
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
.
Li navçeya Tanjeroyê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, agir bi depoyeke mezin a sotemeniyê de ket. Di encamê de 20 kes birîndar bûn û ziyaneke mezin a madî gihîşt depoyê.
Li navçeya Tanjeroyê îro 18ê Tebaxa 2026an agir bi depoyeke sotemeniyê ket. Ji ber agirî, di tankên benzîn û mazotê de çendîn teqînên li pey hev pêk hatin û bilêsa agirî ji gelek taxên Silêmaniyê ve dihat dîtin.
Li gorî agahiyên Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê, di bûyerê de 20 kes birîndar bûne. Piraniya birîndaran ji ber dûmana zêde tûşî bihntengiyê bûne û li cihê bûyerê ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hatine dermankirin.
Cîgirê Parêzgarê Silêmaniyê Şaho Osman ragihand, hemû tîmên agirkuj, asayîş û tenduristiyê di amadebaşiyê de bûn û karîn agirî dorpêç bikin, da ku derbasî depo û kargehên derdorê nebe. Osman diyar kir ku piştî vemirandina tam a agirî, dê lijneyeke pispor ji bo aşkerekirina sedema şewatê dest bi lêkolînan bike.
Her çend lêkolîn berdewam bin jî, wekî agahiyên destpêkê tê gotin ku dibe ku şewat ji ber şurteya elektrîkê yan jî xeletiyeke teknîkî di dema valakirina benzînê de derketibe. Her wiha hinek şahid dibêjin ku şewat ji ber sîtileke benzînê ya di destê kesekî de dest pê kiriye.
Di depoya navborî de nêzî 3 milyon û 200 hezar lître sotemenî di 34 tankên mezin de hatibû hilanîn.
Berdevkê Bazara Sotemeniyê ya Silêmaniyê Ramyar Rizgar welatî piştrast kirin ku ev depo ya sektora taybet e û şewitîna wê nabe sedema krîza benzînê. Rizgar got: "Dabeşkirina benzîna hikûmî bi 750 dînarî wekî xwe berdewam e û tu pirsgirêk di dabînkirina sotemeniyê de çênabe."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin