• Diyarbakır 10 °C
  • Batman 11 °C
  • Hakkari 7 °C
  • Şırnak 10 °C
  • Ağrı 4 °C

Caban El-Kurdî heta Wefayê Kurdî

Caban El-Kurdî heta Wefayê Kurdî
Mûrad Ciwan

 

Ji sehabe Caban El-Kurdî heta murşid Ebu’l Wefayê Kurdî

Mûrad Ciwan

muradciwan56@gmail.com

Di lêkolîn û lêgerînên xwe de, qenaetek li min peyda buye ku di ser eşîra mezin a kurd a tarîxî; Cawaniyan re dikare peywendiyeka dîrokî-civakî di navbera Caban El Kurdîyê sehabeyê pêxemberê îslamê Hz Muhammed û damezrênerê terîqeta Wefaiyeyê; (murşidê hema hema hemu şaxên elewîtiya Anadoluyê û Kurdistanê yên kurd û tirk) Ebu’l Wefa el Kurdî de hebe. Helbet belgeyên xurt li ba min tunene. Lê yên heta nuha li ber dest in, nîşan didin ku dikare ev pêwendî eger baştir bê zelalkirin, rola kurdan a di îslamê bi giştî, îslama Kurdistanê û Anadoluyê bi taybetî de baştir bê fêhmkirin. Heta li gel rehên îslama ortodoks û heterodoks ên civakê, hin baweriyên ku xwe li derveyê îslamê dibînin jî zelaltir bibe.

Loma, ev nivîsa min tenê wek balkişandinekê û mihaweleya rêvekirinekê ye di derbareyê peywendiyên sehabe Caban El Kurdî, eşîra kurd a Cawanî û murşid Ebu’l Wefa el Kurdî de.

Caban El Kurdî

Caban El Kurdî yek ji wan kurdan e ku di dema pêxember Hz. Muhammed de bûye misilman, hevalê wî yê ew qas nêzîk e ku ji wî hin hedîsên li ser jiyana malbatî û paşeroja îslamê ên sehîh hatine rîwayetkirin. Ew, her wiha di destpêka belavbûna îslamê de xwedan roleka giring e jî.

Diyar e, di dema nêzîk û ya modern de, yê ku cara pêşîn bal kişandiye ser sehabe Caban El Kurdî Ebû Senâ Şihabeddîn Mahmud el- Alusî (1802 – 1854)[1] ye. Wî di berhema xwe ya bi navê Tefsîr’ul- Rûh’ul- Meanî de ku di 1850-yê de temam kir, cih daye Caban El Kurdî (Ebû Meymûn Caban El Kurdî) û ew û kurê wî Meymûn îbn Caban El Kurdî daye naskirin. Di nav kurdan de jî Mehemed Emîn Zekî Beg di destpêka sedsala 20-ê de li ser agahiyên ji Mahmud el Alusî wergirtî, di kitêba xwe Tarîxî’l Kurd we Kurdistan de û di berhema xwe de ya bi navê Meşahîrî Kurd we Kurdistanê de cih da vî yekemîn sehabeyê pêxember ê kurd ê naskirî. Bi saya wan, agahiyên ji berhemên ji destnivîsên tarîxa îslamê ên derbarê Caban El Kurdî û kurê wî Ebû Buseyr Meymun ibni Caban el Kurdî rêkûpêktir digihên me.

El Alusî radigihîne ku alimê hedîsê yê misrî yê sedsala 14-ê-15-ê El Hâfız Ebû’l Fazl Ahmed bin Ali bin Muhammed Şihabeddîn el- Kinanî el- Asqalanî (1372 – 1449) ku bi kurtî wek Îbn-î Hacer tê naskirin, di berhema xwe ya bi navê El- İsabe fî Temyîz el- Sahabe[2] de behsa wan hedîsên pêxember dike ku ji bal sehabeyên kurd ve hatine neqilkirin. Muhammed bin Suleyman el- Rudanî jî di berhema xwe ya bi navê Cem’ul- Fewaîd de hedîsekê neqil dike ku wî ji Meymûn El Kurdî û wî jî ji bavê xwe Caban el Kurdî rîwayet kiriye ku wî jî ji pêxember bihîstiye. Alimê hedîsê yê Suriyeyî ê naskirî Suleyman el- Taberanî (873-970) jî El Mucem’ul-Ewsatê de diyar dike ku sehabe Ebu Hulde bûye şahide wê yekê ku hedîs ji Meymûn el Kurdî hatine bihîstin ku wî jî ji bavê xwe rîwayet kirine.[3] Yanî Caban El Kurdî hevalê pêxember ê nêzîk bû.

Caban el Kurdî piştî ku bû misilman, wek walî hat şandin devera Bazenê ku tê gotin devera wî bû.

Mehemed Emîn Zekî Beg di destpêka sedsala 20-ê de, di berhema xwe ya bi navê Meşahîrî Kurd we Kurdistan de agahiyên Alusî yên li ser Caban el Kurdî derxist pêş û ew di nav meşhûrên kurd de nasand.

Di vê navberê de Mehmed Emîn Zekî Beg, bal kişand serê ku navê vî sehabeyî, muhtemelen ‘Gavan’ e ku ji ber deng û alfabeya erebî wek ‘Caban’ hatiye nivîsîn. Pişt re Ebdullah Varlî jî di berhema xwe ya li ser dîroka dewletên kurd[4] de, bal kişand ku ‘Caban’ bi eslê xwe ‘Gaban’ e, lê ji ber tunebûna dengê ‘g’ ew wek ‘Caban’ hatiye nivîsîn. Rast e, di erebî de ne dengê ’g’yê ne jî yê ‘v’yê heye, loma îhtîmaleka mezin gotina ‘Gavan’ di destnivîsên erebî de wek ‘Caban’ hatiye nivîsîn ku di mesela van dengan de, di tarîxa îslamê de û nuha jî, di çavkaniyên bi erebî de em gelek caran rastî guhertinên bi vî awayî tên, ew qas ji orîjînalên xwe dûr dikevin ku nema tên nasîn.

Di çavkaniyên kevn de, meriv li gel navê Caban el Kurdî rastî navê Caban el Surdî/Sirdî jî tê. Di dema modern de gelek dîroknasên tirk û ereb ji bo eslê kurd ê Caban wenda bibe, wî ne wek Caban el Kurdî, lê Caban El Surdî/Sirdî dinivîsin. Ev ji qewmiyetperestiya dîroknasên dema modern tê. Lê ew leqeb divê em bizanin ku di qirnê navîn de, ne bi mihawelekirina wendakirina kurdîtiya wî jî hatiye bikaranîn. Esas piştî ku di çavkaniyên kevnar de Caban el Kurdî heye, ne hewce ye meriv ji hebûna sifetekî din têkeve gumana nekurdbûna wî. Gelek caran însanên naskirî hene ku bi sifetên cuda tên naskirin, li gel sifetê qewmiyeta xwe, ê bajarê xwe, ciyê ku lê meşhur bune û hwd.

Li ser ‘Surdî/Sirdi’ya Caban, ji bal kurdan ve jî hin teorî hatine pêşkêşkirin. Ebdullah Varlî îdîa dike ku ev nav jî awakî gotina qewmiyeta wî, kurdî bi xwe ye. Ew behsa versiyonên Curtî/Cyrtî ya ku grêkiyan kurd pê binavkirine dike û dibêje ku di telefuzê de ev Curtî/Cyrtî diçû heta dengê Çurtî/Çyrtî. Ji bo ku dengê ‘ç’ di erebî de tunebû wek mesela ‘Çînî/Sînî’ ereban Curtî dikir Surtî/Sirtî. Loma carina jî wek Caban el Surtî/Sirtî hatiye li gor Varlî.

Li gor Amir Hadî jî Surdî ew sifet e ku ji ber ciyê ku ew jê hatiye lê hatiye danîn. Ew dinivîse ku di Mu’cemu’l Buldan a Yaqût el Hemawî de navê Serderoz wek yê gundeki ji gundên Hemedanê hatiye û dibe ku paşnav ‘Sserdî’ bi guhertina ‘Serdî’ ya ji Serderozê hatibe û guhertinên wiha di zimanê erebî de pirr in. Eger ev rast be, nexwe ya dirist ew e ku Caban Al Sserdî bavê Meymûn Al Kurdî ye. Ji ber Hemedan li herêma Çiya (El Cîbal) ye, ya ko welatê kurdan e û ew Ekbatana paytexta kevn a Mediyan (bapîrên kurdan) beriya sala (550 BM) bixwe ye.[5]

Îhtîmala ku Caban el Kurdî ji derûdora Hemedanê hatibe ne dûrî aqilan e.

Divê bê bibîrxistin ku têkiliyên kurdan li gel ereban hê ji berî hilatina îslamê hebûn. Ereb cîranê başûr ê kurdan bûn. Berî îslamê, kurd li welatê xwe, di navbera du împaratoriyên mezin de parçe bûbûn; Welatê çiyayîn ê Torosan ê heta başurê Musilê, heta bigihê Tikrîtê û bakurê Helebê, Cizîr û tevayiya rojhilatê Ruhayê, Nisêbîn, bakurê Helebê û derûdora Amîdayê, di bin destê Împaratoriya Romayê de, beşê din ê Kurdistanê jî ku piranî bû, di bin destê Sasaniyan de bû. Sasanî jî, berî îslamê, İraqa Ecem û İraqa Ereb, seranserê peravên Xelîca Besrayê; heta bigihê Yemen jî tê de, destilatdar bûn. Hê kevntir, Sasanî gihaştibûn Misirê jî, demekê ew xistibûn bin destên xwe. Di vê çarçeweyê de hem kurdên nav Romayê hem yên nav Sasaniyan cîranên bakur ên ereban bûn.

Erebistana derûdora Mekeyê û Medîneyê jî di nav eşîrên ereban de perçe bûbû. Em dizanin ku Muhammed berî teblîxa pêxemberiya xwe, di destpêkê de li gel apê xwe û pişt re li ser navê hevjîna xwe Xatîceyê tîcaret dikir û ew yan heval û hevkarên wî ber bi Yemenê, Suriyeyê (Dimeşqê), Necefê, Besrayê û Dêzfulê ve diçûn dihatin. Li van bazaran, tucarên kurd û ereb gelek rastî hev dihatin û pêwendiyên xurt ên danustendinê di navbera wan de hebû. Dimeşq bajarekî giring ê biladê Suriyeyê û Dêzfûl jî li rojhilat nêzî Hemedenê û welatê Çiya (El Cîbal) bû ku bazirganên kurd dadiketinê. Demekê ku şer li devera Suriyeyê, di navbera Romayî û Sasaniyan de derket, bazarên Dimeşqê ji bo bazirganiyê bûn nelêhatî, li başûrê Mekeyê, li Xelîcê û Yemenê jî bazirganên kurd û ereb rastî hev hatin, wan danûstendin kirin. Loma ne ecêb e ku hê berî îslamê gelek hevalên Muhemmed ên kurd hebin, danustendin û alîkarî di navbera wan de hebin. Ebdullah Varlî, de berhema xwe de behsa hin Kurdan û alîkariyên wan bi Muhemmed re ên di destpêka pêxemberiyê de jî dike.

İhtîmala mezin, Caban (Gavan) el Kurdî yek ji van kurdên El Cîbal, an derûdora Hemedanê bû ku dadiket bazara Dêzfulê, başurê Mekeyê, heta Yemen û Dimeşqê jî û bûbû hevalê pêxember ê nêzîk. Loma hem zûbizû bû misilman, hem jî hê di destpêkê de wek walî ji bo devera Bazên hat tayinkirin ku ew li wan deran îslamê belav bike û welêt îdare bike. Ew qas kesekî pêşdahatî û binavûdeng bû.

Li vir divê em werin ser eşîra Cawaniyan a kurd ku di tarîxa îslamê de demeka durûdirêj roleka mezin leyistiye.

Eşîra kurd Cawanî

Cawanî eşîreka kurd e ku di tarîxa îslamê de hê di sedsala 8-9’ê de çavkaniyên ereb û îslamê behsa wê kiriye. Ji wê demê heta sedsala 13-ê; dewra dewleta Eyyubiyan jî bi minasebetên cüda, navê vê eşîrê û yên mezin û pêşdehatiyên wê, têkoşîn û berhem û xizmetên wan ji bo misilmantiyê tên kirin.

Di derbarê eşîra Cawanî de di dema modern de lêkolîneka berfireh, belkî jî take-lêkolîna seranserê tarîxê ji bal dîroknasê nîvê sedsala 20’ê ê Iraqî û mamosteyê Zankoya Bexdayê Dr. Mistefa Jawad /Cewad) (1901-1969) ve hatiye kirin. Dr. Mistefa Cewad, di sala 1954’ê de bi erebî lêkolîneka dûrûdirêj li ser Cawaniyan kir û ev, di Kovara Zanistan a Iraqê de hat weşandin. Pişt re di salên heftêyî de li Başûrê Kurdistanê, di dema Şoreşa Kurdên Başûr de, şairê binavudeng Hejar Mukriyanî ew lêkolîn wergerand ser kurdî(soranî) û di Govarî Korrî Zanyarîy Kurdî de bi navê ‘Hozî bîrkirawî Gawan’ bi pêşgotin û hin notên binî hat weşandin. Van salên dawiyê Aso Zagrosî wergera kurdî bi nasandin û wergerandina ser Tirkî û kurtkirineka gelek berfireh a hêja li ser torra Înternetê, di lêkolîneka xwe de weşand. Di metnên wergera Dr. Cewad û şîrove û nasandinên Zagrosî de bi berfirehî hem li ser Cawaniyan hem li ser Ebu’l Wefayê Kurdî û pêwendiya wî bi Cawaniyan re tê rawestiyan.[6]

Ev xebat jî destnîşan dikin ku eşîra ku di çavkaniyên erebî yên qirnê navîn de wek ‘Cawanî’ nivîsandî, bi eslê xwe eşîra ‘Gawanî/Gavanî’ ye ku ji ber tunebûna deng û tîpên ‘g’ û ‘v’yê ew bi wî awayî hatiye nivîsîn. Ez tevî vê tespîtê dibim û di ser de, bi gumana min, dikare peywendiyek di navbera sehabe Gavan (Caban) el Kurdî û eşîra Gavanî (Cawanî) de hebe, ew ji wê eşîrê be. Heta dikare berî misilmanbûn û walîbûna Caban el Kurdî li devera Bazen li ser navê îslamê, navekî din ê eşîrê hebûbe, piştî navdarbûna Caban (Gavan) el Kurdî eşîrê destpêkiribe bi navê Cawanî (Gavanî) hatibe naskirin. Di eşîran û dewletên qirnên navîn de, hema hema hergav wiha ye ku bi navûdengdayina kasayetiya ji nav eşîrê, mîrekiyê an dewletê, ew navê xwe yê kevn dihêle û bi navê kesayetiyê nuh tê naskirin. Karîzmaya sehabetiyê û walîtiya deverekê a di destpêka berfirehbûna îslamê de gelek bilind û hêja ye ku eşîra sehabe û walîyê deverê ji ber navê ‘Gavan’ bibe ‘Gavanî’.

Mesela gumana min a ku sehabe Caban (Gavan) el Kurdî dikare ji wê eşîrê hatibe û pişt re navê xwe dabiyê ji wê yekê tê ku çavkanî gava behsa Cawaniyan (Gavaniyan) dikin ciyê wan ê destpêkê ê naskirî, wê deverê nîşan didin ku Caban el Kurdî jî muhtemelen ji wê derê hatiye. Qasî ku tê zanîn yê cara pêşî bi navê Cawanî behsa vê eşîra kurd kiriye Mesudî (tarîxa mirinê 956 Bexda) ye. Ew di berhema xwe Murûcu’l Zehebê de gava behsa kurdan dike navê vê eşîrê jî tîne. Pişt re di serî de Îbnu’l EsîrÎbnu’l Kesîrİmad İsfahani (1125-1201), Firuz Abadi(1329- 1414) Seyid Murteza ZubeydiSibiki û hin kesên tir behsa Cawaniyan an serok û mîrên wan dikin. Gava Mesûdî, Cawanî jî di nav de behsa eşîrên kurdan dike, diyar dike ku ew li devera El Cîbalê dijîn. El Cîbal, li gel navê Zozan (Zewzan) yek ji wan navên herî kevn e ku ereban li welatê kurdan kirine. El Cîbal, pirtir ji derûdora İsfahan, Hemedan û bakur û rojhilatê şaxîn ê Şarezora wê demê re, ji deverên çiyayîn ên Zagrosan re dihat gotin. Zozan jî pirtir ji destpêka Şingalê û Musilê bigre seranserê Hekkariya berfireh a devera çiyayîn a welatê kurdan re dihat gotin.

Cawanî jî ji eşîrên devera El Cîbal, yanî derûdora Hemedanê bûn. Gava meriv bifikire yek ji wan bajarên bazirganiyê yên berî û dema destpêka îslamê ew Dêzfula li başurê rojavayê Hemedanê bû û bazirganên kurd û ereb li wê derê hev didîtin, ev jî îşaret e ber bi wê yekê ve ku Caban û Cawanî ji eynî deverê bûn û bazirganên Cawaniyan (yan jî navên wan ên kevn ku em nuha nizanin.) li gel bazirganên ereb; Muhammed û heval û merivên wî di nav peywendiyên xurt û baş de bûn.

Cawanî pişt re di dema destpêka sedsala 12’e (teqrîben 1101-2) de tevî eşîra Benî Esed ya ereb bajarê Hille ava dikin. Hille qasî sed kîlometreyan li başurê Bexdayê ye, nuha jî bajarekî şên ê ereb e. Dr. Mistefa Cewad di 1954’de dinivîse ku hê taxeka Hilleyê, bi navê Taxa Kurdan tê naskirin. Lê ji wê demê bi vir de, ew tax nemaye. Hille ji alî rojava ve nêzîkî Hemedanê ye û ev jî delîlan xurt dike ku Cawanî di destpêka xwe de li wan waran dijiyan, ji wan deran hatin, wan Hille avakir û di tarîxa îslamê de di dewra Ebbasiyan de, pişt re bi îstîlaya tirkmanên oxuz û avabûna dewleta Selçûqî re rolaka esasî lîst.

Gava oxuz Îranê, Kurdistanê û İraqa Ereb îstîla dikin, gelek dewlet û hukumetên xanedenî yên îranî, kurd û ereb ên lokal û mezin dixin bin zefta xwe û pişt re hêdî hêdî desthilatan ji destên serok û mîrên wan derdixin, dixin bin yên li gel xwe. Di wan şeran de ku Tuğrul û sultanên Selçûqî yên piştre hatî li gel xelîfeyên Abbasî kirin, Cawanî jî bibizav xuya dikin. Ew ji Hilleyê tên heta Musilê, li wan deran serdarî dikin, gelek caran ew jî li hember Selçûqiyan dikevin şeran, gava bi ser dikevin warên xwe firehtir dikin, lê gava zora wan diçe ew vedikişin heta rojavayê çemê Feratê, Herranê, Ruhayê.

Duberekiyên navbera Selçûqiyan û kurd

Gava meriv li tarîxa Selçuqiyan dinêre, eşkere ye ku nelihevkirin û pevçûnek di navbera wan oxuzên li pey Tuğrul û zarokên wî û oğuzên li pey pismamê wî Arslan Yabgu û birayê wî yê ji dêmariyê Îbrahîm Yinal de heye. Bera Tuğrul, Alpaslan û pişt re Melikşah û Muhamed û Sencer û hwd. her tim bera Îbrahîm Yinalê ji dêmariyê û Arslan Yabguyê pismam, ji navenda desthilatê dûr xistine û tim şandine perîferî û serhedan. Yan ji bo ku li navendan cih negirtine ew bi xwe li serhedan (ew deverên hidûdî yên ku di navbera daru’l îslamê û daru’l herbê de hebû li rojava Romayî û ermenî, li bakur ermenî, gurcî, çerkez û civakên din yên ne misilman) diman.

Di van pevçûnên malbata xanedaniyê de, kurd her çendîn li gel herdu aliyan hebûn jî, pirrtir ku bera Tuğrul û Alparslan li navendê xurt bû, bi ser ket û wek deverên ereb û îraniyan, yên kurdan jî xistin bin destên xwe, bi wan re dihatin hemberî hev. Pirraniya Kurdan li gel İbrahîm Yinal û Arslan Yabgu hevkarî û bi bera Tuğrul re şer kirine, ew bera ku li Îranê, İraqa Ecem û ya Ereb û li Kurdistanê dewleteka berfireh danî. Arslan Yabgu jî bavê Kutalmış e, ku ew jî bavê Suleyman Şahê bapîrê sultanên dewleta Selçuqiyên Romê ye. Gelek kurdan li gel vê berê hevkarî kirine û li gel wê û zarokên Kutalmış an Suleyman Şah ber bi rojavayê Anadoluyê ve di nav hidûdên Împaratoriya Romayê de bipêş ve çûne. Li serhedên Selçûqiyên Romê, gelek mîrekîyên serhedan ava kirine û li peravên Deryaya Sipî û ya Egeyê bûne Emîr Sevahîl (mîrên peravan).

Cawaniyan (Gavaniyan) jî hevkarî li gel Îbrahîm Yinal kir û bi şer derket hember Selçuqiyên mezin. Lê ew têk çûn û vekişiyan rojavayê Feratê. Bi vî awayî meriv Cawaniyan li Suriyeya kevn, li Bîladê Şamê jî dibîne. Heta di dema Eyyubiyan de rêvebir û alimên jêhatî ji Cawaniyan derketine, xizmeteka hêja di dewleta Eyyubî de kirine. Em rastî weqf û medreseyên bi navê Cawanî tên ku ilim û îrfan belav kirine.

Lazim e, şopa Cawaniyan a piştî Eyyubiyan jî bê ronahîkirin. Muhtemelen wan di dema Memlukiyan, ya Selçûqiyên Romê û Osmaniyan de rola xwe leyist, şopa xwe di tarîxê de danî. Her wekî mîrekiyên serhedên Romayê û emîr sewahîlên Germiyanî, Candarî, Menteşayî, Aydinî, Sarûxanî û hinên din. Germiyanî li gor Îbnî Batuta êzîdî bûn, Menteşayî û hin beg û reîsên din ên serhedên Selçûqiyên Romê, wê demê alewî bûn.

Li Hilleyê, hevkarên Cawaniyan eşîreta ereb a Benî Esedî ser bi Fatimiyên şîe bûn. Mîr û begên Cawanî jî gava Selçuqiyan zora wan bir, demekê wan dev jê berda xutbe li ser navê Xelîfeyê Abbasî nexwend, li ser navê xelîfeyê Fatimiyên Misrê yên şîe xwend, lê pişt re ew vegeriyan.

Em dizanin ku murşidê mezin ê Adewiyeyê Şêx Adî bin Musafir (kesayetiyê pîroz êzîdîtiyê) û Ebu’l Wefa hemdem û hevalên hev bûn. Loma pêwendiyên pir alî bi civakên alewî û êzîdî re hebûne û dikare bê fahmkirin ku Cawanî bi xwe sunne û şîe (alewî) têkilhev bûne.

Ebu’l Wefayê Kurdî

Yek ji van şopan bi saya alim û mitesewifê mezin Ebu’l Wefa el Kurdî dikare bê taqîb kirin, ku navê wî yê rastîn Muhammed e. Ew, sala 1026’e li gundê Qusanê ê nêzî Wasita Iraqa wê demê ji dayik buye.

Di derheqê Ewbu’l Wefa de, di sala 1321-ê de ji bal Şehabeddîn Ahmed el- Wasitî yê ji terîqeta Wefaiyeyê ku damezrênerê wê Tacu’l Arifîn Muhammed Ebu’l Wefa el Kurdî ye, menqibeyek bi erebî ya bi navê Tezkiretu’l-muttaqin ve tebsiratu’l- muqtedîn (du cild) nivîsîye. Pişt re kurteyeka guhartî jî bi zimanê osmanî, bi navê Menâkıbnâme-î Tacu’l Ârifîn es-Seyyid Ebu’l Vefâ hatiye nivîsîn. Ew ji bal Dursun Gümüşoğlu ve hatiye transkrîbekirin ser alfabeya Latînî, sadekirin û li gel osmaniya wê ya bi tîpên Latînî di 2006-ê de li Tirkiyeyê hatiye weşandin.[7] Eslê destnivîsê yê orîjînala menaqibnameyê ya bi erebî li Parîsê di arşîva Muzeya Nasyonal de ye.

Ew kitêb, diyar dike ku bav û diya Ebu’l Wefa bi eslê xwe kurd in. Lê ji ber ku ew danerê murşid ê terîqeta Wefaiyeyê ye, di nav xelkê wê demê de wek seyyid tê naskirin, nivîskarê Menaqibnameyê jî silsileya bavê wî, di ser Hz. Husên re digihîne Fatîmaya keça Hz. Muhammed û Hz. Alî. Li gor kitêbê navê bavê Ebu’l Wefa Muhammed Arizî (li hin deran Azîzî hatiye nivîsîn) ye, pişt re ji ber kurê xwe ew wek Muhammed Abu’l Wefa El Kebir El Arizî hatiye naskirin. Ew ji eşîra Benî Nercis a kurd e. Navê diya wî Fatîma (Ummu’l Gulsum) ye ku ew jî bi eslê xwe kurd e, navê birayê wê (xalê Ebu’l Wefa) Şêrko ye.

Ebu’l Wefa, demekê li gundeki bi navê Kalmîna maye. Bavê wî, tê gotin, di navbera gundên Hayasem û Zebaleyê de çuye hatiye. Yek ji çavkaniyên Osmanî ku di 1530’ê de hatiye nivîsîn[8] gundê Zebale qasî 10 kilometreyan li bakurrê Herranê nîşan dide. Ev gund, nuha jî bi navê tirkîkirî ‘Giyimli’ heye.

Bi maneya ku li wê deverê şopên murîd û xelîfeyên terîqeta Wefaiyeyê hene, ev cih ne dûrî aqilan e. Wek tê zanîn Baba Îshaqê (xelîfeyê Baba Îlyas) şêxê ji terîqeta Wefaiyeyê ku di 1240-ê de serî li hember Sultanê Selçuqiyên Romê Xiyasuddin Keyxusrewê II-yê hilda, bi xwe li gundeki bi navê Kefersudê (Keferduz, tirkan kiriye Doğanlı) dijiya ku ew dikeve nav hidûdê Hisni-Mansurê (Semsurê, Adiymana nuha).

Baba X’arqîn (Ğarqin, yê x’erqbuyî) ku ew jî şêxekî ji terîqeta Wefaiyeyê ye, tekyeya wî li gundeki nêzîkî Qosarê (Dunêsir, Qiziltepeya nuha) ye.

Sembola pîroz a terîqeta Wefiyeyê, kulahê ji çermê geyikan (xezalan, ceylanan) e. Vê terîqetê ew qas giringî daye vê sembolê ku wan li ser wê, bi terîqeteka din re pevçiniye û dawîn ew di destê xwe de hiştiye. Ne xerîb e ku hê ji tarîxên gelek kevn de heta nuha, deşta Herranê û Berrîya Mêrdînê warê geyikan (xezalan) e. Vê terîqetê, gava ew li vê deverê ava buye, tevgeriyaye û geş buye, postê, heta belkî serê geyikan ji bo xwe wek sembol hildaye.

Li Bursayê nuha tekyeyek heye ku tirk jê re Geyîklî Baba dibêjin. Di destpêka avabûna dewleta Osmanî de, li Bursayê şêxekî naskirî hebû bi navê Geyîklî Baba. Gava jê hat pirsîn gelo ew kî ye, çi kes e, wî got ew ji terîqeta Wefaiye ye û xelîfeyê Ebu’l Wefa ye. Li serê wî hergav kulahê ji çermê geyikan hebû, loma xelkê ew bi navê Geyîklî Baba bi nav dikir.

Ebu’l Wefa, bi umre xwe mestir be jî hevalê Şêx Adî bin Musafir (kesayetiyê pîroz ê êzîdiyan, demzrênerê terîqeta Adewiyeyê) û yê Abdulqadirê Geylanî (Gîlanî, damezrênerê terîqeta Qadirîyeyê) bûye. Wê demê, ew hemû li devera Musilê (Şingalê), Suriyeyê û İraqê, heta Wasitê, Hilleyê tevgeriyane, çûne hatine.

Gundê Heysam (Heyasim) li başurê Musilê bûye. Di sedsala 16-ê de li bakurê İraqê gundekî bi navê Bâb-i Hâysam (Ordekkoy), hebuye ku hin dîroknas dibêjin dikare ev gund be[9]Kalmîna/Qalmîna yek ji wan gundan bû ku Ebu’l Wefa demekê lê ma, dikare ew gund be ku di sedsala 16-ê de bi navê ‘Halmîna/Xalmîna’ li bakurê İraqa wê demê hebû.

Yek ji şagird û xelîfeyên Ebu’l Wefa jî, yê bi navê Şeyx Mecîdê Kurevî, tê îddîakirin ku li gundê bakurê İraqê ê bi navê Babilan a li devera Daqûqê (Tawuqê) hatiye definkirin. Ev der jî ew dever e ku Gavanî, Nêrgizî, Seyyid Arizîyê bavê Ebu’l Wefa û ew bi xwe lê geriyane, ciwarbûne.

Navê Qusanê li devera İraqa kevn a cografî (Iraqa Ecem û Iraqa Ereb) a berfireh tê destnîşan kirin. Lê li devera Efrînê jî gundekî bi navê Qusan/Kûsan heye. Wel hasil ev hemî wek puzzel parçe parçe ne, bi lêkolînên kûrtir û berfirehtir divê ev wêne bêhtir bên zelalkirin.

Eşîra ku di tekstên erebî de wek Benî Nercîs tê naskirin di esasê xwe de Benî Nêrgiz (Nêrgizan) e. Benî Nêrgiz, wek tîreyekê ye li ser eşîra konfederasyona mezin a Cawanî (Gavaniyan) ye. Pêwendiyên Nêrgiziyan li gel Gavaniyan di tarîxê de xurt xuya dikin. Mesela di dema Sultan Muhammed Taparê Selçûqiyên Îranê de şerek di nabera vî Sultanê Selçuqiyên Îranî û hevkariya hin eşîrên ereb û kurd de derdikeve ku eşîra Gavaniyan jî di nav wan de bû. Piştî ku ev hevkarî li hemberî Selçuqiyan têkçû, Sultan Muhammed Tapar Gavanî jî di nav de, eşîr ji cih û warên wan qewirandin. Warên Gavaniyan; Qusan, devera Wasit û Hilleyê dan tîreyên Beşîrî û Nêrgizî ku her du jî beşin bûn ji Gavaniyan, lê muhtemelen di wî şerî de li gel Selçûqiyan rawestiyabûn.[10]

Ev, nîşan dide ku bavê Ebu’l Wefa di navbera Herranê û başûrê Mûsilê de gelek caran çuye hatiye, hetta dibe ku ev der, her sal warên ser riya çûnûhatina eşîra Nêrgiziyan a ber bi zozanan û germiyanan ve bû. Ne dûr e ku Ebu’l Wefa jî di destpêkê de terîqeta xwe Wefaiye li van deveran geş kiribe.

Di qirnê navîn de Xorasan, ji coğrafyaya îro berfirehtir bû; hidûdê wê ê başûrê rojava digihîşt hetta hidûdên rojhilat ên İsfahanê û Hemedanê, ji başûr heta Belucistanê û ji başûrê rojhilat ve heta Afxanistanê fireh dibû. Riyeka orduyên şer, karwanên bazirganan û heciyên çûna Meke û Medîneyê hebû ku li dora Hille, Wasit, Dêzfûl û Hemedanê jê re Terîq el Xorasan dihat gotin. A ev eşîr, gelek ji wan li herdu aliyên Terîq el Xorasanê bi cih bûn, ew ji wê derê belavî rojava, bakur, Musilê, Zozanan, Bîladû’l Şam, Suriye û welatê Selçûqiyên Romê bûn. Terîqeta Wefaiyye jî ev riyên belavbûnê hilbijartine û bi rêwîtiyeka sedsalan gihaştiye nav welatê Selçûqiyên Romê, mîrekiyên serhedan ên kurd, tirkman û moğol, pişt re jî Osmaniyan. Bi mezinbûna Osmaniyan, şaxên terîqeta Wefaiyeyê (herwekî Bektaşiye) gihîştiye heta Balkanan.

Ebu’l Wefa, bi jineka bi navê Husniye re zewiciye ku ew ji gundê Qesriye buye.

Ebu’l Wefa beşeka giring ji umre xwe li Bexdayê bi xwendin û terîqet û tesewifê derbas kiriye ku ji ber vê, jê re Ebu’l Wefayê Bexdadî jî hatiye gotin. Zarok ji Ebu’l Wef re nebûne, silsileya terîqetê di riya Şeyx Matarê kurê bire wî re (biraziyê wî) berdewam kiriye.

Di dema saxiya wî de bi sedan mirîd û şagirdên wî hebûne ku 17 ji wan gihaştine asta xelîfetiyê, Şeyx Matar yek ji wan e ku buye postnişînê wî. Yên din jî kurd, tirkman û ereb di nav wan de hene.

Dersderê Ebu’l Wefa, şêxê silsileya Zahirîyê; Şêx Şembekîyê ji eşîra kurd a Şembek e. Şêyx Şembekî li nêzî Wasitê hatiye definkirin.

Ebu’l Wefa di 9-ê Çileya pêşîn (Decembre) a 1107’ê de koça dawîn kiriye. Berî mirina xwe wesiyet kiriye ku Şêx Adî bin Musafir cenazeye wî bişo, li gor menqibeyê ev wesiyeta wî bi cih hatiye.

Terîqeta Tacu’l Arifîn Ebu’l Wefayê Kurdî, ji Misrê heta Kurdistanê, Qefqasyayê heta nîvgirava Erebistanê, li alî din heta rojavayê Anadoluyê, seranserê welatê Selçûqiyên Romê û pişt re seranserê dewleta Osmanî; Ewropayê û Balkanan belav bû. Kesayetiyên wek Baba ÎshaqBaba ÎlyasDede X’arqînGeyiklî BabaHusameddîn Çelebî yê heval û xelîfeyê Mewlana Celaleddînê RomîHecî Bektaşê WelîŞêx Edebalî (Ede Balî), xelîfeyê terîqeta wî ne, ji silsileya Wefaiyeyê tên. Şaxa Bektaşiyê ji Wefaiyeyê peyda buye.[11]

Eger lêkolîn bên kirin ê derkeve meydanê ku gelekên ji van xelîfe û şêxan ku tirkan bi zanebûn ew tirk nîşan dane, kurd in, hetta hin ji wan ji nesla malbata Ewbu’l Wefa bi xwe ne. Her wekî Şêx Husameddîn Çelebiyê xelîfeyê Mewlana Celaleddînê Romî, bizzat ji bal Mewlana bi xwe ve di Mesnewiyê de hatiye destnîşan kirin ku ew ji nesla Ebu’l Wefayê Kurdî ye. Husameddîn Çelebî ew kes e ku Mewlana razî kiriye da ew Mesnewiya xwe beyt bi beyt bêje, ew jî binivîse. Vî karî heşt salan dewam kiriye, dawiyê bi saya Hussameddîn Çelebî ew berhema mezin Mesnewî derketiye. Eslê wê bi farisî ye, lê tirkî û kurdî jî tê de, hatiye wergerandin ser ser gelek zimanan. Nuha, gorra Hussameddîn Çelebî jî li Qonyayê li ber serê gorra Mewlana Celaleddînê Romî ye.

Li gor menqibeya Ebu’l Wefa, ew di nav kurdan de bi navê ‘Kakis El Kurdi’ (Kekê Kurdî) dihat naskirin. Mesela gotina ‘Kakîs’ gelek balkêş e; bi maneya ‘kek/kak, bira’ tê. Em dizanin ku civakeka kurd a Kakeyî heye ku ew jî wek mezhebên din ên heterodox alewî ye. Şêx Edeblî (Ede Balî) yê ku Aşiqpaşazadeyê dîroknivîsê dewleta Osmanî (ew bi xwe jî ji terîqa Wefaiyeyê û ji nesla Baba Îlyas e), wî (Edebalî) ji qewmê Xelîl Candarî yê kurd dinasîne, Edebalî xezûrê demzrênerê dewleta osmanî Osman Beg e, hevlingê (bacanax) Xelîl Candarî (bapîrê Cengîz Çandar) ye. Herdu jî zavayên Şêx Taceddînê Kurdî ne. Şêx Taceddînê Kurdî mudderisê duyê yê yekemîn medreseya dewleta Osmanî a li Îznîkê ye. Edebaliyê zavayê vî Şêx Taceddînê Kurdî û xezûrê Osman Begê damezrênerê dewleta Osmanî, ji xelîfe û şêxên terîqeta Wefaiyeyê ye. Navê wî di nav tirkan de ‘Ede Balî’ ye. ‘Ede’ tê gotin ku di dema kevn de ji bal hin tirkmenan bi maneya ‘kek/bira’ dihat bikaranîn. Yanî Kek Balî.

Wekî din, gotina ku tirk wek ‘Ahî / Ahî Evran’ bi nav dikin, di esasî de ji gotina erebî ‘exî’ tê. Diyardeya Ahîtiyê (exîtî, teşkilata tesewwifî ya îstîxbaratî û parastinî ya sivîl, heta carina ya bin erdê ya pîşesazên qirnên navîn a li Anadoluyê) berê li Îranê di nav faris û kurdan de destpêkiriye, pişt re di dema Ebasiyan de ew di nav ereban de berê bi navê Futuwetê ava buye, adopte buye û navê wê li Anadoluyê buye ‘Ahilik/Exîtî’.

Di qirnê navîn de, li nav Selçuqiyên Romê û Osmaniyan jî her bi wî navî belav buye. Lê ya balkêş, ew zêdetir bestî ye bi Wefaiyeyê ve. Hetta hin îddîa hene ku ew li ser daxwaza Hecî Bektaşê Welî ava buye. Lê eşkere ye ku kevntir e, hem di nav xelkên sunne, hem jî di nav yên alewî, batinî, heterdox de belav buye. Pirtirîn jî di nav esnafên û pîşesazên qesebe û keleyan ên nexwendewar; tetbîqkirên mezhebên cuda yên heterodoks û ortodoks ên îslamê de cih dîtiye. Ev gotinên ‘kakîs’, ‘kakeyî’, ‘ede’ û ‘exî/Ahi’ çi peywendi di navbera wan, wan û Wefaiyeyê de heye, lazim e ji nuh ve hê berfirehtir bê vekolan. Gotin û şexsiyeta ‘Baba Îshaq’ di nav kakeyiyan de xwedî rumeteka mezin e. Gelek menqibeyên Wefaiyeyê ên li ser Ebu’l Wefa, Baba Îshak yan xelîfeyên din di nav Kakeiyan û kurdên Şebek de jî berbelav in. Em bibîrbînin ku yên nêzîktirîn in li warê belavbûna Wefaiyeyê, kakeyî û şebek in.

Terîqeta Wefaiyeyê, çi di misilmantiya ortodoks, çi jî di ya heterodoxs a Anadoluyê ya nav kurdan û tirkan de, buye bingehê gelek şaxên tesewifê. Di dema Selçûqiyên Romê de, heta bigihê Mewlewîtiyê rengê xwe lê vedaye, Ede Balî, Taccedînê Kurdî yê xwezûrê wî û yê Candarî Xelîl Paşa, ev ew kes in ku di avabûna dewleta Osmanî de, di warê ilim û îrfanê de, yê sîstema îdarî û hiqûqî ya dewleta misilman de beşek giring in yên ku rêveberiya avabûna dewleta Osmanî kirin.

Ertuğrul, kurê wî Osman Beg (damezrênerê dewleta Osmanî), padîşahê duyê kurê Osman; Orhan Beg, hetta muhtemelen Muradê I-ê hemî serokhozên şivan û koçer an eskerên xeza û cîhadê bûn, nexwendewar (analfabet) bûn. Ertuğrul bi xwe, ne gazî mucahid, lê şivanê pez, dewar, hesp û deveyên Sultanê Selçûqiyan bû. Ji Ertuğrul pê ve bavikên padîşahên Osmanî nayên zanîn. Suleyman Şah yê li Suriyeyê li Kela Ceberê definkirî (ku nuha gorra wî hatiye guhertin) ne bavê Ertuğrul e, lê kurê Qutalmiş (Kutalmişê) kurê Arslan Yabguyê bapîrê damezrênerê Selçûqiyên Romê ye. Ji Ertuğrul pê ve bavikên Osmaniyan ne diyar in. Ew secereya ku bi Suleyman Şah ve tê girêdan û heta oğuzan diçe, esas hemî çîrok û serhatiyên Selçûqiyên Romê û Xwarezmiya ne. Piştî sed û pêncî salan ji avabûna dewleta Osmanî, sultanên Osmanî bi tarîxnivîsên wek Aşıqpaşaade, Ehmedî û yên din ev dane nivîsîn, kirine tarîxên efsane û rîwayetan. Ne belgeyên dema avabûnê ne.

Osmanî eşîreka biçûk a koçer bûn, Sultanê Selçûqî wek şivanên xwe yên deve, hesp û dewaran ew li derûdora Îznîkê bicîh kiribûn. Li gor Aşiqpaşazade, Ertuğrul bi xwe wek me diyar kir, tenê şivan e, ne gazî, an mucahid e. Doza şer û cîhadê bi Osman Beg destpêkiriye. Wê gavê, mîrekiyên kurd; Germiyanî, Candarî, Menteşayî, Aydinî û Saruxanî ji Deryaya Reş heta Deryaya Sipî, heta ya Egeyê mîrekiyên serhedan ên Selçûqiyên Romê ên li ser hidûdê Împaratoriya Romayê bûn. Pişt re Osmanî derketin meydanê û gav bi gav fireh bûn, heta berî fetha Îstanbulê, hemû dever xistin bin destên xwe û mîrekî wek eyalet bi xwe ve girêdan.

Şaxên cuda yên Wefaiyeyê bi gelek şêx, xelîfe, mitesewif û murşidên xwe ve di destpêka misilmankirina Anadoluyê de ji bal sultanên Selçuqiyên Romê û mîrekiyên wan ên ser serhedan (ûc beyî, sınır beyî, emîr sevahîl), di îslamîzekirin û îrşadkirina Anadoluyê de bi kurd, tirk, moğol, xiristiyanên misilmanbûyî (ermenî û rumên misilmanbûyî) roleka mazin leyist. Hin ji danerên ilm û irfana dewleta Osmanî ew şêx û alimên binavkirirî yên kurd in ku ew şêx û xelîfeyên Wefaiyeyê bûn. Bektaşîtî, Qalenderî ji vê terîqetê kok digrin. Bingehê elewîtiya Anadoluyê bi kurd û tirkên xwe ve ne Ahmed Yesewiyê Asya Navîn, lê Ebu’l Wefa Kurdî ye.

Ferqa Navbera Wefaiye û Qizilbaşiyê

Qizilbaşî bere tunebû, Şêx Heyderê Safewî di dawiya sedsala 15-‘e de ew wek hêzeka şerkar a mucahid-xazî daniye. Qizilbaşî bi Safewiyan; Şêx Heyderê bavê Şah Îsmaîl û Şêx Cuneydê kalikê wî rengê xwe bera ser elewitiya kurdan û tirkmanan a Anadoluyê û Kurdistanê da. Şêxên Safewî, di destpêka terîqetê de li Erdebîlê, suneyên şafiî bûn, bi tesîra moxolî, Timur û Şêrwanşahiyan bûn şîe. Gava bi Xwace Alî, pişt re Şêx Cuneyd û Şêx Heyder Safewiye hat Anadoluyê, Qonyayê (Konya paytexta Selçûqiyên Romê/Anadoluyê), Erzincan, Sêwasê, pişitre çû Suriyeyê, Helebê, Kilîsê, rengê xwe guhert alewîtiya Kurdistan û Romê girt, lê şîetiya Îranê jî bi xwe re xist nav baweriyên van waran.

Gava Safewî ji van deveran û ji Kurdistanê vegeriyan Tebrîzê û Erdebîlê, bi taybetî ku Şah Îsmaîl bû Şahê Îranê, careka din vegeriya ser şîetiya Caferî ya civaka farisan. Qonax bi qonax ew tirkman û kurdên qizilbaş ên heterodoks ji navenda desthilatê hatin bidûrxistin, li perîferiyên Împaratoriyê hatin belavkirin, yan jî bi qetlîaman hatin tasfiyekirin. Faris bûn bingehê etnîkî û şîetiya Caferî bû mezhebê resmî ê dewleta Safewiyan. Pişt re şer di navbera wan û Osmaniyan û mîrekiyên kurdan de derket. Bi Çaldiranê kurd û Osmanî biserketin, pirraniya mîrekiyên kurdan welatên xwe, îdareya xwe xistin destên xwe û bûn tabiê dewleta Osmanî. Osmanî piştî çend pêlên çûnûhatên zeftkirina erdan, heta hidûdê nuha berfireh bûn. Wan bi tifaqa mîrên Kurdistanê Memlukî jî hilweşand û Şam, Misir û Erebistan jî fetih kir. Sultanên Osmanî bûn xelîfeyên îslamê.

Ji wê rojê pê ve Osmaniyan nunerayetiya ortodoxsiya mezhebên sune, Safewîyên Şahên Îranî û yên di pey wan re, nuneriya şîetiya Ortodoks a Îranê kir. Berî vê diyardeyê, Wefaiye wek toleransa mezhebên ortodoks û heterodoks bû. Di nav xelkên nexwendewar de sunetî, alewîtî, şîetî, adewiyeya ku bû bingehê êzîdîtiyê, qadirî, qelenderî, mewlewî bi xetên qalind ew qas ji hev ji mezhebên sune dûr nebûn, dijayetî û pevçûnên kûr ên wek îro di navbera wan de tunebûn. Nêzîkatiyek, tolerans û çûnûhatina nav hev hebû. Cudabûna sunnetiyê bi reqabeta İrana Safewî ya şîe û Osmanîya sunne destpêkir, her ku çû kûr bû, dinya îslamê ji hev dûrket, safewiyan bi zordarî berê xwe den suneyên nav xwe û yên cîranên derûdora xwe. Osmaniyan jî bi ekse wê, berê zordarî û tasfiyekirinên xwe dan alewî û şîeyên nav xwe, bi taybetî alîgirên Îranê û yên Safewiyan. Heta îro ev rikeberî tûj bû û hat. Bi qenaeta min ji ber rengvedena şîetiya caferî ya Safewiyan û şahên Îranê yên piştî wan, ya li ser alewîtî û qizilbaşiya nuha ya Anadoluyê û Kurdistanê îro alewîtî gelek cuda ye ji ya wê demê.

Bi vî awayî, em hatin dawiya nivîsara xwe. Hêvî ew e ku ev tabloya ji sehabe Caban(Gavan) El kurdî ya heta Ebu’l Wefa el Kurdî di ser Gavaniyan û Nêrgiziyan re bala lêkoler û xwendevanan bikêşe ew bibe sebebê vekolînên kûrtir û berfirehtir ên di vî warî de.

 

NOTÊN BINÎ

[1] Van salên dawiyê bala xwendevanên kurd bi saya ronakbîrên wek Ebdullah Varlî, Îbrahîm Saadiyanî, Metîn Dilxêrî û Amir Hadî hat kêşan ser Caban El Kurdî. Wan xwe sipart lêkolerên sedsala 19-ê ê wek Mahmud el- Alusî û yê destpêka sedsala 20-ê Mehemed Emîn Zekî Beg, hin agahdarî pêşkêşî dema me ya îroyîn kirin.

[2] Veguhastin ji Sadiyani, İbrahim. http://nudempress.com/haber/ilk-kurt-sahabi-caban-el-kurdi-726.html

[3] Veguhastin ji Sadiyanî.

[4] Varlî, Ebdullahê Memê Mihemmed (Hoko) Xanî, Dîroka Dugelên Kurd 600-1500, Weşanxaneya Sîpan, 1997 İstanbul.

[5] http://www.alnoor.se/article.asp?id=182321

[6] http://zagrosname.com/blog/2016/03/22/ebu-wefaye-kurdi-gavani-asireti-yarsanlar-aleviler-ezidiler-vs/

[7] Dursun Gümüşoğlu: Tâcü’l Arifîn es-Seyyid Ebu’l Vefâ Menakıbnamesi – Yaşamı ve Tasavvufi Görüşleri, Can Yayınları, 2006.

[8] Muhâsebe-i Vilâyet-i Diyâr-i Bekr ve ‘Arab ve Zü’l-Kâdiriyye Defteri (937/1530) I (1998), s. 131.

[9] ( Nilüfer Bayatlı: XVI. Yüzyılda Musul Eyaleti (1999), s. 115)

[10] Dr. Mustafa Cewad, binere Aso Zagrosî.

[11] Binere Elvan Çelebi, Menakibu’l-Kudsiye fî Menasibu’l-Unsiye, TTK Yayınları 3. baskı 2014, Ankara.

Ev nûçe 733 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din
  • Ehmedê Xanî gunehkar e!06 Tîrmeh 2016 Çarşem 18:02
  • Di ezmûnên giştî yên Sûriyê de keçeka kurd bû yekemîn24 Hezîran 2016 În 11:56
  • Prof. Kizilhan xelat wergirt28 Nîsan 2016 Pêncşem 19:26
  • Ji Samsungê modelek nû02 Adare 2015 Dişeme 11:32