
Parlamenterên Iraqê daxwaza civîneke neasayî ya parlamentoyê li Hewlêrê dikin
.
Ji bo nîşandana piştgiriyê bi Herêma Kurdistanê re, zêdetirî 90 parlamenterên Iraqê daxwaznameyek îmze kirin ku civîneke awarte û neasayî ya Parlamentoya Iraqê li bajarê Hewlêrê were lidarxistin.
Parlamenterê Iraqê Mistefa Kubeysî li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî ragihand, wan ligel zêdetirî 90 parlamenterên din daxwaznameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye. Kubeysî diyar kir ku "ev destpêşxerî wekî nîşandana hevxemiyê bi gelê Kurdistanê re û bersivekê li dijî her destdirêjiyeke li ser axa Iraqê" hatiye kirin.
Ev daxwaza parlamenteran piştî êrişeke dironî ya li ser Hewlêrê hat. Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, duh 17ê Tebaxa 2026an, saet 00:28ê, du dironên bombekirî yên ji cureya "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatin avêtin.
Hate ragihandin ku armanca dronan, ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê ya li qezaya Pîrmamê (Hewlêr) bû. Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku di êrişan de ti ziyanên canî çênebûne.
Dijeterora Kurdistanê ev êriş bi tundî şermezar kir û ragihand: "Ev destdirêjî bi ti awayî nayên qebûlkirin û berpirsiyariya hemû encamên wê dikeve ser milê kesên ku ev kiryar pêk anîne."
Her wiha piştî êrişê, gelek aliyên siyasî, berpirsên hikûmî û konsulxaneyên welatên biyanî bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin û wekî binpêkirina serweriya axa Iraqê û Herêma Kurdistanê binav kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin