Efrîniyên mayî li warê xwe vedigerin

Efrîniyên mayî li warê xwe vedigerin

.

A+A-

Îro karwanekî nû yê koçberên Efrînî ji herêma Cizîrê ber bi Çiyayê Kurmênc ve bi rê ket.

Ev karwan di bin çavdêriya tîma serokatiyê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîşê) ên parêzgeha Hisîçayê de hat birêkirin.

Nûçegihana me Vîviyan Fetahê da zanîn ku di vî karwanî de nêzîkî 1,000 malbatan hene.

Li gorî agahiyên ku Vîviyanê dane, ev koma dawî ya koçberên Efrînî ye ku li Hisîçayê diman.

Ew ji ber sedemên wekî “ezmûnên dibistanan, demsala çandiniyê” û hinek karên din tevlî karwanên berê nebûbûn.

Parlamenterê Kurd Mistefa Ebdî û Alîkarê Fermandarê Asayîşa Hisîçayê Mehmûd Xelîl di dema birêkirina karwan de amade bûn.

Amadehî ji bo vegera koçberên ji Serê Kaniyê

Mistefa Ebdî di konferanseke rojnamegeriyê de axivî û eşkere kir:

"Karwanê îro, karwanê dawî yê koçberên Efrînî ye ku di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Pêşîn de bi rê ketiye.

Amadehî û gav didomin da ku piştî qedandina paqijkirina mayînan, dest bi vegerandina koçberên ji Serê Kaniyê were kirin."

Hevdîtinên li Şamê didomin

Mistefa Ebdî diyar kir ku kar û xebat ji bo destpêkirina xebata stasyona ava Elokê û berdana avê didomin.

Her wiha wî bal kişand ser wê yekê ku şandeyeke dadweran a Rêveberiya Xweser çûye Şamê û wan di çarçoveya pêkanîna peymana 29ê Kanûna Pêşîn de bi Wezareta Dadê re hevdîtin kiriye.

Ebdî da zanîn ku di heman demê de kar û xebatên ji bo vekirina saziyên hikûmetê yên girêdayî Daîreya Nifûs û Pasaportan didomin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin