
Lemya Qedûr: Modela Îraqê dikare ji bo Sûriyeyê bibe mînak
.
Parlamentera Partiya Keskan a Almanyayê Lemya Qedûr ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye, di çarçoveya heyeteke Almanyayê de serdana Sûriyeyê kir da ku rewşa welat ji nêz ve binirxîne. Piştî serdanê, nîqaşên li ser paşeroja Sûriyeyê û dersînorkirina penaberan germtir bûn.
Lemya Qedûr di hevpeyvîneke taybet de ji hevkara me Mey Dost re behsa derfetên nû, metirsiyan û rola Kurdan li Sûriyeya paşerojê dike.
Lemyan Qedûrê li ser daxwazên sîstema nenavendîtiyê ya Rojavayê Kurdistanê jî got,”Ev pirseke baş e. Bi taybetî Kurdên Sûriyeyê ku beşek ji wan di nav malbata min de ne, pêwîstiya wan bi asteke ewlehî û xwerêveberiyê heye. Rast e ku Kurd dikarin wekî li Îraqê asteke xwerêvebiriyê biparêzin. Ev bi teqezî dikare bibe modelek li Sûriyeyê lê kêşe û erkê herî mezin a li pêşiya serokê demkî ew e ku çawa dikare wan dîwarên ku di navbera komên civakî de çêbûne, dîsa hilweşîne. El Şer dê li ser vê yekê bê nirxandin: Gelo ew dê karibe Îslamiyên di nav refên xwe de dîsîplîne bike û wan ji komkujiyan dûr bixe? Gelo ew dê karibe baweriyê di nav civaka Durzî yan Elewiyan de ava bike? Gelo ew dê dadmendiyê ji bo hemûyan pêk bîne? Ez bawer dikim Sûriyeyî berî her tiştî vê yekê dixwazin: Ji bo hemû kesî dadperwerî.”
Hevpeyvîna wisa ye:
Rûdaw: Rojbaş xanima Qedûr.
Lemya Qedûr: Silav ji bo we.
Rûdaw: Alîgirên dersînorkirinê dibêjin ku rejîma Esed hilweşiyaye û divê niha Sûriyeyî vegerin da ku welatê xwe ji nû ve ava bikin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? We bi heyeteke Almanyayê re Sûriye ziyaret kir, gelo rastiya li ser erdê vê yekê nîşan dide?
Lemya Qedûr: Erê û na. Erê, li hin herêmên Sûriyeyê, dibe ku rewş hîn wekî 20 sal berê be, ji ber ku şer dem rawestandiye lê bajarên wekî Dêrezor an Himsê, yan jî li ser rêya di navbera Şam û Helebê de, eger hûn ji nêz ve li aliyê rast û çepê otobanê binêrin, hin cihên wê wekî Xezeyê lê hatiye, yan jî bi rastî wekî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem lê hatiye. Li wir jiyan qet nayê borandin. Xelk jî li wir najîn, tenê kavilên malan mane. Ango ew kesên ku îro dibêjin şer bi dawî bûye, ev rast e, şer bi dawî bûye lê ev nayê wê wateyê ku welat ne wêran e. Berevajî, em niha dibînin bê ev welat çi qasî wêran bûye.
Rûdaw: Siyasetmedar Johann Wadephul piştî serdana xwe ya Şamê teqezî li ser wê yekê kir ku Sûriye hîn welatekî aram nîne. We bi xwe jî ji medyayê re gotiye ku li hin herêman, wekî nimûne li Şam an Idlibê, heta radeyekê aramî heye. Gelo ev tê wê wateyê ku li gorî we, dersînorkirin ji bo hin herêman di bin hin mercan de mimkin e, yan hûn hîn jî vê yekê wekî metirsî dibînin?
Lemya Qedûr: Hikûmeta demkî ya Ehmed Şer ragihandiye ku ew dikarin milyonek Sûriyeyî yên ku dixwazin bi dilxwazî vegerin wergirin. Milyonek, ev destpêkeke gelekî baş e lê di heman demê de amaje bi wê yekê jî kir ku ew gihiştine sînorê kapasîteya xwe. Malbata min ku xelkê wê herêmê ye, ji min re dibêjin, erê, mirov dikare li vir bijî lê kesekî ku jiyaneke aram ji bo zarokên xwe bixwaze, divê li derfetên kar û perwerdeyê binêre. Ango bi baweriya min, divê bi hûrgilî bê nirxandin ka veger ji bo kê mimkin e lê neçarkirina vegerê ji niha ve, ez vê yekê wekî pirsgirêk dibînim. Eger kesek bixwaze bi dilxwazî vegere, bêguman dikare vegere.
Rûdaw: Almanya bi awayekî çalak hewl dide karkerên pispor ji welatên din wergire lê di heman demê de dersînorkirina wan Sûriyeyiyên ku li vir dijîn û kar dikin, tê gotûbêjkirin. Hûn vê yekê red dikin, çend endamên din ên Bundestagê bi helwesta we re ne? Û hûn bi awayekî konkret çi dikin ji bo nîşan bidin ku Sûriyeyî ji bo aboriya Almanyayê destkeftek in?
Lemya Qedûr: Bi aşkerekirina vê yekê di gotûbêjên xwe yên siyasî de. Di fraksiyona Partiya Keskan de ne tenê ez im ku her tim amaje bi wê yekê dikim ku li vî welatî pêwîstiya me bi hemû karker û pisporan heye, ferq nake Sûriyeyî bin an na lê eger em ji nêz ve li Sûriyeyiyan binêrin, ew beşeke girîng a karmendan pêk tînin, nexasim di sektora tenduristiyê de. Sektora tenduristiyê ya Almanyayê jî pişta xwe dispêre Sûriyeyiyan. Loma ew daxwaza ku dibêje 'eger em ji Sûriyeyiyan xilas bibin, dê aştiyeke zêdetir hebe', gotineke pûç e. Her kesê ku bawer bike bi vî awayî digihîje aştiyê, divê bizanibe ku eger Sûriyeyî biçin, dê aboriya Almanyayê gelekî lawaz bibe. Piraniya fraksiyona min jî heman nêrînê parve dike û em li her derê teqez dikin ku ev nîqaş bêwate ye. Em bi giştî dengên bi vî rengî ji Alternatîva ji bo Almanyayê (AfD) dibihîsin lê dema ku Serokwezîrê Almanyayê tiştekî wisa dibêje, giraniyeke wê ya cuda heye. Ev nêrîn niha gihiştiye navenda civakê û divê bibe sedema nerazîbûnê.
Rûdaw: Pêşwaziya fermî ya Ehmed Şer li Berlînê rastî rexneyên tund hat. Gelek kes dibêjin, nabe Almanya pêşwaziya kesekî bike ku berê di lîsteya terorê de bûye. Hûn derbarê vê serdanê û rexneyên li ser wê çi dibêjin?
Lemya Qedûr: Ez jî beşek ji wan rexneyan parve dikim ku mirov bi guman û hişyar be. Bi baweriya min ev guncaw e lê di heman demê de, divê bê qebûlkirin ku piraniya xelkê Sûriyeyê gelekî kêfxweş in ku herî kêm ji Esed rizgar bûne. Bi Ehmed Şer re wek serokê demkî, ez jî bawer dikim ku divê em vê yekê bi awayekî hevseng bibînin. Divê em ji rexneyan fêm bikin û miqate bin lê di heman demê de fêm bikin ku niha pêwîstiya Sûriyeyê bi aramiyê heye. Eger kesek bi awayekî pêbawer hewl bide bêje 'min xwe ji paşeroja xwe dûr xistiye', divê vê yekê bi kiryarên xwe piştrast bike. Tewra rexnegirên Şer ên ku ez li Sûriyeyê bi wan re axivîm jî ji min re dibêjin, 'em derfetekê didin wî û em ê bibînin.' Divê ew derfet jê re bê dayîn lê ew dê li gorî kiryarên xwe bê nirxandin.
Rûdaw: Gelo eger Ehmed Şer li Berlînê bi rastî razî bibe koçberên Sûriyeyî wergire, li gorî nêrîna we ev dê gaveke baş be?
Lemya Qedûr: Pirs ev e, eger ew razî bibe, ez matmayî me ku çawa dikare bi hezaran kesên din bêyî binesaziyeke baş dîsa di nav dewleta Sûriyeyê de entegre bike. Ev tê wê wateyê ku eger ew vî karî bike, divê berdêla wê pir giran bûbe. Divê mirov bipirse, gelo dewleta Almanyayê di beramber de çi pêşkêşî wan kiriye? Ango, gelo ev hatiye kirîn? Ev aliyê metirsîdar ê mijarê ye. Di navbera tawanbar û kesên metirsîdar û hemû kesên din de cudahiyeke mezin heye. Eger Sûriye tawanbaran wergire, wê demê pêwîst e hikûmeta Sûriyeyê jî bifikire ku wan tawanbarên Alman ên ku li Sûriye yan Îraqê di zindanan de ne, radestî Almanyayê bike. Ev daxwazeke pir 'kesk' e (mebest jê Partiya Keskan e). Eger em bixwazin ji tawanbaran xilas bibin, divê berî her tiştî em tawanbarên xwe jî wergirin.
Rûdaw: We rexne li bûyerên tundûtûjiyê yên li beravê û Siwêdayê girt ku ji aliyê hêzên girêdayî Şer ve hatin kirin. Gelek Kurd niha ditirsin ku tiştekî bi heman rengî bi serê wan jî bê. Divê çi bê kirin da ku êrişên wisa dubare nebin û pêkhate, Kurd jî di nav de, baştir bên parastin?
Lemya Qedûr: Ev pirseke baş e. Bi taybetî Kurdên Sûriyeyê ku beşek ji wan di nav malbata min de ne, pêwîstiya wan bi asteke ewlehî û xwerêveberiyê heye. Rast e ku Kurd dikarin wekî li Îraqê asteke xwerêvebiriyê biparêzin. Ev bi teqezî dikare bibe modelek li Sûriyeyê lê kêşe û erkê herî mezin a li pêşiya serokê demkî ew e ku çawa dikare wan dîwarên ku di navbera komên civakî de çêbûne, dîsa hilweşîne. El Şer dê li ser vê yekê bê nirxandin: Gelo ew dê karibe Îslamiyên di nav refên xwe de dîsîplîne bike û wan ji komkujiyan dûr bixe? Gelo ew dê karibe baweriyê di nav civaka Durzî yan Elewiyan de ava bike? Gelo ew dê dadmendiyê ji bo hemûyan pêk bîne? Ez bawer dikim Sûriyeyî berî her tiştî vê yekê dixwazin: Ji bo hemû kesî dadperwerî.
Rûdaw: Gelek Kurd daxwaza sîstemeke dewletî ya nenavendî û îdareya xwerêveberiyê ji bo herêmên xwe dikin. Helwesta we di vî warî de çi ye? Bi baweriya we, divê rola Kurdan di Sûriyeya nû de çi be?
Lemya Qedûr: Pêwîst e roleke wan a sereke, yan herî kêm roleke berbiçav hebe. Ew beşek in ji vî welatî û beşek in ji nasnameya Sûriyeyê. Li cem min Sûriye her tim dewleteke pirneteweyî bûye. Ez dixwazim mirov bifikire ku hikûmeteke paşerojê bi beşdariya wezîrên Kurd, Elewî, Xiristiyan, Durzî û Êzidî bê damezrandin. Heya ku hemû Sûriyeyî bin û ji bo berjewendiya tevahiya gel bixebitin, ev tiştekî baş e. Eger bê gotin em dewleteke îslamî ne, wê demê divê tolerans û azadiya her baweriyeke din bi awayekî rastîn bê misogerkirin; her wiha bi soza ewlehiyê jî. Ev astengiyeke mezin e û ez matmayî me gelo ev yek dê serkeftî be yan na.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin