Balyozê Spanyayê: Îmtiyazeke Kurdistanê heye û me jî plana xwe heye

Balyozê Spanyayê: Îmtiyazeke Kurdistanê heye û me jî plana xwe heye

.

A+A-

Balyozê Spanya li Iraqê, Pedro Martineth di hevpeyvîneke li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de, ku bêjera Rûdawê Şehyan Tehsîn roja 19ê Îlonê pê re kiriye, behsa têkiliyên Spanyayê li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Cotmeha îsal li Iraqê, rola Iraqê li navçeyê, hebûna DAIŞê li navçeyê û rola Spanya di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de û gelek mijarên din dike.

Pedro Martineth ragihand, Spanya dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re di hemû waran de pêş bixe û diyar kir, di plana wan de heye balyozxaneya xwe ya rûmetê ya li Herêma Kurdistanê bikin balyozxaneyeke fermî.

Martineth amaje bi wê yekê kir, ku Kurdistanê taybetmendiya xwe heye û ji ber wê jî derfeta pêşxistina pêwendiyan bi Hewlêrê re zêdetir e. Martineth got: “Plana me heye ku em bazirganî û têkiliyên aborî bi hemî Iraqê re geş bikin. Îmtiyaza Kurdistanê ew e ku rewşa ewlehiya wê ji beşên din ên welêt çêtir e. Lewra hejmareke zêde ya şirketên me serdana Kurdistanê kirine û hewl didin rêyekê bibînin da xwe li Kurdistanê bi cih bikin. Yanî ev îmtiyaza we heye, sîstemeke we ya siyasî ya rêkxistî heye û hûn herêmeke mişt aştî ne. Ev jî hîmê têkiliya aborî ye. Veberhêner diçin cihekî ku aştî û aramî lê hebe. Di vî warî de Kurdistan pir baş dike.”

Balyozê Spanya li Iraqê derbarê biryara vekişîna hêzên NATO û Amerîkayê ji Iraqê de jî axivî û ragihand, Ev biryar ji hêla hikûmeta Iraqê ve hat girtin û divê em hemî rêzê lê bigirin.

Pedro Martineth got: “Raman ew e ku Hevpeyman karname û armanca xwe diguherin. Hevpeymaniya me êdî hevpeymaniyeke şerker nabe. Em ê hewldanên xwe ji bo meşq û rahênana Artêşa Iraqê terxan bikin. Piştî 31ê kanûna duyem karnameya Hevpeymaniya Dijî DAIŞê diguhere, lê hinek leşkerên me li Iraqê dimînin li ser daxwaza hikûmeta vî welatî ji bo dirêjahîdana rahênana Artêşa Iraqê.”

Rêzdar Martineth, tu bi xêr hatî Rûdawê.

Pedro Martineth: Gelek spas.

Ez ê ji mijareke germ a Iraqê dest pê bikim, mebesta min hilbijartin e. Gelo Spanya bi nêt e çavdêrên hilbijartinê bişîne ji bo hilbijartinên 10ê Oktoberê?

Pedro Martineth: Pêşî rê bide ez spasiya we bikim ji bo vê hevpeyvînê. Tiştekî baş e ku ez ji medyayeke Kurdî ya Iraqî re diaxivim. Ji bo cara yekem wek balyozê Spanya li Iraqê ez ê di çend rojên bê de serdana Hewlêrê bikim. Dê çavê min bi serokê hikûmetê û serokê Herêma Kurdistanê bikeve. Ez ê serdana parlamentoyê jî bikim. Bêguman dê çavê min bi xelkê Kurd jî li Hewlêrê bikeve. Derbarê pirsa te, ev hilbijartin pir giring in. Hilbijartin giringtirîn bûyer in li welatên demokratîk. Hilbijartin ew kêlî ye rûniştevan îradeya xwe ya siyasî tê de nîşan didin. Ez dixwazim bangewaziyê li hemû Iraqiyan bikim ku beşdarî hilbijartinê bibin. Çimkî ew dem e ku dikarin îradeya xwe ya siyasî nîşan bidin û beşdarî jiyana siyasî ya Iraqê bibin.

Bi rastî, ev hilbijartin pir giring in çimkî Iraq yek ji lîstikvanên sereke yên deverê ye. Ji wexta ku ez berî mehekê gihiştim Iraqê, min dît ku Iraq li navçeyê çalak e û rola welatekî pêkhênerê aştiyê dilîze, ne welatekî çêkerê pirsgirêkan. Rola navbijîvan di navbera welatên din de dilîze da ku navçe aram be. Bi rastî ez bi vê yekê sersam im. Çimkî tişta ji Iraq û deverê re pêwîst e aştî, aramî û diyaloga navbera welatan e. Bi baweriya min, ev hilbijartin ne siberoja Iraqê tenê, lê siberoja navçeyê jî form dikin. Ango hilbijartin ne tenê ji bo siberoja Iraqê giring in, lê belê ji bo siberoja navçeyê jî giring in.

Ev hilbijartin ji bo hemû welatên din jî, xasma welatên ku ne dûrî Iraqê ne, giring in. Wek mînak Spanya ku li ser Deryaya Navîn e û pêwendiyên me yên bihêz bi welatên Erebî re hene, li gor me hilbijartinên Iraqê bêhed giring in. Derbarê erkê çavdêriya hilbijartinê jî, bêguman çavdêrên Spanî di herdu tîmên çavdêrên Neteweyên Yekbûyî û tîma çavdêrên Yekîtiya Ewropayê de hene. Çavdêrên hilbijartinê û pisporên Spanî jî hene ku alîkariya rêvebirina wî erkê çavdêriyê dikin. Erkekî aloz e, çimkî yek ji mezintirîn erkên çavdêriya hilbijartinê di dîrokî de li her welatekî ye. Min bihîstiye ku ev mezintirîn erkê çavdêriya hilbijartinê ye ji bo Neteweyên Yekbûyî di dîrokê de. Bê guman ji bo Yekîtiya Ewropayê jî mezintirîn erkê çavdêriya hilbijartinê li Iraqê ye.

Erê ev cara yekem e.

Ji bo Yekîtiya Ewropayê cara yekem e li Iraqê, lê li welatên din pêk aniye, dibe ku li Iraqê cara yekem be. Ev erk dê di siberojê de jî berdewam bin ji ber giringiya van hilbijartinan.

Nexwe, cenabê balyoz, tu haydarî pirsgirêkên ciwanan î, li gor te çi çareseriyeke siyasî dikare van pirsgirêkan çareser bike?

Bêguman pêwîst e hemî pirsgirêk bi rêya biryarên siyasî werin çareserkirin. Gotûbêj pêwîst in. Lê pêwîst e ew gotûbêj bi awayekî ji awayan ji aliyê hikûmet, parlamento û dezgehên siyasî yên welêt were rêkxistin. Lewma di dawiya dawî de her tişt siyasî ye. Ne tenê tişta hikûmet dike, lê tişta partiyên siyasî jî dikin. Tişta parlamento û hemî dezgehên siyasî dikin, tew welatî jî lîstikvanên siyasî ne. Ev nêrîn rê li ber çareserkirina pirsgirêkan xweş dike. Arasteya civaka her welatekî herdem siyasî ye. Lewma em dixwazin hikûmetekê bibînin ku ji hêla piraniya xelkê Iraqê ve were piştgirîkirin û bikare aştî û aramiyê ji welat re pêk bîne.

Ji gotinên te diyar e ku hizireke erênî di mejiyê te de ye ji bo siberoja Iraqê piştî vê hilbijartinê û piştî vê rewşa siyasî ya niha.

Ez pir geşbîn im. Li gor tişta ku min ji siyasetvanên Iraqê û heval û hevkarên xwe bihîstiye, niha rewşa Iraqê li gor berî 10 salan pir baştir e. Lewra bi dîtina min Iraq bi aliyekî rast ve diçe. Ez piştrast im ku siberoja Iraqê pir balkêş dibe. Welatekî bi petrolê zengîn e. Hejmara şêniyên wê pir e û Iraqî mirovên aştîxwaz in. Bila ji bîra me neçe ku hertim karên tundûtîj ji aliyê mînorîteyeke xelkê ve hatine kirin. Iraqî aramî, aştî û siberojeke baştir ji zarokên we re hêvî dikin.

Iraq pişta xwe bi petrolê girêdide. Her roj rêjeyeke zêde ya petrolê difiroşe. Lê hejarî û bêkarî di nav ciwanan de bûn sedema derketina xwepêşandan û dengdanê. Wek tu haydar î Iraq her tiştî hawirde dike, tew şîr û mast jî ji Îran û Tirkiyê hawirde dike. Kompanyayên Spanî çawa dikarin alîkariya Iraqê bikin ji bo geşkirina kerta berhemanîn û pîşesaziyê?

Wek tu dibêjî petrol dikare îmtiyazek be, lê dikare pirsgirêk jî be. Welatek nikare li ser madeyeke xam a tenê bijî. Ev ji bo siberojê nabe çareseriyeke baş. Petrola we heye. Petrol pereyên zêde tîne nava Iraqê, lê pêwîst e Iraq aboriya xwe bike çend jêder. Desthilatdarên Iraqê vê yekê baş dizanin. Lîstikvanên biyanî jî vê yekê baş dizanin. Tişta ku pêwîst e were kirin, dibe ku ew be petrol ji bo zêdekirina jêderên aborî were bikaranîn. Hewce nake hûn her tiştî ji welatên derve bikirin, pêwîst e hûn bi xwe kelûpelan berhem bînin. Ji bo vê yekê, şirketên derveyî, xasma şirketên Spanyayê dikarin alîkar bin daku kargeh werin avakirin û jêrxana kêrhatî ava bikin ku pêwîst e ji bo xebitandina wan pîşesaziyan û veguhastina wan kelûpelan û çêkirina şirketên nû ku bikarin kelûpelan li Iraqê berhem bînin. Mîna her welatekî din, pêkan e Iraq bibe welatekî hinardekarê berhemên pîşesazî. Lê min dît ku hemî pispor û siyasetvan hevnêrîn in ku pêwîst e guherîn were ser aboriyê û di gelek aliyan de were nûkirin. Herwisa li ser wê yekê jî hevnêrîn in ku pêwîst e aboriyeke tekane jêderî ya Iraqê nebe. Ev tiştek e ku pêwîst e hikûmeta nû bi rijdî werbigire û karekî mezin jê re bike. Ev jî bi hevkariya şirketên biyanî ku dixwazin li vî welatî hilberînê bikin ji bo pîşesazîkirina Iraqê.

We ti kerteke taybet li ber çav girtiye ku piştî hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû kompanyayên Spanî tê de kar bikin?

Erê, pêwîst e ez bibêjim ku salên 1980an hejmareke zêde ya kompanyayên Spanî li Iraqê hebûn. Pir bandorker û berhemdar bûn. Wexta ku ez gihiştim Iraqê, min têbînî kir ku wek pêwîst kompanyayên Spanî li Iraqê kar nakin. Herwisa arezû û meraqa şirketên Spanî ji bo hilberînê bi şêweyeke berçav di zêdebûnê de ye. Gelek şirketên Spanî li deriyê min dane û ji min dipirsin em çawa dikarin werin nav bazara Iraqê? Gelek war hene em di wan de bixebitin. Spanya di aliyê teknolojî de welatekî pêşketî ye. Teknolojiya me ya pir baş heye, di eynî çaxê de em dikarin bi nirxên kêrhatî nîşan bidin. Em di hin waran de pir xurt in wek mînak, di warê hêlên trênan de, Spanya di hejmara hêlên trênê de piştî Çînê li cîhanê duyem e. Ezmûna me ya çê heye, ez nizanim te serdana welatê min kiriye yan na, lê heke tu herî tu yê bibînî ku hejmareke zêde ya trênên me yên lezgîn hene. Wek mînak Spanya hêla trêna bilez a navbera Meke û Medîne li Siûdiyê çêkir. Di heman demê de, em mijûlî çêkirina metroyê li bajarê Riyadê ne. Şirketên Spanî yên warê çêkirina hêlên trênê li welatên derve kar dikin, nexwe çima li Iraqê jî kar nekin? Em di warê çandiniyê de xurt in. Spanya jî welatekî ziwa ye û pirsgirêka me ya kêmbûna avê heye. Di eynî çaxê de, em berhemhênerekî baş ê çandiniyê ne. Çimkî çandinî bi rêjeyeke pir kêm avê berhem tînin. Pêwîstiya we jî bi vê heye, lewra çima hûn di vî warî de hevahengiyê bi fîrmayên Spanî re nakin? Em di rêvebirina jêderên avê de pir jêhatî ne. Ji ber ku pêwîstiya me bi rêjeyeke zêdetir a avê heye, em jêderên ava xwe bi başî birêve dibin. Di warê avakirina jêrxanê de jî şarezatiyeke me ya çê heye. Wek avakirina yekîneyên niştecîbûnê. Hevdem, em xwediyên pergaleke pir baş a avakirina otobanan in. Ezmûna me ya baş di vî warî de heye. Ango em dikarin di çend qadan de hevahengiyê bikin. Di çend waran de jî berê dest bi hevahengiyê hatibû kirin, çimkî hejmarek şirketên Spanî li vir dixebitin.

Cenabê balyoz, Spanya bi 600 eskeran di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de beşdar bû. Niha çiqas leşker û rahênerên we yên leşkerî li Iraq û Herêma Kurdistanê hene?

Erê, ji ber belavbûna Covid-19ê ew hejmar hat kêmkirin. Berî her tiştî ez dixwazim bêjim ku ev hêz li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li vir in. Wek beşekê ji hevpeymaniyê, em ê heta wê dema ku hikûmeta Iraqê bixwaze li vir bimînin. Em dixwazin di piştgirîkirina Iraqê de berdewam bin ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê. Wek min behs kir, me ji ber vê yekê hêz şandin. Heke ez wan hemûyan bi hev re kom bikim, heya niha 5 hezar leşkerên Spanî li Iraqê xebitîne. Bêhitîr 50 hezar endamên Hêzên Çekdar ên Iraqê meşq kirine. Em amade ne hejmara leşkerên xwe li Iraqê zêde bikin ku niha nêzîkî 300 leşkerî ne. Hizir ev e ku em vê hejmarê zêde bikin heke hikûmeta Iraqê ji me bixwaze. Karê wan eskeran meşq û rahênan e û dê di vî warî de berdewam bin. Bi nêrîna me ev karekî giring e û nîşandana piştevaniyê ji Iraqê re ye.

Çend leşkerên we li Herêma Kurdistanê ne?

Li Kurdistanê, hinek eskerên me li Hewlêrê ne û hinek li derveyî Hewlêrê ne, navê cihê wan nayê bîra min.

 Herîr?

Nayê bîra min. Ez bawer nakim ew cih be. Bê guman hemî eskerên me û eskerên Hevpeymanan bingehên taybet bi xwe nîn in, hemî di bingehên leşkerî yên Iraqê de ne. Bingeha me ya taybet tune ye.

Erê. Êrişên DAIŞê li Iraqê di zêdebûnê de ne, xasma li deverên cihê nakokiyê yan deverên cihê nakokiyê yên madeya 140 a destûrê. Gelo ev ji Spanya û welatên Ewropyê yên din re cihê dilgiraniyê ye?

Li gor agahiyên min hejmara êrişan sal bi sal ne zêde, lê belê kêm dibin. Hêj DAIŞ pirsgirêk e..

Li Kerkûk, li Mûsil, li Selahedînê…

Erê, lê ev çend sal in ew êriş diqewimin. Tişta ku min ji pisporên leşkerî yên li vir dixebitin bihîstiye ew e ku rêjeya êrişan salane ji sedî 10 kêm dibin. Ango ez geşbîn im di çend salên bê de rewş ber bi pêş here û DAIŞ bi temamî nemîne û em ê di şerê li dijî wê komika terorîst de bi ser kevin. Seba vê yekê jî Spanya û Hevpeyman piştgiriya we dikin.

Nêrîna te li ser biryara Amerîka û NATO ya vekişîna ji Iraqê çi ye, biryareke rast bû?

Ev biryar ji hêla hikûmeta Iraqê ve hat girtin û divê em hemî rêzê lê bigirin. Lê raman ew e ku Hevpeyman karname û armanca xwe diguherin. Hevpeymaniya me êdî hevpeymaniyeke şerker nabe. Em ê hewldanên xwe ji bo meşq û rahênana Artêşa Iraqê terxan bikin. Piştî 31ê kanûna duyem karnameya Hevpeymaniya Dijî DAIŞê diguhere, lê hinek leşkerên me li Iraqê dimînin li ser daxwaza hikûmeta vî welatî ji bo dirêjahîdana rahênana Artêşa Iraqê.

Taliban piştî 20 salan vegeriya Efxanistanê. Hûn ne dilgiran in ji dîsa derketina DAIŞ li Iraq û Sûriyê, xasma ku armanca DAIŞê ew e êrişî ser welatên Ewropayê bike, nemaze ku navê Romaya Îtalyayê hildidin?

Ez ne dilgiran im. A rast ew e ku min got hejmara êrişan di çend salên borî de kêm bûne û DAIŞ di bin kontrolê de ye. Ez bawer nakim doza Efxanistanê bandoreke rasterast li ser vir bike, nabe bike jî. Lewra ez vî alî de geşbîn im.

Cudahiya Iraq û Efxanistanê çi ye?

Cudahiya Iraq û Efxanistanê? Bêguman çend cudahî hene, lê di aliyê ceopolîtîk de Iraq ji deverê re pir giring e. Bêyî aştî û aramiya Iraqê, aştî û aramî li hemî deverê pêk nayê û dê herdem kêşe hebin. Ev yek ji cudahiyan e. Dû re, her çiqas ez ne pisporê Efxanistanê me, lê bi nêrîna min û min di vê demê de jî têbînî kiriye ku gelê Iraqê ji aştî û geşkirina civakeke pêşketî re amade ne. Bi nêrîna min ji civaka Efxanistanê pir cuda ye. Muqayesekirina van herdu welatan çewt e. Qet nabe.

Balyozê rêzdar, konsulxaneya we li Herêma Kurdistanê nîne, lê kar li ser vekirina wê hat kirin û venebû. We çima heya niha nikaribû vekin?

Konsulxaneya me heye, lê konsulxaneya rûmetê ye.

Erê konsulxaneya rûmetê ye!

Rast e konsulxaneya me ya fermî tune ye. Çavê me lê ye ku em konsulxaneya fermî vekin. Pirsgirêk tenê pirsgirêka darayî ye. Di çend salên borî de em tûşî du kirîzên darayî yên navdewletî yên dijwar bûn. Ya ewil di sala 2009an de bû. Kirîza duyem bi sedema Covidê bû. Van kirîzan ziyan gihand aboriya me. Sebeb ev e. Me çend konsulxaneyên xwe li cîhanê girtin. Ji ber vê sedemê me nikaribû wê konsulxaneya fermî li Herêma Kurdistanê vekin. Ez piştrast im dê di siberojê de were vekirin. Niha konsulxaneyeke me ya rûmetê ya herebaş heye ku berjewendiyên Spanyayê diparêze.

Ti plan û ramaneke we ji bo pêşxistina bazirganî û hilberîna Spanî li Herêma Kurdistanê heye?

Plana me heye ku em bazirganî û têkiliyên aborî bi hemî Iraqê re geş bikin. Îmtiyaza Kurdistanê ew e ku rewşa ewlehiya wê ji beşên din ên welêt çêtir e. Lewra hejmareke zêde ya şirketên me serdana Kurdistanê kirine û hewl didin rêyekê bibînin da xwe li Kurdistanê bi cih bikin. Yanî ev îmtiyaza we heye, sîstemeke we ya siyasî ya rêkxistî heye û hûn herêmeke mişt aştî ne. Ev jî hîmê têkiliya aborî ye. Veberhêner diçin cihekî ku aştî û aramî lê hebe. Di vî warî de Kurdistan pir baş dike.

Ez ne şaş bim Spanya ji 17 herêman pêk tê û çar zimanên we yên cuda hene!

Erê, 17 herêmên me yên otonom hene û dewleteke me ya federal heye. Mîna we, li hemî herêman parlamentoyên wan hene û hikûmetên wan ên xwecihî hene. Erê zimanên me yên cuda jî hene wek Katalonî..

Cudahî û wekheviyên navbera Spanya û Iraq û Kurdistanê de çi ne?

Cudahiyên dîrokî hene. Her welatek ji welatekî din cuda ye. Çimkî her welatek xwedî dîrok û jîngeha xwe ya cogfrafî ye. Ev jî cudahiyê di navbera welatan de çêdike. Ji ber rastiya ku em welatekî Ewropî ne, veguhastina ji dîktatorî bo demokrasiyê, li gor Iraqê ji me re hêsantir bû. Lê çend xalên me yên hevpar jî hene. Wek mînak, wek tu dizanî Ereb çend sedsal in li welatê me niştecî ne. Wan mîrateke balkêş li Spanyayê li şûn hişt. Ez hergav dibêjim hinek ji bedewtirîn avahiyên Erebî li Spanyayê ne. Wek Koşka Elhambra li Granada, herwisa mizgefta kevin a Kordobayê. Heke tu serdana bajarê Sevilla yan bajarên Kordoba û Granadayê bikî, tu yê mîrateke balkêş û dilrevîn a avahîsaziya Erebî bibînî. Wek min got, ev mîrateke bedew e, tew bandor li ser zimanê me jî kiriye. Gelek peyvên Erebî di zimanê Spanî de hene. Şêwaza nihêrîna me li jiyan û xelkê. Em pir vekirî ne û ji nasîna xelkê hez dikin. Em di gelek aliyan de ji Iraqî û Ereban nêzîk in.

Tu hewl didî fêrî zimanê Erebî bibî?

Na, tu dizanî, min berî çend salan li Iraqê xizmet kir, min hewl da fêrî ziman bibim, lê min nikarî.

Te nikaribû? Tu ti gotinê nizanî?

Na, bêguman ez hin gotinan dizanim, lê ji bo ku tu bikarî axaftinê pê bikî, divê tu li ser ziman serdest bî.

Erê, bêguman.

Zimanekî bedew e, lê mixabin pê nizanim. Lê ez hewl didim cihekî ji bo fêrbûna zimanê Erebî bibînim an mamostayekî taybet bigirim.

Baş e, ma tu hewl nadî fêrî Kurdî bibî? Bê guman çend zaravayên me hene.

Bêguman! Bi rastî ev aloztir e. Tu dikarî zimanê Erebî li gelek welatan bikar bînî. Kurdî bêhtir zimanê navçeyeke taybet e, lê giring e. Tu dikarî zimanê Kurdî li çar welatan bikar bînî. Heke wisa ye zimanekî pir giring e, lê ji min bigere bila ez fêrî Erebî bibim, ez ê dû re werim ser Kurdî.

Baş e, bêguman hejmareke me ya zêde ya alîgirên fitbolê hene. Li Kurdistanê alîgirên Real Madrid û Barselonayê hene. Niha dramayên Spanyayî jî hene!

Ez baş dizanim! Erê. Dramaya La Casa De Papel.

Erê, temaşevanên wê li Kurdistanê pir in.

Erê.

Pirsa min a dawî, Madrid çi dike ji bo ragirtina dilê Kataloniyan? Gelo çêdibe heman tişt di navbera Bexda û Kurdistanê de jî pêk were?

Doz û rewş cuda ne. Hergav zehmet e du rewş bi hev re werin muqayesekirin. Li Spanyayê, bê guman nola Kurdistanê, hikûmet û parlamentoya Katalonyayê hene. Sîstemeke me ya federal heye. Vê dawiyê, hikûmeta navendî ya Spanya li Madridê dest bi gotûbêjan bi hikûmeta Katalonyayê re kir ji bo gengeşekirina pêwendiyên bê di navbera Katalonya û navçeyên Spanyayê yên din de. Bi nêrîna min, ev pirsgirêk bi gotûbêjên siyasî tên çareserkirin, lê belê divê hergav rêz li destûrê were girtin. Kêşeya me tune ye em li ser her egerekê bipeyivin ku beşek ji demokrasiyê be, lê divê rêz li yasayê were girtin. Kêşe ew e ku hin komên Katalonî di hikûmeta Katalonyayê di raboriyê de ji bo dadgehê hatin birin, sedem ne ew bû ku doza serxwebûnê dikirin, ne ji ber ti sedemên siyasî bû. Lê çimkî tişta kirin li dijî yasayên Spanyayê bû. Lewma ji bo pêşber dadgehê hatin birin û dadgehê hinek ji wan bi zindankirinê ceza kir. Niha bi biryareke vê dawiyê ya hikûmeta Spanyayê girtî hatin berdan. Vêga li ser asta herdu serokwezîran danûstandinê dest pê kiriye. Hefteya borî çavê serokwezîrê Spanya bi serokwezîrê Katalonyayê ket û hewl didin bi diyalogê çareyekê bibînin. De ka kengî eynî tişt li vir jî biqewime?

Tu pêşniyar dikî eynî tişt li vir jî biqewime?

Hûn xwediyên sîstemeke federal a çalak in. Ez nikarim destwerdanê di karûbarên hundir ên Iraqê de bikim. Ez balyoz im, ez ne welatiyekî Iraqî me, lê bi nêrîna min sîstemeke we ya federal a balkêş heye. Ez dizanim ku diyaloga berdewam di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta kurdî de heye. Serokkomarê Iraqê Kurd e. Wezîrê Derve yê Iraqê Kurd e. Gelek Kurd di.., bêguman di parlamentoyê de jî hene. Di hemû astên dezgehên hikûmî de Kurd hene. Ev şêwaza reftara bi kêşeyên wihareng re ye.

Hevpeyvîn-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin