
'Yasaya Çareseriyê' di Rojnameya Fermî de hat belavkirin
.
"Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Rêzikname bi vî şertî ve hatiye girêdan ku saziyên ewlehiyê destnîşan bikin ku PKK/KCKyê dawî li hebûna xwe ya çekdarî aniye û çekên xwe radest kirine û ev rewş bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bê piştrastkirin.
Di çarçoveya yasayê de dê bicihanîna hinek lêpirsîn, doz û cezayên ku bûne biryara dawî, bi qasî 5 an jî 10 salan bên taloqkirin.
Di vê pêvajoya krîtîk de, yasaya bi hejmara 7595an di 10ê Tebaxa 2026an de li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin û bi weşandina di Rojnameya Fermî de îro (18ê Tebaxa 2026an) de ket meriyetê.
Biryara MGKyê pêwîst e
Pêkanîna yasayê jixweber dest pê nake. Şertê bingehîn ê rêziknameyê ew e ku saziyên ewlehiyê destnîşan bikin ku hebûna fîzîkî ya PKK/KCKyê û pêkhateyên girêdayî wê bi dawî bûye û hemû çek û cebilxaneyên di bin kontrola wan de hatine radestkirin.
Pêwîst e ev tesbît ji aliyê Lijneya Ewlehiya Neteweyî ve bê erêkirin û biryara MGKyê ya têkildar di Rojnameya Fermî de bê weşandin. Tenê piştî vê qonaxê dê biryarên lêpirsîn, doz û taloqkirina cezayan bên pêkanîn.
Yasa kîjan “sûcan” dihewîne?
• Avakirin an birêvebirina PKK/KCKyê
• Endamtiya rêxistinê, alîkariya rêxistinê ya bi zanebûn û dilxwazî, propaganda
• Sûcên ku di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de hatine kirin
• Sûcên ku di çarçoveya “Yasaya Rêlibergirtina Fînansekirina Terorê” de li ser navê PKK/KCKyê hatine kirin
Doz dê 5 an 10 salan bên bipaşxistin
Piştî weşandina biryara MGKyê; lêpirsîn û dozên derbarê “sûcên” ku sînorê wan ê jor 15 sal an kêmtir cezayê girtîgehê ye, 5 salan; dozên derbarê “sûcên” ku cezayê wan ji 15 salan zêdetir e û cezayê girtîgehê yê heta hetayê yan jî cezayê heta hetayê yê giran e jî 10 salan bên taloqkirin.
Di heyama bipaşxistinê de “borîna dema dozê” (demborî) naxebite û dosye û delîl dê bên parastin.
“Kuştina bi zanebûn”
Lêpirsîn û dozên ku ji ber sûcên kuştina bi qestî yên di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de hatine kirin, ji çarçoveya bipaşxistinê hatine derxistin.
Her wiha lêpirsîn û dozên ji bo “sûcên” ku beriya 1ê Hezîrana 2005an hatine kirin û cezayê heta hetayê yan jî cezayê heta hetayê yê li wan hatiye birîn dê nikaribin ji vê rêziknameyê sûdê wergirin.
Rewşa girtiyan
• Girtî: Li gorî xala 4emîn a yasayê, tedbîrên girtinê û kontrola dadî li gorî qonaxa dosyayê ji aliyê dadger an dadgeha têkildar ve ji nû ve dê bên nirxandin û dibe ku bên rakirin. Di dosyayên li ber destê dadgehên îstinafê yan Dadgeha Bilind de jî dê biryara betalkirinê bê dayîn.
• Cezayên ku Bûne Biryara Dawî: Ji kesên ku ji “sûcên” di nava çarçoveyê de bi giştî 15 sal an kêmtir cezayê girtîgehê wergirtine, bicihanîna cezayê wan 5 salan, ên ku ji 15 salan zêdetir an jî cezayê heta hetayê wergirtine jî bicihanîna cezayê wan 10 salan tê bipaşxistin. Dadgerê pêkanînê dê biryarê bide.
Di nav heyama taloqkirinê de eger careke din “sûcê terorê” bê kirin, biryara taloqkirinê dê bê rakirin û doz dê bidome.
Lê eger dema 5 an 10 salan bêyî ku sûcekî nû bê kirin bi dawî bibe, ceza yan jî doz dê wekî hatiye bicihanîn bê hesibandin. Şopandina van biryaran dê ji aliyê serdozgeriyên komarê ve bê kirin.
Birêvebiriya pêvajoyê û komîteya şopandinê
Ji bo şopandina pêkanînê desteyeke bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê (tevî Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Navxwe, Wezîrê Parastinê, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê MÎTê û Sekreterê Giştî yê MGKyê) tê avakirin. Her wiha di nav Parlamentoyê de jî Komîteyeke Şopandinê dê were avakirin.
Xalên din ên girîng
• Rakirina Kêmasiyên Mafan: Mafên ku ji ber lêpirsîn û mehkûmiyetê winda bûne, bi serlêdana desteyê ya li ser dadgeriyên têkildar dikarin bên rakirin (Ji bo van serlêdanan divê ji bo biryarên bipaşxistinê yên 5 salan, herî kêm 2 sal derbas bûbin û ji bo yên 10 salan jî herî kêm 3 sal derbas bûbin).
• Çek û Alav: Çek, cebilxane û alavên din ên ku hatine radestkirin dê bên qeydkirin; rêzikname ji aliyê Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Parastinê ve tê diyarkirin.
• Serlêdan: Kesên ku dixwazin sûdê wergirin divê di nava 6 mehan de bi awayê nivîskî serî li serdozgeriyan bidin.
• Sûcên Karmendên Dewletê: Ji bo xebatkarên ku di vê pêvajoyê de erkê xwe pêk tînin berpirsiyariya hiqûqî, îdarî an cezayî nîne.
Erogan: Bila bibe wesîleya xêran
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî ku biryar di Rojnameya Fermî de hat belavkirin, li ser hesabê xwe yê tora civakî ev peyam parve kir:
"Ez hêvî dikim ku Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî, ku bi piştgiriya 467 parlamenterên me wekî mînakeke lihevkirineke dîrokî di Parlamentoya me ya birûmet de hat qebûlkirin û ji îro ve kete meriyetê, bibe wesîleya xêran.
Di vê gava girîng a ku ji bo paşerojeke aram, serkeftî û ewle ya Tirkiyeyê hatiye avêtin de, spasiyên xwe yên ji dil pêşkêşî van kesan dikim:
Hevkarê me yê Tifaqa Cumhurê birêz Devlet Bahçelî û Koma Partiya Tevgera Neteweperest (MHP),
Serokê Parlamentoyê birêz Numan Kurtulmuş,
Hevalên rê û têkoşînê yên hêja yên di Koma AK Partiyê de,
Hemû komên partiyên siyasî û parlamenterên ku di eniyeke cuda de ne lê helwêsteke avaker nîşan daye,
Ez saziyên dewleta xwe û karmendên wê pîroz dikim ku di gihandina vê pêvajoyê ya heta roja îro de bêyî ti asteng û karesatê keda wan heye.
Em dê vê pêvajoya xwe ya ku bi nêzîkatiyeke hesabê hestyariyên tevahiya gelê me, bi taybetî xizmên şehîdên me û xaziyên me dike, li ser bingeha ku yasa diyar dike û di bin serokatiya saziyên me yên têkildar de, bi heman dilsozî û hûrgiliyê bi rê ve bibin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin