
Serokwezîrê Îraqê êrişên li ser Hewlêrê şermezar kirin
.
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ew êrişên bi dronan bi tundî şermezar kirin ku asmanê bajarê Hewlêrê binpê kiribûn.
Wî ferman da dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta federal ku li gel hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hevahengiyê bikin da ku rê li ber ducarebûna wan êrişan were girtin.
Hêzên Hevpeymanan (Koalîsyon) şeva borî li asmanê Hewlêrê 8 dronên bombekirî têk birin.
"Hewleke sûcdarî ye"
Serokwezîrê Îraqê ev êriş wekî "hewleke sûcdarî"yê pênase kirin û anî zimên ku hinek alî bi awayekî neserkeftî dixwazin aramî û aştiya civakî têk bibin û got:
"Li ser bingeha berpirsyariya xwe ya destûrî, em bi tundî wê destdirêjiyê şermezar dikin û em tekez dikin ku em çavê xwe li van cure hewldanan nagirin."
Zeydî her wiha destnîşan kir ku wî dezgehên ewlehiyê yên pêwendîdar erkdar kirine da ku bi hevahengiya li gel hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hemû hewldanên xwe bidin û tevdîrên pêwîst wergirin da ku "rûbirûyî wan kesan bibin ku zererê didin ewlehiya Îraqê."
Daxuyaniya Serokwezîrê Îraqê bi vî rengî ye:
"Li ser bingeha berpirsyariya xwe ya destûrî, em wê destdirêjiya ku bi rêya dronan asmanê bajarê Hewlêrê yê li Herêma Kurdistana Îraqê bin pê kir bi tundî şermezar dikin.
Em tekez dikin ku em çavê xwe li ber van hewldanên sûcdarî nagirin ku bi awayekî neserkeftî hewl didin aramî û aştiya civakî têk bibin.
Me dezgehên ewlehiyê yên pêwendîdar erkdar kirin ku li gel hêzên ewlehiyê yên Herêmê hemû hewldanên xwe bidin û tevdîrên pêwîst wergirin da ku rê li ber ducarebûna van cure êrişan were girtin û rûbirûyî hemû wan kesan bibin ku hewl didin zererê bidin ewlehiya gelê Îraqê."
8 dron hatin xistin
Birêvebiriya Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand ku şeva çarşemê (15ê Tîrmeha 2026an) di navbera demjimêr 20:53 û 21:20î de, hêzên Hevpeymanan 8 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê têk birine û xistine xwarê.
Li gorî agahiyan, êrişa yekem demjimêr 20:55an hat têkbirin û pişt re saet 21:20î dronên din ber bi Hewlêrê ve hatin berdan.
Zerer tenê madî ye
Ji ber vê yekê, paşmayên dronên têkbirî li ser Rêya 150 Metrî û çend taxên din ên bajarê Hewlêrê ketin xwarê.
Li gorî vîdeo û şahidên li cihê bûyerê, li ser rê parçeyekî dronê li otomobîlekê ketiye lê tenê zerereke aborî çêbûye.
Hêzên ewlehiyê yekser gihîştin cihê bûyerê û wan dest bi lêkolînan kir. Li gorî agahiyên pêşî, heta niha ti xisara canî nehatiye ragihandin.
Balafirgeha Hewlêrê vekirî ye
Ji ber êrişên li ser Hewlêrê, hinek geştyar û welatî dilgiran bûn ku dibe geştên asmanî werin rawestandin.
Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Balafirgeha Hewlêrê vekirî ye, geşt berdewam dikin û ti pirsgirêka wan nîne."
Her wiha pisporê sektora firokevaniyê yê li hêla asmanî ya Fly Erbilê Muhened Ehmed Mîr ji Rûdawê re got:
"Geştên me asayî ne û li gorî wê plana ku berê hatiye diyarkirin tên kirin."
Divê were gotin ku piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, ev cara yekem e ku êrişî navenda bajarê Hewlêrê tê kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin