Amerîka: Em amadene ligel Îranê vegerin ser rêkeftina atomî

Amerîka: Em amadene ligel Îranê vegerin ser rêkeftina atomî

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Antony Blinken ragihand Washington amadeye ligel Tehranê vegere ser rêkeftina atomî bi wê merca ku Îran pabend bimîne.

Di hevpeyvînekê de ligel NBCNewsê de Blinken ragihand Amerîka ligel hevpeymanan hewl dide bi hevbeşî rêkeftine dirêj ligel Îranê îmze bike ji bilî dosyeya atomî, babetên din jî li xwe bigire.

Wezîrê Dervê yê Amerîkayê Bliken amaje bi wê yeke jî dike mumkîne Îran di çend hefteyên bê de kar li ser maddeya atomî bike û xalên rêkeftinê careke din binpê bike.

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ligel Îranê rêkeftina atomî îmze kiribû û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji wê rêkeftinê vekişiyabû. Herwiha Serokê niha yê Amerîkayê Joe Biden jî hewl dide vegere wê rêkeftina atomî ya ligel Îranê.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin