PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin

PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin

.

A+A-

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin

Dijîterora Herêma Kurdistanê ragehand ku roja 17ê Tebaxa 2026an di demjimêr 00:28an de bi 2 dronên bombebarkirî yên “Hedîd-110”, ji aliyê sînorê Îranê ve êrîş li Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yê li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hatîye kirin. Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.

Dewleta Îranê û hêxên terorî yên bi wê ve girêdayî heta nuha bi füze û dronan bi sedan êrîş birine ser Herêma Kurdistanê. Ev êrîş jî beşeke ji van êrîşên terorî ye.

Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Berpirsê Ajansa Parastinê hatîye kirin, êrîş û tehdîteke li ser serwerîya Herêma Kurdistanê ye.

Bersîva herî mezin ewe ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê, demildest Hikûmeteke Yekgirtî ya Herêma Kurdistanê ava bikin û dezgehên pêşmerge, aborî, ewlekarî, îdarî, dîplomasîyê bikin yek.

Em vê êrîşa terorî şermezar dikin.

17.08.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin