Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan

,

A+A-

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku kar û xebatên niha yên entegrasyonê di çarçoveyeke asayî de berdewam dikin û giranî li ser temamkirina pêvajoya entegrasyon û çalakkirina saziyan e.

Parêzgar Nûredîn Ehmed diyar kir ku piraniya gavên destpêkê qediyane û karên di vî warî de bi awayekî erênî berdewam dikin.

Parêzgarê Hisîçayê eşkere kir ku dosyeyên herî girîng ên ku mane û niha kar li ser wan tê kirin ev in:

• Vegerandina koçberan.

• Dosyeya ziman û bernameyên xwendinê.

• Çalakkirina pergala dadweriyê.

• Tayînkirinên taybet ên ji bo navçe, nahiye û şaredariyan.

Parêzgar destnîşan kir ku piştî temamkirina gavên bingehîn ên amadehiyê û dîtina bipêşveçûneke erênî ya di xalên navborî de, dê mijarên din ên mayî jî wekî encameke misoger werin dîtin.

Parêzgarê Hisîçayê derbarê sektora çandiniyê û cotkarên Hisîçayê û bi taybetî jî li ser mekanîzmaya dayîna pereyê genim agahî dan Rûdawê û destnîşan kir ku hewldanên wan ên ji bo çareserkirina vê dosyeyê berdewam dikin û got:

“Niha em fişarê dikin da ku maf û heqdestên darayî yên cotkaran bên dayîn, îro pereyê cotkaran li her du şaxên bankê yên li navçeyên Dêrik û Çilaxayê tê belavkirin.”

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin