
Encama hilbijartinên Iraqê û Herêma Kurdistanê ya fermî hat ragihandin
.
Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê bi awayekî fermî encama hilbijartinên Iraqê û Herêma Kurdistanê ya fermî hat ragihandin
Di parlementoya Iraqê de 329 kursî hene, li Iraqê Hevkariya Geşepêdanê û Îmarê ya di bin serkirdayetiya Muhammed Şiya es-Sudani de ku serokwezîrê niha ye bû partiya yekem.
Li pey Sûdanî de Partiya Teqeddumê ya bi serpereştiya serokê berê yê meclisa Iraqê Muhammed Halbusi de bû partiya duyem û ya serokwezîrê berê Koalisyona Dewleta Qanûn ya di bin serpereştiya Nuri el-Maliki de bû partiya sêyem.
Hevkariya Hêzên Dewletê ya Ammar el-Hakim di rêza 4an de, lîsta Sadiqun ya Qays el-Xazalî ket rêza 5an.
Li Herêma Kurdistanê PDK bû yekem û YNK bû partiya duyem.
Silêmaniye:
YNK 8, Helwest 3, PDK 2, Nesla Nû 2, Yekgirtû 2 kursiyan sitend.
Li Erbîlê:
PDK 9, YNK 3, Helwest 2, Nesla Nû 1 kursî sitend.
Li Duhokê:
PDK 9,Yekgirtû 2, Kota 1 kursî sitend.
Mûsil:
PDK 5, Teqeddum 4, Îttîfaq 4, Ehlê Nînowa 3, Îttîfaqa Azim (Müsenna es-Samerrai) 3, Hasmi Wetenî 3 Bedir (Hadi el-Amiri) 3, İttihad Ehli Ninowa 2, Meşrûî Arabi 1, Watan Hewyetine 1, Êzîdî 1, Cemahir 1 kursî bi dest xistin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin