Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê kurdî bi huquqê were parastin!..  

A+A-

 

”Vî zemanî, her kesek mîmarê dîwarê xwe ye!”
 ”Ey heweskar, bê daxwaz ji evînê parek hêvî meke!” (Ehmedê Xanî)  


Nifşên berîya me jî giringî dane zimanê xwe û li ser vê  mijarê nivîsar jî nivîsîne. Yek ji wan kesan jî Baban: Îsmaîl Hakkî bûye ku ew wê demê Gelwekîlê Baxdayê bûye. Nivîsara B. Î. Hakki di ”Derbarê Kurdî da” (yan ´Jibo Kurdî´-” ”Kürdçe Üzerine’) bi tirkî ya osmanî bûye û di jimareya 3yan ya ´Kovara Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi (1908-1909) yê da derçûye (yanî 117 sal berê). Nivîsar derdora 3 rûpel dirêj e û di paragrafa dawîyê da weha gotîye:
”… Bi kurtayî, hîmê yekemîn yê selamatîya neteweyî, perwerde û hînbûn e; kilêdê perwerde û hînbûnê jî zimên e. Derîyê medenîyetê jî bi vî kilîdî vedibe. Ez ji însanên me yên ku xwedî hîmmet in û hêza wan têr dike, tika (rica) dikim ku ji nuha ve vê nuqteya giring deynin pêşîya  xwe.” (2) 
Sirûda Neteweyî ”Ey Reqîb”, di 1938an da ji alîyê şairê me yê navdar yê gorbihişt Dildar ve li Zindana Evînê / Îranê hatîye nivîsîn. Nuqteyeke gelek balkêş e ku Dîldar dibe hedefa sereke jibo Rejima Tahranê da ku were tunekirin û lewra rejim mecbûr dimîne ku wî ji zindanê berdin; lê ew her tim di hedefa tunekirinê da dimîne. Balkêş e ku Dîldar, li Hewlêrê di aşxaneyek da bi xwarinê tê jehrîkirin û bi wî awayî di temenê xwe yê ciwanîyê da ji vê dinya bêbext koçê dinya dî dike. Helbest bi soranî ye û di du rêzên wê da weha dibêje;                                                                                                                                           ”Ger zimên hebe, kurd jî hene                                                                                  Bêzimên, kurd dê nebin”  
Li jêr ez dixwazim numûneyêk ji dadgeha Îranê, yanî ji sistema Tahranê û numûneyek jî ji sistema Ankarayê, yanî ji dadgeha Stanbolê nîşanê xwendoxên hêja bidim da ku ew çawa li ser esasê hovîtîyê dixebitin ku zimanê kurdî ji navê bibin. Bêguman numûneyên weha yên hovîtîyê di nav van sistemên kolonyalistên welatê me da gelek pir in û nîşandan û nivîsîna wan hemîyan di vê nivîsarê da ne mumkun ne, ew dikarin bibin mijarên gelek nivîsarên cuda.
Li Îranê cezayê dayîna dersa kurdî bo şagirtên kurd: 5 sal razana zindanê ye 
Her çiqas li Îranê politika înkar û redkirinê jibo kurdan tunebe jî, dîsa zimanê kurdî rastê nerazîbûn û dadgehên cezayê yên Tahranê tên û jibo zimanê kurdî cezayên razana zindanê li ser kesên kurd tên birîn ku ew bi zimanê xwe ders dane şagirtên kurd. Wek numûne, di sala 2022yan da  Zara Muhammedî ya ku mamoste bûye û ji bajarê Sine ye, ji ber ku bi kurdî ders daye şagirtên xwe, ew ji alîyê Dadgeha Îslamî ya Rejima Îranê ve 5 sal cezayê zindanê girtîye ku nuha li zindanê ye.  
Zara Muhammedî, di dadgehê da jî parastina xwe bi kurdî kiribû û weha deng li heyeta melan kiribû: 
”Eger hûn ji min fam nakin, ji xwe ra tercûmanek bînin!                                               Xwelî li serê wî dijminî be ku hêvîya wî zindan û bendîxane be!”         
Wek mirov di van du rêzên Zara Xanê da dibîne, rejima Tahranê bi emelên xwe hew qas ji mirovanîyê dûr ketine ku zimanê dayîkê qedexe dikin û mudaxeleyê zimanê dayîkê dikin ku li seranserê cîhanê ew sûceke mirovanîyê ye ku bi tu awayî nayê qebûlkirin. Rejimek bifikirin ku di qanûnên xwe da zimanê dervayê farisî qedexe û înkar nekirine; lê di emelê xwe da ew ziman qedexekirîye û ew jî rûneşûştîya melayên hov bixwe ye. Loma jî ew rejim bûye xwedîyê rekorê ku hema bêje her rojên Xwedê cuwanên kurd û belucî bi darve dikin û hovîtîya xwe tekrar tekrar nîşan didin, îsbat dikin.  
167 akademisyenên kurd, banga pêkanîna kurdî bo perwerdeyê ji Pezeşkiyan kirin!
Li Zanîngeha bajarê Sanandajê ya  Rojhilatê Kurdistanê 167 akademisyen- profesor – mamoste - nameyeke resmî ji Serekdewletê Mesud Pezeşkiyan ra rêkirine û doza mafê pêkanîna perwerde ya bi zimanê kurdî kirine ku ew mafekî wan ê xwezayî ye. Di nameyê da hatîye daxwazkirin ku Îranê di 1966an da Lihevhatina Mafên Medenî û Sîyasî yên Navberneteweyî îmza kirîye û qebûl kirîye ku maddeya 27.emîna wê lihevhatinê, divê her zimanên grubek bi awayê serbest were xebitandin.
Tê texmînkirin ku li Îranê derdora 8-10 milyon (kurd bixwe vê reqemê wek 10-12 milyon nîşan didin) kurd hene ku ev teqabulê %10-11yê nufûsa tevayî dike. Ji nûçeyê tê famkirin ku li Îranê hê jî kurd nikarin bi zimanêdayîkê perwerde bibin, ew mafên wan nehatine qebûlkirin. Wek di daxuyanîya daxwazan da hatîye eşkerakirin, digel zimanê farisî mafên zimanê kurdî û yên dî jî hene ku li gora maddeya 15an ya lihevhatinê, di çapemenî û perwerdeyê da wan zimanan jî werin xebitandin. Lê mixabin heta îro ew mafên wan neketine pratika jîyanê û loma ew daxwaza kurdan hema bêje her sal tê dubarekirin û tekrarkirin. Di daxuyanîyê da hatîye îşaretkirin ku pêkanîna wan mafan, dewleta Îranê parçe nake, lê berewajê wê, qeîmtir dike.

(09/03/2025  /Rûpelanû  )

 

Önceki ve Sonraki Yazılar