Îsal li Amedê çend esnafan dikanên xwe girtine?

Îsal li Amedê çend esnafan dikanên xwe girtine?

.

A+A-

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îsal 272 esnafan ji ber zêdebûna xerciyan dikanên xwe girtine.

Serokê Odeya Esnaf û Pîşekaran a Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu hejmara esnafên ku îsal neçar bûne dikan û kargehên bigirin eşkere kir.

Li gorî amarên Odeya Esnaf û Pîşekaran a Amedê (DESOB), 2023yan 4 hezar û 239 esnafên nû navê xwe tomar kiribû û hezar û 346 esnafan jî navê xwe jê biribû.

Herwiha di nav 4 mehên îsal de hejmara dikanên ku hatine girtin zêde bûye û 272 esnafan navê xwe jê biriye û 847 esnafên nû jî navê xwe tomar kiriye.

Odeya Esnaf û Pîşekaran a Amedê diyar kir ku beriya 10 salan li parêzgehê hejmara dikanan 5 hezar û 500 bû lê niha daketiye 2 hezar dikanan û sedema bingehîn jî enflasyon, bêkarî û hejarî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin