Mesrûr Barzanî helwesta Bexdayê rexne kir: Kerkûk dilê Kurdistanê ye

Mesrûr Barzanî helwesta Bexdayê rexne kir: Kerkûk dilê Kurdistanê ye

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de piştî lêxistina zengilê sala nû ya xwendinê, li ser gelek mijarên girîng ên siyasî, perwerdeyî û îdarî axivî.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku xwendina bi zimanê şêrîn ê kurdî ji bo wan ji her tiştî girîngtir e, ji ber ku ziman pênaseya neteweyî ye û divê li hemû deverên ku kurd lê hene, bi taybetî li Kerkûkê ku "dilê Kurdistanê ye", zimanê kurdî bê pêşxistin.

Derbarê piştevaniya Hikûmeta Federal a Iraqê de, Serokwezîr rexne li Bexdayê girt û diyar kir ku hikûmeta federal di kerta perwerdeyê de jî para Herêmê neda û qet alîkariya wan nekir, lê tevî vê yekê perwerde hatiye destpêkirin.

Serokwezîr Barzanî her wiha li ser serweriya yasayê tekez kir ku divê çekên li derveyî rewayiya hikûmetê biçin bin kontrola fermî û bang li aliyên siyasî kir ku boykota parlamentoyê bişkînin da ku rê li ber avakirina kabîneya nû ya hikûmetê vebe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin