Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Çapkirina pirtûkan ji nivîsandina wan zortir bûye

A+A-

Em tim ji hev loma dikin û dibêjin, edebiyata kurdî pêş nakeve. Zimanê kurdî her ku dihare ber bi mirinê ve dihare. Êdî zarok ango nivşên nû bi kurdî qise nakin û gelek tiştên din.

Vana hemî rast in. Gotinên di cih de ne. Lewra divê nivîskarên kurd li ser vê yekê rawestin ji xwe, ji der dora xwe, ji weşanxanên hene bipirsin û bêjin; çima em di vî halî dene an ketine vê rewşê.

Birêz Lokman Polat di vê derheqê de nivîske dirêj di çandnamê de bi sernavê ”KOLLEKSIYONA PÎRTÛKÊN NEÇAPKIRΔ nivîsîbû di wir de ji bona çareseriya vê pirsgirêkê pêşniyara wî jî hebû. Ew daxwaza kooperatifeke ku berhemên nivîskarên kurd biweşîne, bê damezrandinê kiribû. Herwiha ew daxwaz dike ku herkes bikaribe vê munaqeşe bike da ku em bi hev re çareseriyekê ji vê re bîne an bibîne.

Li gor min pêşniyariya wî di cih de ye. Lê gelo ev ê derdê nivîskarên kurd çareser bike an na? Helbet mirov vê biceribîne dê baş be. Lê ez bi xwe ne bawer im. Ji ber ku kurd di hemû karên xwe de di destpêkê de baş dikin lê talî têk dibin. Ya din ev kar karê weşanxaneyan e.

Niha weşanxaneyên me yên li Bakurê Kurdistanê hene, fêr bûne ku tenha dibêjin; ”Perên me tune ye ku em berhema te çap bikin. Ji ber ku pirtûkên kurdî nayên firotin, em tê de zirarê dikin”. Mirov di karekî de zerar bike, divê dev jê berde. Lê em dinêrin û dibînin, herku dihare hin weşanxaneyên nû jî li yên kevin zêde dibin. Gelo zirara wan rast e?

Ez bi xwe ne bawer im ku rast be. Lê weşanxanên me xwe fêrî peregirtinê kirine. Ev kar ji weşangerîyê bêtir kirine karê pereqezenckirineke bê wate. Ez ne li dij im ku weşanxane qezenc bikin. Divê qezenc bikin û baş jî qezenc bikin da ku bêtir xizmeta wêjeya kurdî bikin. Lê wiha nakin. (Hin îstîsna ne tê de) Çi dikin?

Bi ser de fêrî vê jî bûne ku bi rehetî nivîskar jî dixapînin. Heqê çapa pirtûkekê digirin lê di eslê xwe de ew heqê mesrefê du pirtûkan e. Pirtûka te çap dikin perê din berra bêrîka xwe dide, pirtûka te difroşe perê ji wir jî tê berra bêrîka xwe didin.

Helbet karê ticaretê karekî baş e ku mirov jê fêm bike û wê bike. Lê nabe ku îro zimanê şêrin ji nû de zindî dibe, nivîskar hewl didin wî zîndîtir bikin. Dixwînin, dinivîsînin, bi salan keda bêhempa didin ji bona berhemeke nû bê çapkirin. Lê kesên wê çap bikin dernakevin. Nayên dîtin, heta ku tu perên çapê nedî.

Taliya talî mirov li ber keda xwe, zehmetiyên mirov kişandine dikeve û biryar dide ku bi perê xwe berhema xwe dide weşandin. Ji ber kes çap nakin. Heta niha 10 pirtûkên min derketine, ji bilî Barzan Digirî yên din hemû bi perên min hatine çapkirin.

Tu berhema xwe bi perê xwe didî çapkirin, weke tu dixwaze weşanxane belav nake, reqlama wê nade. Ji ber ku perê xwe girtiye bê firotin neyê firotin, zêde ne xema weşanxanê ye. Di vir de nivîskar tu fêde ango di warê aborî de jê nagire. Her bi perê xwe dixesire. Dem tê êdî nivîskar jî nema dikare perê çapê bide û berhemên bi salan ked dayê, bi awayekî neçapkirî di ambara wî/ê de dimîne.

Tu îro ji kîjan nivîskarî bipirsî bi kêmanî çend berhemên wî/ê yên ji bona çapê amade ne lê nikare wan bide çapkirinê, hene.

Çareserî çiye?

Çaresî ew e ku divê nivîskarên kurd bi temamî dev ji nivîsandinê berdin. Ne di malperên partiyan û ne jî di malperên din de nenivîsînin. Ji ber bi qasî ez dizanim hemû nivîskarên me bi fedekarî dinivîsînin û ji ber wan nivîsên xwe peran jî nagirin.

Di ser de jî hin wan weke ew ango nivîskar mecbûrin ku binivîsînin, dibînin, dizanin. Lewra jî zêde qîmet û rûmeta wan jî nayê girtinê. Lê fêm nakin ku heger nivîskar dev ji karê nivîsandinê berdin dê wê gavê zimanê kurdî bi temamî bimire.

Partiyên me, rêxistinên me, dewlemedên me qet vê nafikirin loma jî alîkariya nivîskarên xwe nakin. Ji ber vê helwesta wan ez jî pêşniyar dikim ku em hemû nivîskar dev jî karê nivîsandanê berdin, bê ka dê rewş çawa bibe.

Yên xwe diêşînin, bi salan zehmetiyê dikişînin da ku berhemekê biafirînin nivîskar in. Yên ji wê qezenc dikin weşanxane û partî ne. Nivîskar her zerar dike loma jî dem tê êdî hewesa ku ew êdî binivîsîne pêre namîne.

Li aliyê din partî, dezgeh û hin şexsiyet tim dibêjin; ziman li ber têkçûnê ye: Ey baş e madem ziman li ber têkçûnê ye ji bona ew ziman têk nere, te heta niha ji bona vê çi fedakarî kirî ye?

Çareserî:

Helbet pêşniyara birêz Lokman Polat jî baş e, lê ne çareserî ye. Li gor min çaresî ew e ku partî û rêxistinên me, dewelemendên me û bi taybetî jî xwendevanên me bi hev re dest bavêjin vê, wê ev problem çareser bibe.

Bila vê bi hev re çareser bikin da ku êdî çapkirina pirtûkan rehet û hêsan bibe da ku nivîskar jî xwe li karê xwe germ bikin.

Önceki ve Sonraki Yazılar