Li Zanîngeheke Çînê beşa Zimanê Kurdî xwendekaran werdigire

Li Zanîngeheke Çînê beşa Zimanê Kurdî xwendekaran werdigire

.

A+A-

 Li Beijingê, Paytextê Çînê, beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi awayekî fermî dest bi wergirtina xwendekaran dike. Ev gav wekî pireke giring a akademîk û çandî di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de tê dîtin.

Pisporê zimanê Çînî û mamosteyê Zanîngeha Selahedînê Dr. Barzan Cafer da zanîn, di sala 2017an de beşa Kurdî li Zanîngeha Pekînê ya Lêkolînên Biyanî (BFSU) hatibû vekirin, lê piştî amadekariyên çend salan û pejirandina bernameya xwendinê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Çînê ve, niha bi awayekî fermî dest bi karê xwe dike.

Dr. Barzan Cafer ragihand, xwendekar ji îsal ve dikarin bi pergala serhêl (online) serlêdanê bikin. Tê payîn ku di Îlona sala 2026an de xula yekem a xwendekaran bi awayekî rûbirû dest bi xwendina xwe bikin. Zanîngeh dê her sal di navbera 10 û 20 xwendekaran de werbigire.

Bernameya xwendinê ya li Zanîngeha Pekînê bi awayekî profesyonel hatiye amadekirin. Sê salên pêşîn, xwendekar dê fêrî zaravayê Soranî bibin. Sala çaremîn jî, ji bo ku xwendekar bi temamî bi diyalektên kurdî nas bibin, dê zaravayê Kurmancî bixwînin.

Dr. Barzan Ceifer destnîşan kir, armanc avakirina peywendiyeke dualî ye. Plana wan ew e ku xwendekarên Çînî yên beşa Kurdî werin Herêma Kurdistanê, da ku di nav hawirdoreke civakî de zimanê xwe pêş bixin.

Li Zanîngeha Selahedînê ya Herêma Kurdistanê jî beşa Zimanê Çînî heye û niha zêdetirî 100 xwendekar lê dixwînin. Ev hevkariya akademîk wekî gaveke stratejîk ji bo bihêzkirina peywendiyên bazirganî û çandî yên di navbera her du welatan de tê nirxandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin