Di civîna NATO de Pompeo rexneyên tund li Tirkiyê girtin

Di civîna NATO de Pompeo rexneyên tund li Tirkiyê girtin

.

A+A-

Di civîna Wezîrên Derve yên NATOyê ya doh êvarê hat kirin de, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ketin nav gengeşeyê.

Pompeo rexneyên tund li Tirkiyê kirin ku Tirkiye bûye sedema derketina aloziyan bi tevgera xwe ya li rojhilatê Deryaya Spî û bi kirîna sîstema S-400ên Rûsî, diyariyeke mezin pêşkêşî Rûsyayê kiriye.

Pompeo di civînê de di rûyê Çavuşoglu de gotiye ku Tirkiyê zirar daye Hevpeymaniya NATOyê û erkên xwe yên hevpeymanîbûnê bicih nayîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di bersiva xwe de, Amerîka bi hevkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê tawanbar kiriye ku hêzên kurdî wekî terorîst dibîne.

Çavuşoglu ji pompeo re îdia kiriye ku Tirkiyê li Sûriyê şerê DAIŞê kiriye, lê Amerîkayê tenê hevkariya Kurdan kiriye. Herwiha Çavuşoglu rexne li Fransa û Amerîkayê girtin ku bûne sedema xirabtirkirina aloziyên li Herêma Nagorno-Qerebaxê ku piştîvaniya Ermenîstanê kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin