Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şoreşa Îlonê, di dîroka Kurdistanê de serdemek girîng û netewî ye

A+A-

Demên borî û piratîka têkoşîna neteweyî ya dîroka nêzîk daye îspatkirin ku şoreşa Îlonê ya sala 1961ê di bin rêberiya Mele Mistefa Barzanî de, di dîroka modern a miletê kurd de ne tenê serhildaneke herêmî û sînorkirî ye. Bayê şoreşa Îlonê, li seranserê kurdistanê tesîrek erênî kir û rê li ber pêlên hişyarbûna neteweyî vekir. Bandora têkoşînê, bi şêweyek cuda û erênî li beşên din kir.

Têkoşîna Îlonê, li gorî demê, di warê berxwedan û hişmendîya neteweyî de xwedî cîhekî taybet e. Di warê hişyarîbûna fikra netewî de, di warê pêwendîyên navbera beşên Kurdistanê de ji bo geşbûnkirina siyasetek stratejîk rolekî girîng lîstiye.

Em baş dizanin ku ev tevger, di wê demê de wekî yekem şoreşa seranserî başûrê Kurdistanê ya organîze tê qebûlkirin, hemû beşên civaka Kurdistanê (çîn, êl û bawerîyên cuda) di bin alaya nasnameya kurdistanê û di bin serokatîya Mele Mistefa Barzanî de gihand hev.

Girîngiya wê serhildanê ya herî mezin yek jê jî ev bû û da îsbatkirin ku daxwazên miletê kurd ne tenê aloziyên demkî ne! Bi têkoşîn û daxwazên xwe, da îspatkirin ku doza miletê kurd dozek rewa û neteweyî ye. Ev problem û pirsgirêkên heyî, encamên siyaseta dagirkerîyê, xwestekên nîzama dijî miletê kurd û sêyaseta dewletên desthilatdar e. Ev berxwedan û têkoşîna hanê bersîvek esasî ya lî dijî neheqî û bêbextîya heyî hewldana serhildanek milî ye. Ev pêngava têkoşînê, bê statuya miletê kurd, di asta navdewletî de xistîye rojevê û lêgerîna riya çareserîyê derxistîye holê.

Em baş dizanin ku şoreşa Îlonê bi encam û berhemên xwe bi hişmendî û mîrateyên xwe berdewamîya têkoşîna berîya xwe ye. Dîsa em dizanin ku encamên vê serhildanê yek jê jî, nasîna mafê xweseriyê û hebûna miletê kurd ku di qanûna bingehîn a Iraqê de cîh girt û wek peymana 11ê Adarê di sal 1970yê de tovên hişmendîya netewî û berhemên geşbûna rêxistinbûnek domdar peyder kir. Berhem û pêla vê têkoşînê lî hemû beşên kurdistanê rê li ber demsalên têkoşînek milî geştir kir.

Bandora Şoreşa Îlonê, li ser parçeyên din ên Kurdistanê kûr û mayînde bû. Di serdemekê de ku hêvî li Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ji ber zordariya rejîmên nijadperest dagîrker kêm bûbû, Şoreşa Îlonê bû çirûskek nû û bi hêvî û ruhekî dînamîk hişyariya neteweyî geş kir. Li hemû beşên kurdistanê, ev serhildan wekî serkeftina hemû kurdan hat dîtin; ciwan, ronakbîr û welatparêzên niştimanperwer ji parçeyên din berê xwe dan çiyayên Başûr û tevlî refên pêşmerge bûn. Vê yekê sînorên ji alîyên dagirkeran ve hatibûn nîşankirin di hiş û dilê miletê kurd de hilweşand û ramana kurdayetîyê derxist holê.

Em dikarin mîras û encamên vê şoreşê li ser bingeha têkoşîna neteweyî, bi sê xalên sereke îfade bikin. Yek jê pêwîstbûna avakirina hişmendîya sazîbûnê derxist holê û bû bingeha sazîbûnê. Şoreşa Îlonê di pratîkê de nîşan da ku têkoşîna neteweyî bê organîzasyon, bê îradeyeke siyasî û bê rêxistinbûna Pêşmerge tu encam nade.

Xala duyem di têkoşîna neteweyî de pêwîstîya yekîtiya hişmendî û zîndîbûna hestên milî ye. Ev hişmendî rê li ber pêlên şoreşgerî û daxwazên neteweyî vedike. Piştgiriya her çar parçeyan û helwesta beşdarbûnê, bingehê hevgirtina kurdewarî geş dike, bandora tevgera rizgarîya neteweyî ya kurdistanê firehtir û zindî dihêle.

Şoreşa Îlonê, bi destxistina statuya otonomîyê cara yekem di dîroka nûjen de, bi riya dîplomasî û siyaseta sivîl doza miletê Kurd di qada navdewletî de bi rêgehên dîplomatîk û têkoşînek domdar pirsgirêka Kurd û Kurdistanê weke mijareke navneteweyî xist rojeva hêzên herêmî û cîhanî.

Bi kurt û kurmancî, em dikarin Şoreşa Îlonê wekî dibistaneke mezin a welatparêziyê pênase bikin û binîrxînin. Têkoşîna Îlonê, 65 sal berê mohra xwe li hemû destkeftiyên îro yên heyî xistîye û encamê hemû pêvajoyên têkoşînê ye.

Îro li başûrê Kurdistanê, serwerî û destkeftîyên heyî encam û berhemên têkoşîna dused salî ye. Ev destkeftî û pêlikên azadî û serxwebûnê wekî hîmê herî xurt ê doza neteweyî ye. Ev bîrdarîya dîrokî û vîna miletê kurd bi hêz û hişmendîya yekrêzîya mala kurdî, dûr an nêzîk wê mîzgînîya rojên azad bigihîne şehîdên kurdistanê. 14.09.2026

Cano Amedî /Nederland

Şoreşa Îlonê, di dîroka Kurdistanê de serdemek girîng û netewî ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin