Pentagon: Îran dixwaze Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dûr bixe

Pentagon: Îran dixwaze Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dûr bixe

.

A+A-

 Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder got, “Îran dixwaze Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dûr bixe.”

Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

S. Ryder amaje pê kir ku Îran hewl dide li bakurrojhilatê Sûriyeyê hegemonyaya xwe zêde bike û got:

“Ev ne tevgereke nû ya Îranê ye.

“Îran dixwaze Amerîkayê û hevpaymanên wê ji Rojhilata Navîn dûr bixe û hewl dide bi rêya hêzên xwe yên wekîl siyaseta xwe ya derve bi cih bîne da ku karibe her tiştî li gorî dilê xwe bike.”

“Em rêzê li serweriya welatên li herêmê digirin”

Berdevkê Pentagonê pêwendiyên Îran û hêzên çekdar ên li Sûriyeyê bi bîr anîn û diyar kir:

“Çavê me tim li ser vî tiştî ye. Berovajiyê wan komên ku li herêmê bi cih bûne, em rêzê li serweriya welatên li herêmê digirin.”

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derdora 900 leşkerên Amerîkayê hene û piraniya wan li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine bicihkirin.

“Meyla me herî zêde li ser têkbirina DAIŞê ye”

Patrick S. Ryder anî zimên, “Meyla me herî zêde li ser têkbirina DAIŞê ye. Herwiha em bi hevpeymanên xwe re dixebitin da ku paşerojê li ser hêzên me, welatiyên me û şirîkên me metirsî çênebin.”

“Nabe ku em rawestin”

 Patrick S. Ryder got ku hêza berê ya DAIŞê nemaya û berdewam kir:

“Hêza DAIŞê ya 10 sal berê nemaye, ev tiştekî baş e lê nabe ku em rawestin.

Divê em bi hev re bixebitin da ku DAIŞ careke din xurt nebe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin