
Li Almanyayê 4 Kurdên Êzidî bûn endamên meclisa şaredariyê
.
Di hilbijartinên meclisên şaredariyan ên li Almanyayê de, cara yekem di dîroka bajarê Oldenburgê yê herêma Niedersachsenê de 4 Kurdên Êzidî bûn endamên meclisa şaredariyê ya wî bajarî.
Dara Bako yek ji namzedên serkeftî yên hilbijartinê ye û di bernameya Diyasporayê de ragihand:
"Ev ji bo me hemûyan tiştekî dîrokî û pîroz e.
Di 5 salên borî de ti nûnerên me tunebûn lê îro 4 Kurdên Êzidî di meclisa şaredariyê ya Oldenburgê de ne."
Dara Bako li ser piştgiriya welatiyên bajar û Kurdên diyasporayê got:
"Xelkê Oldenburgê û Kurdên herêmê gelekî alîkariya me kir û wan dengê xwe da.
Ev serkeftin, serkeftina hemû Oldenburgê û Kurdên Êzidî ye."
Li gorî amaran, ji sedî 28ê şêniyên bajarê Oldenburgê xwedî paşxaneya koçberiyê ne û rêjeyeke berbiçav a wan Kurdên Êzidî ne.
Entegrasyona penaberan û parastina jîngehê
Dara Bako li ser bername û karên wan ên di meclisa şaredariyê de amaje bi pêvajoya entegrasyona penaberan kir û ragihand:
"Ji bo me fêrbûna ziman, dabînkirina derfetên kar û xaniyan ji bo penaberan girîng e û em li ser dixebitin.
Her wiha rêlibergirtina dersînorkirina wan ciwanên Êzidî ye ku piştî rûdanên sala 2014an berê xwe daye Almanyayê."
Dara Bako di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser rola rêxistinên Kurdî û da zanîn:
"Mala Êzidiyan a li Oldenburgê xwedî roleke gelekî sereke bû.
Wekî pirekê bû di navbera me û welatiyan de da ku em dengan bi dest bixin."
Di dawiyê de wî endamê meclisa şaredariyê ya Oldenburgê bal kişand ser parastina jîngehê û ragihand ku ew ji bo keskkirina navenda bajêr û bikaranîna enerjiya paqij a li şûna petrol û gazê dixebitin da ku li dijî guherîna avhewayê têbikoşin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin