Nêçîrvan Barzanî: PDK û YNK bi berdewamî dicivin

Nêçîrvan Barzanî: PDK û YNK bi berdewamî dicivin

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku pêşnûmeyasaya budceyê girîng e û divê hikûmeta Îraqê di dema amadekirina wê de pişka Herêma Kurdistanê bi temamî misoger bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn ku destpêkirina gotûbêjên komîteyên teknîkî bi tenê têrê nake û divê bi saziyên Herêma Kurdistanê re hevahengiyeke cidî hebe.

Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamegeriyê de li ser pêşnûmeyasaya budceya Îraqê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê got:

“Pêwîst e pirsa budceyê bi hevahengî û hevkariya bi Herêma Kurdistanê re were çareserkirin û divê Bexda vê yekê li ber çavan bigire.

Yasaya budceyê yasayeke girîng e û pêdivî pê heye ku li ser vê mijarê bi awayekî cidî bi Herêma Kurdistanê re biaxivin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ev daxuyanî li Hewlêrê piştî beşdariya şîna Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Şakir da.

Nêçîrvan Barzanî li ser xebatên teknîkî yên li ser budceyê wiha pê de çû:

“Niha komîteyên teknîkî dest bi gotûbêjan kiriye lê ev têrê nake.

Tiştê ku em dixwazin ew e ku divê Bexda di mijara yasaya budceyê de pişka Herêma Kurdistanê bi temamî bi cih bike.

Her wiha divê ew pêşnûmeyasa bi hevkarî û hevahengiya dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo Parlamentoya Îraqê were şandin.”

Civînên PDK û YNKyê

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên aliyên siyasî û bi taybetî jî gotûbêjên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û da zanîn:

“Guman tê de nîne ku ev hewlên tên dayîn da ku aliyên siyasî di encama gotûbêjan de bigihêjin encameke baş, gaveke gelekî baş e.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi berdewamiya pêwendiyên her du partiyan kir û got:

“Civînên berdewam ên PDK û YNKyê hene, bi wê hêviyê ku ev civîn bigihêjin encamekê ku xêra hemû Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê tê de be.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin