Di riya têkoşînê de Bîranînên Mewlanzade Rîfat
Lokman Polat
Pirtûka bîranînên Mewlanzade Rîfat ji alî lêkolînvan Seîd Veroj ve ji bo cape hatiye amadekirin û pirtûk di nav weşanên ”Dara” de li Amedê hatiye weşandin. Pirtûk 196 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de hinek belge/çavkanî û wêne hene.
Derbarê Mewlanzade Rîfat de di pirtûkê de agahdariyên gelek berfereh hene. M. Rîfat rewşenbîrekî kurd e û para wî jî hepis, zîndan, lêdan û sirtgûn dikeve. Lêbelê ew di jiyana xwe ya sirgûnê de jî vala nasekine, kar û xebat dike, pirtûk û kovar diweşîne.
M. Rîfat hêj li Stenbolê ye bi nave ”Serbestî” rojnameyeke diweşîne. Di weşana ”Serbestî”yê de li hember desthilatdariya Siltan Abdulhamîd muxalîfî tê kirin, li desthilatdariya wî rexne tê kirin û herweha azadiya kurdan tê parastin. Serbestî ji bo ku muxalîfî dike, xezeba desthilatdariya Îtîhad û Teraqiyê dikşîne ser xwe. Rojnamevanekî xebatkarê Serbestiyê ji alî Îtîhat û Teraqîyan ve tê kuştin. Paşê Mewlanzade Rîfat jî pêşî dikine hepisxaneyê û paşê jî wî sirgûn dikin.
Mewlana Rîfat li sirgûnê jî weşana rojnameya Serbestiyê didomîne. Ew li sê cihan rojnameya ”Serbestî”yê diweşîne. Ew pêşî bi Celadet Alî Bedirxan re û paşê jî bi Şerîf Paşayê kurd re rojnameya Serbestî diweşîne.
M. Rîfat bi Celadet Bedirxan re dostanî datîne û ew bi hevre kar û xebata weşangeriyê pêk tînin. M. Rîfat di nav rêxistina ”Kurd Tealî Cemîyetiyê” de jî cih digre û xebata siyasî didomîne. Ew di ducîbûna Kurd Tealî Cemiyetî de piştgiriya hêla serxwebûnxwazên Kurdistanê dike. Ango Mewlanzade Rîfat bi serxwebûnxwazan re ye…
Naveroka pirtûkê gelek xurt e. Di bîranînên Mewlanzade Rîfat de gelek bûyerên girîng, agahdariyên wê dema wî hene. Zilma faşîzma desthilatdariya M. Kemal, dîktatoriya wî û zilma wî ya li hember netewa kurd di pirtûka bîranînê de tê rave kirin.
Divê ev were zanîn ku dijminê netewa kurd ê herî har, herî xedar, herî faşîst kemalîzm e, desthilatdariya kemalîst a dewleta komara Tirkiyê ya kemalîst e. Faşîzm bi MHPê dest pê nekiriye…Di esasê xwe de faşîzma tirkan bi Îtîhad û Teraqî dest pê dike û bi kemalîst faşîzmê didome.
Ji dema desthilatdariya Îtîhad û Teraqî heta niha qedera siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd kuştin, girtin û sirgûn bûye. Zilm û zordariya dewleta kemalîst a dagirker her tim li hemberê kurdan domiyaye.
Di rojnameya Serbestiyê de nivîsên Bedîûzzaman Saîdî Kurdî jî hebûye. Serbestî hem li Misirê û hem jî paşê li Ewropayê/Parîsê hatiye weşandin. Li Parîsê bi alîkariya dirafî a Şerîf Paşayê kurd hatiye çapkirin. Şerîf Paşa bi xwe jî tê de nivîsiye.
Di pirtûkê de behsa daxwazên Şêx Abdulselam Barzanî tê kirin ku ew daxwaz gelek girîng in. Şêx Abdulselam Barzanî van daxwazên ji bo doza netewa kurd di sala 1907 de pêşkêşê desthilatdariya Osmaniyan dike. A. Barzanî di sala 1907 de bi beşdariya gelek serokeşîran, gelek şexsiyetên/kesayetiyên kurd ên pêşeva bi erêkirina wan re ji desthilatdariya dewleta Osmaniyan ku birêvebirê sazûmana wê demê îtîhad û Teraqî bû van daxwazan dike.
- Di herêmên kurdan Kurdistanê de kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin.
- Qeymeqam, midur, karmendên dewletê kurd bin, bi kurdî zanibin.
- Perwerde bi kurdî be.
Ji sala 1907 ta îro 118 sal derbas bû dewleta Osmanî û berdewama wê dewleta kemalîst hêj jî van daxwazên kurdan qebûl nekirine. Hêj jî tu heqeq nedane kurdan. Partiya ku Xwedêgiravî li ser navê kurdan û bi rayên kurdan 100 miletwekilî xiste meslîsa komara tirkan yek carek jî van daxwazên bi heq yên kurdan ön rewa li meclisê pêşkêş nekirine.
Beriya ku ez gotara xwe ya danasîna pirtûka bîranînên Mewlanzade Rîfat dawî bikim, di derbarê lêkolînvanê hêja Seîd Veroj de vê bibêjim. S. Veroj lêkolînerekî berhemkar e. Wî bi dehan pirtûkên lêkolînî nivîsiye û weşandiye. Hemû pirtûkên wî serdemên cuda yên dîroka kurd û Kurdistanê rohnî dikin. Van pirtûkên hêja yên lêkolînî bikirin û bixwînin.


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin