Cizîrî: Êrîşa li dijî ziman perçeyê sîyaseta dewletê ye

Cizîrî: Êrîşa li dijî ziman perçeyê sîyaseta dewletê ye

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî derbarê feraseta qeyûman a li dijî zimanê kurdî dîyar kir ku êrîşa li ser destkeftîyên kurdî perçeyekî sîyaseta dewletê ya înkarê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, têkildarî feraset û polîtîkayên qeyûmên tayînî şaredarîyên HDP'ê hatin kirin rexne kir û dîyar kir ku êrîşa qeyûman a ser destkeftîyên kurdî perçeyekî sîyaseta dewletêye. Cizîrî gotinên rayedaran ên "Em û kurd birayên hev in" jî rexne kir û got: “Her çiqas rayedarên dewlet bêjin 'Em û kurd birayê hev in. Tu pirsgirêka me tune' jî em dibînin ku gotinên wan li dijî rastîyan e. Gotin û emelê wan ne yek e. Heke rastî em birayê hev bin û pirsgirêka wan bi kurdan re tune. Wê demê tiştên nîşaneya kurdî lazim e dewletê piştevanîya wan bikira. Dema Kurdan tiştek xwest divîya bû pêk anîbûna. Lê em dibînin ku ev helwesta wan a nêzîkatîya ziman û çanda kurdî sistematik e. Ankû tehamul nakin.”

 

‘KURDÎ ASTENG DIKIN'

 

Cizîrî, da zanîn ku rayedarên dewletê berê digotin ‘zimanê kurdî tune ye’ û wiha got: “Lê niha dibînin ku televîzyon, rojname hene, pirtûk tên nivîsandin û gelek çalaki bi zimanê kurdî tên kirin. Nema karin bêjin tune ye vêca asteng dikin. Ji ber wê yekê ev qeyûmên ku nû tên gelek caran peyamên dewletê didin. Dixwazin xwe bi rayedarên dewletê şêrin bikin. Bêjin vaye em hinek tiştan dikin. Em bêjin şaredarîya Cizîr, Bismil, Bilîsê an ya bajarekî din dema tabelayek daxist dê wê bi çi serxî. Ma dikare bêjin zimanê kurdî tune ye an jî kêrî nivîsîn, axaftin û çalakîyan nayê. Yanî xwedî gelek nakokî ne." 

 

'BI ZIMANÊ DIN BIAXIVIN KES TIŞTEKÊ NABÊJE’

 

Cizîrî, bilevkir ku carna alîgirên dewletê tênagihin çima li dijî zimanê kurdî ne û wiha berdewam kir: “Heta niha serdestên tirkan digotin zimanê kurda tune. Lê dibînin ku heta niha zimanê me zimanekî baş e çalak e stran tên gotin rojnamevanî tê kirin, lêkolîn tên kirin xebatên ilmî çêdibin ji ber wê tehamul nakin. Dewlet bi kurdî 24 saetan weşana televîzyonê dike, di beşên zanîngehê de kurdî heye, kurdî dersa bijarte jî hatîye qebûl kirin. Bes hêj jî tirk kurdekî ku bi kurdî biaxive bi çavekî gelek xirab lê dinêrin. Bi zimanekî din biaxivin kes tiştekê nabêje. Lê dema tu kurdî axivî bi çavekî din li te dinêrin. Ev nîşaneya dewlet û miletê tirk hêj meseleya kurda di hundirê xwe de qebûl nekirîye. Ji ber wê yekê jî bi ya min gereke ku gelê kurd bi israr bin di meseleya zimanê xwe de.”

 

‘DIVÊ PARTÎ Û SAZÎ BI KURDÎ BIJÎN'

 

Cizîrî, destnîşan kir ku wek gelê kurd divê xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha bi dawî kir: “Kurd xwedî li zimanê xwe dernakevin. Bi zimanê xwe çalakîya nakin. Navê zarokên xwe dikin Berxwedan lê bi tirkî pê re diaxivin. Dikanekê vedike navê wê bi tirkî ye, sohbeta wan bi tirkî ye. Divê em li kurdî xwedî derkevin. Bila her kes fêr bibe. Ev zimanê me ye, divê em fêr bibin. Difikirim û hîs dikim wê çaxê wê qelsîyek çêbibe. Divê partî û sazî li ziman xwedî derkevin.”

 

 

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin