Mustafa Ozçelîk: Du rojên li Dêrsimê

Mustafa Ozçelîk: Du rojên li Dêrsimê

.

A+A-

Mustafa Ozçelîk

KURD-KAVê bi minasebeta 87emîn salvegera jenosîda Dêrsimê, di roja 5ê gulana 2024ê de, li Dêrsimê konferansek li dar xist.

Moderatorîya vê konferansê endamê rêveberîya KURD-KAVê rêzdar Mehmet Gul kir.

Konferansê bi rêzgirtina ji bo şehîdên jenosîda Dêrsimê destpêbû.

Di destpêka konferansê de Serokê Giştî yê KURD-KAVê rêzdar Mehmet Celal Baykara di derbarê armanca vê konferansê û jenosîda Dêrsimê de axaftinek kir.

Akademisyen û lêkolînerên rêzdar Doç Dr. Yalçin Çakmak, Mahmut Akyürekli û Cemal Taş di derbarê pêvajoya berîya jenosîda Dêrsimê, dema jenosîdê û pêvajoya piştî wê de agahdarîyên gelekî girîng û biqîmet pêşkêş kirin.

Ji Dêrsimê û derveyî Dêrsimê beşdarîyeke baş û berbiçav çêbibû, ev jî cîhê dilxweşîyê bû.

Girîngîyeke din a konferansê jî ew bû ku, konferans li Dêrsimê li dar ketibû.

Ez rêzdar Mehmet Celal Baykara û rêveberîya KURD-KAVê ji ber li dar xistina vê konferansê ji dil û can pîroz dikim.

Em jî wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi heyetekê beşdarî vê konferansê bûn.

Bi minasebeta konferansê, me firsend dît da ku em bikaribin di rojên 5 û 6ê gulanê de, li Dêrsimê, Gelîyê Mûnzûrê, Ovacikê, Çavkanîyên Avê yên Mûnzûrê û li Hozatê bigerin.

Roja 6ê gulanê, em wek heyeta PWKyê, mêvanê heval, dost û birayê me, Serokê Giştî yê KURD-KAVê rêzdar Mehmet Celal Baykara bûn û me li Çavkanîyên Avê yên Mûnzûrê Masîyê Şabelot xwar.

Di vê gera me ya li Dêrsimê, min şansa ku bikaribim seredana gundê Dêrika Navçeya Hozatê jî bikim bidest xist. Li gorî agahdarîyên ku rehmetîyê bavê min ji min re gotibû, pêşîyên me, ji gundê Dêrik a navçeya Hozat a bajarê Dêrsimê, teqrîben 350 sal berê, koçî Serêkanîyê ya Rojavayê Kurdistanê kirine (Wê demê Serêkanî di destê Osmanîyan de bû). Piştî ku 100 salekî li wê derê mane, hatine Dêrika Çîyayê Mazî ya ku nuha navçeya Mêrdînê ye. Hinek ji wan jî dîsa vegerîyane gundê Dêrik a navçeya Hozatê.

Ji ber vê agahdarîya ku min zanîbû, min her dixwest herim gundê Dêrik a Hozatê bibînim. Ev gera me ya Dêrsimê firsend da min ku ez bikaribim herim Dêrika Hozatê.

Heval û dostê me, kek Mehmet Celal Baykara yê ku Serokê KURD-KAVê ye, bi xwe jî ji Hozatê ye. Kek Mehmet Celal Baykara ji min re gotibû ‘’Serokê Şaredarîya nuha ya Hozatê jî ji gundê Dêrik a Hozatê ye û ji eşîra we, eşîra Rûtan e''.

Di konferansa KURD-KAVê ya li Dêrsimê de rêzdar Cîhan Baykara yê birayê kek rêzdar Mehmet Celal Baykara, min û Serokê Şaredarîya Hozatê rêzdar Aydin Kaya bi hev da naskirin. Rêzdar Aydin Kaya min dawetî Hozatê û gundê Dêrikê kir. Nuha Dewleta Tirkîyeyê nave Dêrikê guherandîyê û kirîye Sarisaltik.

Roja 6ê gulanê ez û rêzdar Mehmet Celal Baykara, me seredana Şaredarîya Hozatê kir. Serokê Şaredarîya Hozatê rêzdar Aydin Kaya bi awayekî germ û dostane pêşewazîya me kir. Paşê em bi hev re ber bi gundê Dêrikê bi rê ketin. Lê mixabin ji ber barana zêde rêya Dêrikê têkçibû, em nikarîbûn herin navenda gundi. Lê em çûn Dêrika Jêrîn, em çûn mala bavê rêzdar Aydin Kaya û wî bavê xwe yê 94 salî bi min da nasîn. Min di sohbeta li gel bavê rêzdar Aydin Kaya de tekîd kir ku di navbera Dêrik a Hozatê û Dêrika a Mêrdînê de girêdaneke eşîrî û malbatî heye. Herweha ez agahdar bûm ku, li Hozatê nifûseke zêde ya eşîra Rûtan heye. Eşîra Rûtan bi zaravayê kurmancî diaxivin.

Gera me ya li Dêrsimê, ew wêneyê ku ji çîya, daristan, şînahî û avê pêk hatî, li gel çûyîna gundê Dêrika Jêrîn, hest û manewîyata min rehet kirin, laşê min sivik kirin.

Em li Pertekê li Vapûrê siwar bûn, em derbasî alîyê din ê Bendava Kebanê bûn. Em çûn Elezîzê.

Li Elezîzê, ji bo şîva êvarê em bûn mêvanê kek Mehmet Selîm Ûzûn û ji wê derê jî em vegerîyan Amedê.

Ez ji ber mehzûvanîya wan a ji dil, dostane û germ, spasîya rêzdaran Mehmet Celal Baykara, Mehmet Selîm Ûzûn û Serokê Şaredarîya Hozatê rêzdar Aydin Kaya dikim.

Mustafa Ozçelîk

2-199.jpg1-172.jpg3-174.jpg5-113.jpg7-073.jpg9-050.jpg10-037.jpg11-029.jpg111-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin