
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
.
Artêşa Îraqê li Kerkûkêdroneke keşfê xist xwarê ku nasnameya wênenas e.
Piştî operasyonê, ew efserê ku dron xistiyexwarê hat xelatkirin.
Ew dron li asmanê bajêr hat dîtin û hêzênewlehiyê ketin nav hişyariyê.
Lîwaya 8an midaxele kir
Fermandariya Operasyonên Hevpar aKerkûkê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, Lîwaya 8an a artêşêdest bi şopandina wê drina gumanbarkiriye.
Hat zanîn ku dronê keşfeke neyasayî dikir ûbiryara xistina wê hat dayîn.
Efserekî artêşê bi lêdaneke serkeftî dron liasmanê bajêr îmha kir û xist xwarê.
Ji bo keşf û çavdêriyê bûye
Fermandarê Operasyonên Kerkûkê LîwaMead Beday li ser mijarê axivî.
Mead Beday got ku taybetiyên teknîkî yênbalafira daxistî tên lêkolînkirin.
Li gorî encamên destpêkê, dron ji bo "keşfû çavdêriyê" hatiye bikaranîn.
Beday da zanîn ku wan ji ber vê serkeftinêefserê ku operasyon pêk aniye xelat kiriye.
Tê lêkolînkirin ka a kê ye
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku dêpaşmayên dronê ji bo lêkolînê bişîninyekîneyên teknîkî yên li Bexdayê.
Tê zanîn ku artêşa Îraqê ji ber tevgerênzêde yên dronan ên dema dawiyê,kapasîteya xwe ya parastina asmanî zêdekiriye.
Dê piştî lêkolînên hûrgilî diyar bibe ka dronaji aliyê welatên cîran ve yan jî ji aliyê komênneyasayî ve hatiye şandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin