li hember asîmîlasyonê, li hember entegrasyona bi dewletên dagirker re red dike. Hebûn û azadiya xwe di şikenandina nîrên kolonyalîstan de dibîne. Li hember dewletên dagirker xwedî helwest e û têkoşîna rizgariya xwe, di warê doza netewî û doza niştimanî de dibîne. Kurdistan welatekî dagirkirî û dozê jî bi çareseriya şikenandina nîrê dagirkerî dinirxîne. Parastina netew, çand û ziman bi serkeftinên vê stratejiyê ve girê dide. Garantiya van hêjayan bi dewletbûnê ve girê dide û eşkere dike ku; kurd nebin xwedî dewlet wê asîmîle bibin û wenda bibin.

Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê pêşî li vî baskî hatiye girtin û rêxistineke ku wê program bike tineye, hêviya xwe bi Başûrê Kurdistanê û bi dînamîzma wê ve girê daye. Enerjiya xwe ya netewî ji wir digire û dixwaze ku ev enerjî bêt honandin di seranserê Kurdistan de. Îhtîmala avakirina dewleteke Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê, enerjiyeke mezin dide zîndekirina hestên netewî. Ev beş dikare bibe bingeh ji honadina rêxistineke kurd û Kurdistanî re.

Li Bakurê Kurdistanê, roj bi roj ji Kurdan re jiyan zahmettir û astengtir dibe. Li ser xeteke netewî û Kurdistanî di têkoşînê de tinebûna hêzeke serkêşiyê; hêviya tekoşîna netewî dişikîne. Hêvîya avakirina dewleteke serbixwe dişikîne. Dînamîkên netewî ji hev perçe perçe dike û dixe bin metirsiyê. Ji bo ku girseyeke pir mezin ji bingeha welêt biqete û koçberî metropolên kolonyalîstan bibe; ev enerjiya ku bi dînamîkên netewîbûna kurdan derdikeve holê, wek "çeka hilweşandina nirxên netewî" têt bikaranîn bi destê wê hêza ku enerjiya van dînamîkan di destên xwe de digire.

Ev agahî bi carekê de ji me re eşkere dikin ku; li Bakurê Kurdistanê, divêtiya hêzeke kurdperwer û niştimanperwerî heye. Eger ev valahî neyê dagirtin, hestên netewî dê derbeyeke mezin bixwe û asîmîlasyon wê pişta netewebûna kurdan li Bakurê Kurdistanê bişikîne.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin