
Amerîka: Em dê heta 30ê Îlonê hêzên xwe ji Îraqê vekişînin
.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Amerîkayê tekez dike ku dê heta 30ê Îlona îsal hemû hêzên xwe yên leşkerî ji Îraqê vekişîne.
Ev yek di çarçoveya bidawîhatina fermî ya erkê operasyonên li dijî DAIŞê de ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê doh di bersiva e-maileke Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde de ragihand:
"Washington di çarçoveya wî nexşerêyê de gavan diavêje ku bi hevparî ji bo bidawîanîna operasyonên leşkerî yên hevpeymanan ên li Îraqê hatiye diyarkirin.
Ev qonaxa veguhêz nîşaneya bilindbûna şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê ye ku Hêzên Pêşmergeyan jî di nav de ne."
Her wiha wî anî zimên ku ev nîşaneya vekirina rûpeleke girîng û nû ye di pêwendiyên dualî yên di navbera Bexda û Washingtonê de.
Pêşwaziya li Elî Zeydî
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê anî zimên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema pêşwaziya dîrokî ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya 14ê Tîrmehê de bi zelalî tekez kiriye:
"Amerîka bi temamî piştgiriyê dide dîtina wî ya ji bo dabînkirina paşerojeke geştir ji bo hemû Îraqiyan ku tê de teror tune be."
Her wiha wî da zanîn ku Amerîka piştgiriyê dide rêlibergirtina êrişên li nav axa Îraqê û yên ji axa Îraqê ber bi derve ve.
Ev yek li gel avakirina hevkariyeke bihêz û tijî sûdên hevbeş di navbera her du welatan de ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir:
"Washington di çarçoveya hevkariyeke temam de, piştgiriyê dide hewldanên Serokwezîr Zeydî yên ji bo sepandina serweriya axa Îraqê."
Berdevk da zanîn ku ev jî di demekê de ye ku welat di bin serkirdayetiya wî de ber bi arasteyeke nû ve pêngavan diavêje.
"Werçerxaneke girîng a serweriyê"
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî roja pêncşemê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû:
"Dîroka 30ê Îlonê dê ji bo Îraqê bibe werçerxaneyeke girîng a serweriyê.
Çimkî piştî wê dîrokê şêwazê pêwendiyên Îraqê yên bi Washingtonê re derbasî qonaxeke nû dibe û ber bi hevkariyeke aborî ya demdirêj ve gavan diavêje."
Armanca serdanê bihêzkirina pêwendiyên dualî û berfirehkirina hevahengiyên wan ên di warê aborî û bipêşketinê de bû.
Her wiha di warên veberhênan, enerjî û binesaziyê de jî hevahengî hatin nîqaşkirin.
Gotûbêjkirina dosyeyên ewlehî û siyasî yên hevbeş ên Bexda û Washingtonê jî mijareke din a hevdîtina berê ya Zeydî û Trump bû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin