Zara Mihemedî û girtiyên din ên jin dest bi greva birçîbûnê kirin

Zara Mihemedî û girtiyên din ên jin dest bi greva birçîbûnê kirin

.

A+A-

Komîsyona Çand û Civakî ya Komeleya Nûjîn ku li bajarê Sine yê Rojhilatê kar dike, ragihand ku gelek girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sine ketine greva birçîbûnê û hinekan jî berdana bi şert qebûl nekirine.

Komîsyona Çand û Civakî ya Komeleya Nûjîn a Sine, ragihand ku di çalakiyên dawî yên roja ji Yekşemê ve Zara Mihemedî jî di nav de hin girtiyên jin ji bo serbestberdana girtiyadest bi greva birçîbûnê kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rayedarên girtîgehê bi karên xirab nêzîkî girtiyan bûne.

Çavkaniyekî ji Sine ji Rûdawê re ragihand, Mihemedî telefonî malbata xwe kiriye û gotiye, heta ku reftarên wan li hember girtiyan neguhere, wê grevê berdewam bikin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, niha zêdeyî 80 kesan di hucreyên Girtîgeha Jinan a Sine ya 30 kesî de girtî ne. Piştî xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî hinek kes bo wê girtigehê hatine şandin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku dadgeha Sine razî bûye ku gelek kesên ku bi tometa beşdarbûna xwepêşandanan hatine girtin, azad bike, lê girtiyan zadkirina girtiyan berdana bi şert qebûl nekirine.

Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ji roja Înê ve herî kêm 570 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin. Di nava kesên hatin desteserkirin de 21 xwendekarên zanîngehê, 14 parêzvanên mafên jinan, 4 rojnameger û 11 çalakvanên siyasî û sivîl hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin