Selîm Acar

Selîm Acar

Hemû nivîsên nivîskar >

Desthildariya Şaredariyan

A+A-

Di dawiya hîva adarê ya 2019an de, hilbajartina şaredariyan, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dê pêk bê. Bi resmî tu partiyên Kurdistanî ne mafdar in ku bi navên xwe beşdarî hilbijrtinê bibin. Partiyên Kurdistanî dikanin bi navê kesên serbixwe an jî li ser navê partiyên din ên Tirkiyeyî yên mafê beşdarbûna resmî wergirtinin, beşdarî hilbijrtê bibin.

Çend  partî û grubên siyasî bi HDPê re tifaqek kirin ku bi hev re beşdarî hilbijartina şaredariyan bibin. Hudapar biryar da ku beşdarî hilbijartinê nebe, lê diyarê dê ew bibe pişgirê kîjan hêzê. HAKPAR dê pişgiriya berendamên demokrat û Kurdistanî bike. PAK û PSK bi hev re li hinek bajarên bakur dê bi kesên serbixwe beşdarî hilbijtinê bibin û dê pişgiriya berendamên welatparêz bikin. Dil dixwest ku PSK, PAK û HAKPAR bi hev re û pişgirtiya hev bikirnan. Lê mixabin ev hîn pêk nehatîye!

Gorî baweriya min, PAK û PSK di hinek amadiyên xwe de ji bo amadeyî û çalakiyên hilbijartinê pir dereng manin û dimînin. Yek ji wan çalakiyan jî amadeyî û weşandina programên şaredariyê ye. Her du partiyên Kurdistanî, PSK û PAK, dibê zû ve du programên xwe yên şaredariyê binivîsandana û ew biweşandana.

Dibê programa yekemîn di derheqa siyaseta şaredariyê de be, ango PAK û PSK bi tevayî çawa li desthildariya şaredariyê dinerin. Bi xetê qalind, îdeolojîk û siyasî/felsefî be. Ev program dibê derûna (ruh) xwe ji programa her du partiyan wergire.

Programa duyemîn, şênber, konkret be. Şaxên herdu partiyan bi hevalbendên xwe re ji bo her bajar û bajarokên li wan devernan dê beşdarî hilbijartinê bibin, programa bajarê xwe amade bikin.

Ez dê bi kurtayî li ser programa duyemîn rawestim. Programa yekemîn dê bibe çarçewa, giyan, derûn, pêşeng û siwana programa duyemîn.

Her bajar û bajarok şert û şirûtên wan cûdanin, ji erdnigeriya, aboriya, berhemdariya, pêşketina wan; ji hijmar û struktura danişcîhan, avayî û viziyona wan a bajarvaniyê ûhwd.

Qadrên her du partiyan ên bajêr, dibê rojekê berî rojekê bi hev re rûnin şert û şirûtên bajarên xwe li ber çavan derbas bikin û ji bo bajarên xwe, çi dixwazin, wan bînin ziman û yek bi yek wan rêz bikin. Dibê pêwist, çavkanîyên bajarên xwe bistînin ber çavan û viziyona wan ji bo bajarkî nûjen bi demê re, çi ye, formile bikin.

Di nava çend rojan de wan bi nas, dost û dilxwazên xwe re payê bikin û xwestinên wan jî bistînin ber çavan. Ew tiştên wan nedîtibin an jî kêm dîtinin, dikanibe dostên wan serast û baştir dîtibin û ji nû ve programa xwe ser rast û dirist bikin. Tevayî her du parti, PSK û PAK dereng jî mane, bi ya min a her rast ev metoda min li banî min diyar kirîye, zû bi zû pêk bînin.

Di programa duyemîn de ev sernivîsan dikanin cîh bigrin, lê dibê di bin her sernivîsekê de xal bi xal pêwistî, xwestin û armancwan bên nivîsandin.

Sernivîsên programa duyemîn:

  • Avayiya bajêr,ango plana kolan û taran
  • Kar û barên bermayiyê (çöp) (Dê bermayiyan çawa bistînin dest û vê bermayê çawa bi kar bînin ji bo ji wê derfetan wergirin. Di dema me de bermayî çavkaniyên berhemdariyê ne)
  • Navendiyêyên civandina bermayên elektronîk û aletên spî
  • Ava pak, ava qirêj, ava ji berf û baranê, ango kanalizasiyon
  • Rê, trafik û parkerîngên maşînan
  • Elektirîk û rohnayî (karanîna enerjiya roj û bayê)
  • Ava germ û germ kirina bajêr ji cîhên navendî
  • Parastina xewzayiya bajêr û der û dora wê, ekolojiya bajêr
  • Çand û ziman (kurs, şano, pirtûkxane, navendiyê dema serbest ji bo zarok û pîran, navendiyê muzik, wêne, neqş, navendiyê hevdu dîtinê/cîhên şên û şûnan/ ûhwd)
  • Çalakî û pêşxistina jinan (kursên berhemdariyê, alîkariya aborî ji bo ku jin beşdarî berhemdariya aborî bibin, navendiyên parastina  jin û zarokên ên di rewşa xerab de ne ûhwd)
  • Navendiyên tendrustiyê
  • Tora bajêr (internet)
  • Karên wezişê ji bo zarok, cuwan û pîran
  • Bexçe û parkên zarokan
  • Pêwistiyên kêmendaman (seqetan) ji bo bi karaninan cîhên vekirî ji bo raya giştî (pirtûkxane, cîhên navendî, park, otel ûhwd)
  • Kar û barên park û bexçeyan, (kesk kirin û xemilandina bajêr)
  • Rêwiyên di nava bajêr de, bi otobusan an jî maşînin din
  • Damezirandina bingehî ji bo pêşketina berhemdariya bajêr (hal, dukan û navendiyên ticaretê ûhwd)
  • Parastina cîhên dîrokî û muzexaneyan
  • Parastina perezgehên olî

 

Bakurê Kurdistanê di bin destên dagerkeran de ye û gelê Kurdistanë ne bi destên xwe ne. Lê dibê bakurî nîşan bidin ku ew azad bin, çarenivîsa wan di destên wan de be, ew dikanin bi xwe xwe bi rê bibin; du yên nikanibin bajarê xwe bi xwe rê bibin û ne xwedî viziyonek bajarvaniyek nûjen û bi demê re bin, nikanin li welatên xwe desthildar bin.

Ku em xwe didin pêş ji bo desthildariya welatê xwe, Kurdistanê, em dixwazin û dikanin li bajarê xwe jî desthildar bin û em alternatîf in!

Em qeyûma û pergela dagirkeriyê nekin hacet! Em programa xwe pêşkêş bikin, qedrên xwe bighêjînin, baweriya gel bistînin nik/cem xwe, di hilbijarinan de serkeftî bin; bila sibehê dewleta dagerker qeyûma teyîn bike! Ji bo dagekeran dê ev ne çare be. Çare, îrada me ye!   

Fermo, em xwe bidin pêş û herin pêş, bi berpirsiyarî, em vê yekê jî nîşanî gelê xwe bidin!  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin