
Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Ali Çeven Li Amedê Seredana PWKyê Kir
.
A+A-
Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Ali Çeven û rêvebirên komeleye roja 13.06.2026ê li Amedê seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.
Endamên Komîteye Birêvebir ên PWKyê Yûsûf Aydin, Mehmet Alî Yilmaz û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta Komeleya Pêşengên Kurd kirin.
Di vê hevdîtinê de herdu heyet, li ser pêşdebirina peywendîyên herdu alîyan, rewşa giştî ya Kurdistanê û destpêkirina xebateke hevbeş ya ji bo aşkere kirina cîhê mezelê Şêx Seîd û mezinên kurdan axivîn.
Hevdîtina herdu heyetan di atmosfereke berhemdar û dostane de derbas bû.
13.06.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin