Eskerê Boyîk: Biratîya gelan nîne, dostanîya wan heye

Eskerê Boyîk: Biratîya gelan nîne, dostanîya wan heye

Hevpeyvîna taybet a Rûdawê bi Rewşenbîr û dîrokzanê Kurd ê ji Ermenistanê, Dr. Eskerê Boyîk re.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rewşenbîr û dîrokzanê Kurd ê ji Ermenistanê, Dr. Eskerê Boyîk dibêje dema ku Rûs di şerên li dijî Îran û Osmanîyan de rûbirûyî Kurdan hatine û zanîn ku nikarin ji Kurdan derbas bibin, ji bo ku Kurdan ji nêzîk ve nas bikin, dest bi bi xebat û lêkolînên kirine.

Dîrokzan Eskerê Boyîk dibêje di heyama Sovyetê de li Ermenistanê, dibistan bo Kurdan hatin vekirin û derfeta perwrdehî bi zimanê Kurdî hat dayîn, lêbelê dibêje wê demê mamosteyek di nav Kurdan de nebû ku waneyan bide û ew Ermenîyên ku di nav Kurdan de mabûn wane didan ku ew serwextê zimanê kurdî bûn.

Herwiha Eskerê Boyîk dîyar dike ku piştî hilweşîyane Sovyetê ew biratîya di navbera gelan jî hilweşîya û nijadperestî derket pêş û tekez dike, “Ez hatime ser wê bawerîyê ku biratîya gelan nîne, dostanîya gelan heye.”

Aborînas, helbestvan, rojnamevan, nivîskar û Êzidînas Dr. Eskerê Boyîk bû mêvanê bernameya Hevpeyvîn a Rûdawê û behsa jîyan, serpêhatî û kar û xebatên xwe û herwiha dîroka Kurdên Sovyetê kir.

Kurdan kengî berê xwe dane Sovyeta berê?

Salên 1880 Rûsan berê xwe dane Qefqasyayê, sala 1881 Gurcistan bêyî şer beşdarî nav Rûsyayê bû û hinek nahîye û navçeyên derdora Gurcistanê jî tevlî Rûsyayê bûn. Sînorê Rûsyayê bi wî awayî gihişte sînorê Îran û Tirkîyê û şeran dest pê kir di navbera Rûs-Îran û Osmanîyan de. Di şerên Rûs-Îran, Rûs-Tirkan de ku wan şeran gele

k dewam kir, Rûs dinivîsîn û dibêjin em li hemberî Kurdan şer dikin û leşkerê  tirka jî û yê Îranê jî hemû Kurd in û dibêjin Kurd hêzeke mezin in di wê herêmê de, hemû serokeşîr in û serwerîya dewletê li ser wan tune ye, çi bê kirin serokeşîr dikin, bac û xeracê jî serokeşîr mil xelkê kom dikin. Wisa Rûs hatin ketin nav Kurdan. Îcar dîrokzanên û zanayên din ên Rûsan dibêjin em nikarin bi zora çekan nikarin tiştekî bikin, divê em tiştekî bikin ku bikevin nav malbat û eşîrên Kurdan de. Nakokîyên wan, rabûn û rûniştina wan, edetên wan û her tiştê wan bizanin ku em bikarin wan bigihînin xwe û em bikarin xebateke mezin bikin ku wê demê Kurdzanîya Rûsan pêş de çû û Kurdzanên mezin dest pê kirin derbarê Kurdan de gelek belge, pirtûk û nivîs nivîsîn û ew gihiştin me. Dema em derbarê Kurdzanîyê de, Kurdan de, dîroka Kurdan a wê serdemê de, em sûdê ji wan xebatan werdigirin.

Hejmara Kurdên ku sirgûnî Sovyeta berê bûn û li wan deveran belav bûn, çend bû?

Sirgûn nebûne, Kurd berê jî di wan herêman de hebûn, lê Kurdên Misilman bûn, Kurdên Êzidî paşê hatin wan deveran. Sala 1828an şerekê di navbera Îranê û Rûsan de dest pê dike. Wê demê êleke Êzidîyan a mezin, Êla Hesenîya, bi serokatîya Hesen Axa bi siwarên xwe ve diçin digihijin Rûsan û li pêşîya Îranê şer dikin. Derbarê vê yekê gelek kesan nivîsandîye, gelek dîrokzanên Rûsan nivîsandine û gelek pesn jî dane.

Gelek ji wan Kurdên Êzidî bûn?

Ew ên ku xwe dispartin Rûsan Kurdên Êzidî bûn, ji ber ku di nav dewleta Rûsan de cudatîya olê tune bû, kesê ji ber ola wan fermana wan ranedikir, kesê ji ber ola ew qirr nedikirin, ew jî dibûn xwedîyê wî mafê ku miletê wê herêmê hene, ji ber wê yekê Kurdên Êzidî berê xwe didan Rûsan, berê xwe didan wan deveran bo ku ji wê xezeba dijmintîya olê xilas bibin.

Kav û kalên we bi xwe, dema çûn Sovyeta berê yekser li Ermenistanê bicih bûn?

Yên me 11-12 gund in, li ber çîyayê Elegezê, sala 1820-30 hatine wir, ew jî şerekî mezin qeiwmî li Serhedê, jê re dibêjin, ‘Şerê Zerîf Xatûnê’. Dibêjin keçeke mala Kok Axa direvînin, wê demê dibêjin, hinek dîrokzanên tirkan dibêjin, ew devera Serhedê bi tevahî di destê Êzidîyan de bû. Dibêjin ew çîya, banî û zozan û bereketa wê bi tevahî di destê Êzidîyan de bû, dibêjin ev li Kurdên Misilman jî xweş dihat û dihatin zozanan û vedigerîyan û paşê dihatin nedixwastin vegerin û hemû kom bûn û şerekî mezin di navbera êla Heydera û Êzidîyan de qewimî. Tê gotin Êzidî di wî şerî de şikestin û revîyan alîyê din û Heydera jî li wê derê man.

Kurdan çawa ji wê rojê heta niha karîn xwe biparêzin?

Kurdên Misilman zêdetir bûn ji Kurdên Êzidî li Azerbaycanê, Êzidî çûne Ewropayê çûne cihên din, lê nikarin xwe, zimanê xwe biparêzin, lê Êzidîyên li Sovyetê, bi eşîrên xwe ve bi olên ve çûne wan deveran, pêşketina Êzidîyan û miletên derdorê ji hev ne cuda bû, weke hev bû. Ola wan nehişt ku ew bihelin.

Sovyetê ew derfet vekirin û eger Sovyet neba ew derfet jî peyda nedibûn. Heta 26ê salê li Ermenistanê tenê Kurdên Êzidî hebûn. Di salên 14 heta 20 şerekî mezin di navbera Xirîstîyan û Misilmanan de çêbû. Li Ermenistanê gelek gund û warên Misilmanan jî hebûn, ew hemû revîyan û piştre, Êzidî ji Qersê ji Surmelîyê revîyan hatin alîyê Ermenistanê. Êleke mezin a Zuqqurîya jî ji kêleka gola Wanê revîyan hatin Ermensitanê. Salên 20î li Ermenistanê qeyda Sovyetê çêbû û êdî ew li Ermensitanê man û bo xwe dest bi çêkirina gundan kirin, ew gundên ku vala mabûn, Êzidîyan ew gund tijî kirin. Êzidîyan jî nedizanî dê her bimînin û gundên xwe li hember gundên xwe yên li alîyê çêdikirin û digotin, kengî rê vebe em dê vegerin.

Rewşenbîrîya Kurdî di nav Kurdên Sovyeta berê gelek pêş de çû, rewşenbîrên bi navûdeng ji wir derketin, li zanîngehan û enstîtûyan de beşên Kurdulojîyê vebûn. Radyoya Êrîvanê û Ria Taze destkevtên mezin bûn ji bo Kurdan, gelo Kurdan çawa karîn xwe bigihînin van destkevtan?

Ev destkevy soz û biryarên dewleta Sovyetê bûn, ne bi rêxistinbûyînê an jî bi awayekî din nebû. Dewleta Sovyetê sozan mafên wekhev bi herkesî da. Sala 1920an li Ermensitanê jî bi biryareke derket ku ew biryar ji jor hatibû, ku her milet bi dibistanên xwe bi zimanê xwe veke. Yên li wir dijîyan jî Kurdên Êzidî bûn, ne alfabeyek ne jî mamostekî wan ê xwende hebû.

Dibistan çawa vebûn, we çawa alfabe çê kir?

Wê demê kesekî bi navê Akog Bazaryan ku Ermenîyekî ji Agirîyê bû, bi alfabeya Ermenî ji bo zarokan pirtûkeke bi navê, ‘Şems’ nivîsandibû. Wezareta Rewşenbîrîyê ya Ermenistanê ew weke pirtûka bo dibistanê qebûl kir.

Lê ne bi vê alfabeya me ya latînî ya niha bû!

Na, heta sala 1928an jî bi alfabeya Ermenî, li dibistanên Kurdî yên li wir wane dihatin dayîn. Destpêkê li çend gundan dibistan hatin vekirin, paşê belav bûn. Heyamên destpêkê di nav Êzidîyan de mamosteyên ku waneyan bidin tune bûn. Mamosteyên Ermenî yên ku li Bakur di nav Kurdan de dijîyan û zimanê Kurdî gelek baş dizanîn, dersên zimanê Kurdî didan.

Ew alfabe paşê hate guhertin?

Alfabeya Ermenî heta sala 1928an hat bikaranîn. Lê piştre hat dîtin ku ew alfabe têrî vegotina gramera Kurdî û zaraveyên wê nake. Wekî din jî Kurd ne tenê li Ermenditanê bûn. Li Azerbaycan, Asya Navîn, li kêleka Batumê li Gurcistanê jî gelek Kurd hebûn. Di konferanseke mezin a sala 1928an biryar hat dayîn ku alfebe bê guhertin bo ser tîpên latînî. Ferheng hatin çêkirin, dewleta Ermenistanê jî gelek alîkarî da.

Ji bo bikaranîna alfabeya latînî ti çavkanîyek di destê wan de hebû?

Rewşenbîrê Asûrî, Îsahaq Marugulov ku wî lêkolînên berfireh derbarê Kurdî û gramera wê de kiribûn û ew jî revîyabûn hatibûn Ermensitanê, li gel Erebê Şemo alfabeyeke latînî amade kirin. Sala 1929an jî dewleta Ermenistanê qebûl kir ku perwerde li dibistanên Kurdî bi wê alfabeyê bê kirin.

Piştî wê Kurdên li Ermenistanê bi vê alfabeyê dixwendin...

Belê, lê ne tenê li Ermenistanê li Azerbaycanê, li Gurcistanê bi giştî bo Kurdan bi wê alfabeya latînî dest bi perwerdeyê kirin. 1930an êdî Ria Teze hat derxistin, gelek kitêbên dersan ku Meryem Gula û Erebê Şemo bi kitêbeke bi navê, ‘Hînbûna Zimanê Kurdî’ derxistin. Meryem Gulo, berê li ser Kurolojîyê xebitî bû, salên 1900an  berî avabûna Sovyetê, ji bo zarokên Êzidî 3 dibistanên rûsî vekiribûn û li gundê Zorê wane didan.

Ria Teze, Radyoya Êrîvanê, gelek xebatên din ên Kurdolojîyê, xebatên din ên şexsî yên mamosteyên weke, lêkolînên we, hemû arşîveke gelek dewlemend tîne holê. Çi hat serê wê arşîvê, li ku ye ye, kî diparêze?

Ev çîrokeke dûr û dirêj e, niha em nikarin derbarê nivîskarên me, Kurdzanên me, dîrokzanên me, hunermendên me em yek bi yek biaxivin. Bo yek yekê roj lazim ku mirov li ser biaixive. Arşîvên gelek ji wan çûn, ti kes nizane çi jê hat, hinekan ji wan jî arşîvên wan hatine parastin. Arşîva radyoyê tê parastin, ew radyo niha jî heye, ya dewletê ye, xebatkarên radyoyê xebatkarên dewletê ne û arşîv tê parastin. Ria Teze jî arşîveke gelek mezin hebû û ez nizanim niha hemû ew hejmar hene an na, ew tiştên ku xelkê ji Ria Teze re şandine û nehatine weşandin, gelo ew mane an nemane. Ez dizanim gelek hejmarên Ria Teze di Cdyan de li gel gelek şexsan parastî ne, lê hemû ne parastî ne. Min gelek dixwast çawa Hewar, hemû hat latînîzekirin, bergên wê hatine derxistin, weke wê weke ansîkolpedîyekê Ria Teze jî bê derxistin ku ne tenê ya Kurdên Sovyetê ye...

Piştî salên dûr û dirêj te biryar da, tu ji Ermensitanê derketî û li Almanyayê bicih bûyî. Sedema wê biryarê çi bû, jîyan zehmet bû li Ermenistanê?

Ez li Ermensitanê dixebitîm, nivîskar bûm, li zanîngehekê dixebitîm, serokê beşê bûm. Li zanîngehekê jî min wane didan, evv wisa bû ku rewşa me ya aborî xerab nebû. Dema ku dewleta Sovyetê hilweşîya, aborî û her tiştê wan welatên girêdayî wê jî hilweşîyan. Ji bo profesorîyê doktoraya min a duduyan jî amade bû lê wisa çêbû ku min ew hemû hişt û ez ji wir derketim. Sedem jî, hinek pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên sîyasî hebû, krîz hebû... li tevahîya welatên Sovyetê de netewperestî gelek xurt bûbû. Her milet rabûbûn, digotin ev welatê me ye ev erdê me ye, nijadperestî derket pêş û gelek tişt çêbûn ku min dît çare tune ye...

Ango ji biratîya gelan hatin radeya nijadperestîyê...

Ez hatim ser wê fikrê ku biratîya gelan tune ye, dostanîya gelan heye, dostanîya mirovan heye. Dem tê yek dibêje ev axa min e, ev cihê min e... Li Sovyetê biratîya gelan hebû, di soz û yasayên Sovyetê de, dema ew yasayên Sovyetê nema ew biratî jî hilweşîya. Lê em û Ermenî gelek nêzikî hev bûn, navbera me gelek xweş bû. Ermenîyan di vê çanda me de, di vê hunermendîya me de gelek alîkarîya miletê me kirin ku em bigihijin vê astê.

Li bajarê Oldenburg a Almanyayê mala Êzidîyan heye, tu li wê derê gelek çalak û kar û xebatên xwe li wê derê berdewam dikî. Niha li Mala Êzidyan a li Oldenbûrgê çi kar û xebat li ber destê te hene?

Dema ez ji wir derkevim, di fikra min re jî derbas nedibû ku ez dê bibim Êzidînas, ez dê li ser dîroka Êzidîyan, li ser pirsên Êzidîyan bixebitim, ez dê nivîskar bûm. Endamê komeleya nivîskarên Sovyetê bûm, kitêbên min belav bûbûn, ez dihatim naskirin. Em pêşîyê derketin çûne Kazaxistanê û li Almatayê man, li wir jî em bi çand û kultura Kurdî ve mijûl bûn. Kurd nû çûbûn Almatayê û xebat li wir hebû. Paşê min li wir jî ji min re dest dane û ez derketim Ewropayê, li Oldenburga Almanyayê bicih bûm. Li Mala Êzidîyan hebû ez çend caran çûm wê derê, wan gotin were cem û bikeve nav komîteyê. Komîteya Rewşenbîrîyê bû, min dît ku li wir jî dê gelek xebat bibe, êdî me gazî, zimanzanan, gazî nivîskaran kir ne tenê yên Êzidî hemû nivîskar, gelek nivîskarên Kurdan ên mezin hatin wir û nivîskarên miletên ên ku li ser Kurdan, li ser Êzidîyan nivîsandibûn... Paşê me dît em xebateke mezin dikin, xebateke weke ya enstîtuyê, hevalên me jî got em bikin enstîtutî, min jî got enstîtu navendeke bilind e, em bikin navendeke Êzidînasîyê. Heta niha me 9-10 kitêbên derbarê Êzidîyan de, derarê dîroka Êzidîyan de, çapkirin û kitêbên berfireh in. Niha jî em li ser kar û xebata xwe berdewam in.

Alîyekî te yê helbestvanîyê jî heye, gelek helbestên te bûne stran, weke, ‘Dizanim Kurdistan dê çê bibe’, cara yekem e tu hatî Kurdistanê, bo me hinekê behsa hestên xwe bike?

Tiştek weke xerîbîyê nîne, dema behsa Kurd û Kurdistanê dikirin, em hemû rûdiniştin, xewna me bû, ne enê xewna min bû, ez xort bûm dema çûme nav wan, Hacîyê Cindî bû, Erebê Şemo bû, ew xewna hemûyan bû ku rojekê bên Kurdistanê û Kurdistanê bibînin. Karê Kurd û Kurdistanê li cem me xeta sor bû ti kesê nedikarî, ji wê xetê derbas be. Me nedizanî, ez hatim vir û min dît ku di nav Kurdan de jî xayîn hene, mirovên wisa hene.... eger hemû li ser fikra me ban, niha Kurdistaneke wisa çêbûbû ... perwerdehîya me welatparêzî bû, perwerdehîya me ne olî bû. Em weke 50-60 hezarên Kurdên Êzidî, 30-40 hezar jî Kurdên Misilman bûn, em mîna bira bûn. Dawetek çêdibû em hemû li wir bûn, şînek çêbûba em hemû li wir bûn. Li gel hilweşîna Sovyetê ew biratî jî hilweşîya, her tişt hilweşîya.

Hestên te yên li vir, tu bi çi hesîyayî dema ku tu hatî te pê li axa Kurdistanê kir piştî ewqas salan?

Ez çend caran hatime Rojava jî û Bakur jî, ew jî welat me ye, ez bi gelekan re nas im, em tên û diçin, ew tên û diçin, guhê me li ser hev e. Gelek ji zû ve min dixwast bêm Başur, lê lihev nedihat. Vê carê li hev hat û ez hatim. Welatekî xweş, xêr û bêr... tenê bihêlin em bi vê xêr û bêra xwe bisitirin, Kurd li vî welatê xwe bisitirin, Kurd divê vî welatê xwe bernedin. Divê Kurd neçin xerîbîyê, ti cih ji welatê mirov çêtir nîne, derketin windabûn e, derketin bihûşt nîne, derketin dojeh e... mehek, du, sê hinekê baş be, lê paşê dibe derd û keser dikeve ser dilê mirov.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin