
Çima êrişî Pîrmamê hat kirin?
.
Ziryan Rojhilatî
Dibe ku êrişa bi dronan a li ser nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayîna birêvebirê Ajansa Parastinê ne tenê bûyereke ewlehiyê be. Dibe ku ew beşek ji hewldaneke berfirehtir be ji bo bilindkirina qonax bi qonax a girjiyan, tecrubekirina valahiya parastina asmanî û zextlêkirina li ser Herêma Kurdistanê ya di du astan de: Rewşa partiyên Rojhilat û pêvajoya çekdanîna PKKyê.
Li gorî ragihandina Birêvebirîya Dijîterora Herêma Kurdistanê, êriş bi du dronên bombebarkirî yên cureyê Hedîd-110 hatiye kirin û dron jî ji aliyê sînorê Îranê ve hatine. Hedîd-110 droneke "jet-power" a yek-alî ye ku li gorî agahiyên belavbûyî, leza wê di saetekê de nêzîkî 510 kîlometreyan e û dikare mesafeya 350 kîlometreyî bibire. Bi vî awayî, dibe ku cihê berdana dronê di nav xeleka 350 kîlometreyî ya Pîrmamê de be; ev yek jî berdana wê ya ji nav xaka rojhilatê Îranê yan herêmên sînorî wekî hîpotezeke teknîk a guncav nîşan dide.
Ji bo bersiva vê pirsê ku "Çima ev êriş hat kirin?" mirov dikare van sedeman rêz bike:
Bilindkirina kontrolkirî ya girjiyan
Yekem, dibe ku êriş beşek ji hewldaneke giştî be ji bo bilindkirina kontrolkirî û qonax bi qonax a girjiyan. Rewşa niha ji bo Trump "du şeş" e; bêyî şer zexteke mezin li ser Tehranê çêkiriye lê ev rewş ji bo Tehranê ne baş e. Guşara ambargo û dorpêça deryayî ya li ser Îranê zêde bûye û berpirsên Tehranê behsa kêmiya sotemenî û karebayê û zêdebûna guşarên aborî dikin.
Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî hişyarî daye ku ev rewş ji bo Îranê nayê qebûlkirin. Reutersê jî ji zimanê berpirsekî Îranî ve behsa wê yekê kiriye ku Tehranê demeke çend hefteyî diyar kiriye û heke rewşa niha neguhere, dê helwesta wan ji parastinê biguhere û bibe êriş. Di wê çarçoveyê de, êrişeke sînordar li ser armanceke siyasî û ewlehiyê ya hestiyar û bêyî lêçûneke zêde, dikare wê peyamê bide ku heke dorpêça Amerîkayê berdewam bike, Îran hîn jî dixwaze şer bide destpêkirin û girjiyan veguhêze derdora xwe.
Tecrubekirina parastina asmanî ya Hewlêrê
Duyem, dibe ku êriş ji bo tecrubekirina parastina asmanî ya Hewlêrê be. Di maweyê şerê 40 rojî de pergala parastinê bi awayekî çalak bersiv dida êrişên li ser Hewlêrê lê vê dawiyê nûçeya veguhastina sîstema parastina asmanî ya hêzên Koalîsyonê û Patriotên Amerîkayê yên li Hewlêrê hat belavkirin. Dibe ku êriş ji bo tecrubekirina rastiya vê nûçeyê be û heke sîstemeke alternatîv hebe, bê ma ew kîjan e.
Bikaranîna Hedîd-110ê ya di vî warî de xwedî wate ye: leza zêde, motora jet û şiyana xweveşartina ji radaran, dema bersivdana parastina asmanî kêm dikin. Heke dron bêyî astengî gihîştibin herêma armancgirtî, êriş dikare li ser radaran, asta amadebaşiyê û maweyê bersivdana pergalên parastinê agahiyeke girîng bide dest.
Tecrubekirina sozên Bexda û Hewlêrê
Sêyem, êriş dikare bibe tecrubekirina sozên Bexda û Hewlêrê yên ji bo parastina şirketên petrolê û xetên veguhastina enerjiyê. Piştî êrişên berê yên li ser qadên petrol û gazê, hikûmeta Îraqê soz da ku ew dê şirket û binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê biparêze. Dibe ku êriş ji bo wê be bê ma gelo Îraq bi piştqewîniya kîjan pergala parastinê soza parastinê daye şirketên petrolê ku ji ber girtina Tenga Hurmizê gelekî hewceyî karkirina wan e.
Îraqê sala 2024an peymana kirîna pergala navîn a Cheongung-II ya Koreya Başûr îmze kiriye lê avakirin û çalakkirina temam a tora wê wext dixwaze. Ji xeynî vê, dibe ku di vê demê de pirsgirêka dana pereyan a Îraqê hebe, bi taybetî ku çend meh in di firotina petrolê de pirsgirêkên wê hene. Heta hatina wê pergalê, Îraq neçar e pişta xwe bide lihevkirinên siyasî û pergalên demkurt ên wekî Avenger û Pantsirê. Ev pergal dikarin li hemberî hinek cureyên dronan bi bandor bin lê lez û taybetiyên Hedîd-110ê wisa dikin ku dîtin û lêdana wan ji aliyê van pergalan ve zehmet be.
Guherîna cureyên armancan
Çarem, êriş nîşana guherîneke girîng a di cureyên armancan de ye. Di dema borî de piraniya êrişan binesaziya enerjiyê, baregehên leşkerî yan jî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dikirin armanc; lê vê carê nivîsgeha Serokwezîr û cihê mayîna berpirsekî pilebilind ê Parastinê hatine armancgirtin. Ev dikare peyameke rasterasttir be ji bo serkirdayetiya siyasî û ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê, di demekê de ku berê jî çend cihên Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan a li Silêmaniyê bûbûn armanc.
Li gorî nêrîna Tehranê, Herêma Kurdistanê hîn jî bi çend dilgiraniyên stratejîk ên Îranê re têkildar e: hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê, nêzîkbûna Herêma Kurdistanê ya bi Tirkiyeyê re û guherîna hevsengiya hêzê ya li herêmên sînorî. Heke pêvajoya çekdanîna PKKyê jî serkeftî be, dikare azadiya tevgerê û bandora Tirkiyeyê li Îraq û herêmên sînorî zêde bike û herêmên çiyayî yên sînor vala dike ku bi salan e ji ber hebûna PKKyê cihê hêzên din lê nedibû. Ev jî guherînek e ku dibe ku Tehranê bi dilgiranî nêzîkî bibe.
Îran ji bo pêdeçûna li ser peymana xwe ya ewlehiyê ya bi Îraqê re ku sala 2023yan hatibû îmzekirin û sala 2025an hatibû berfirehkirin zexteke mezin dike û niha jî dixwaze bi hinceta ku alî ne pêbendî peymanê ne, guherînên din tê de werin kirin. Ev jî mijarek e ku dibe ku ji bo aliyên Herêma Kurdistanê ne hêsan be, bi taybetî ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê di dema borî de, bi kiryar ti karê wisa li dijî Îranê nekirine.
Li gorî vê, şîroveya herî bihêz ew e ku êriş di heman demê de peyameke siyasî, tecrubeyeke taktîk û nîşandana şiyan û xwesteka ji bo bilindkirina girjiyan bûye.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin