Xebata TEVGER, PAK, PSK; nêrîna giştî, sînora piştgiriya min û pêşniyar

Xebata TEVGER, PAK, PSK; nêrîna giştî, sînora piştgiriya min û pêşniyar

.

A+A-

Îbrahîm GUÇLU

Tê zanîn ku 5 partî û rêxistinên Kurdistanê demeke ku bi hev re bi awayekî hevkariyeke gor karûbaran dimeşandin. Hemû kurd li bendê bûn ku dê hevkariyeke şidayî û  nêziktir pêk bînin.  Mixabin wek dihat payîn nebû. Ji wan 3 partî û rêxistinan (TEVGER, PAK, PSK) biryareke hevkariyeke diyar û girêdayî bernameyekê diyar kirin.  Ji bona ku  bi kurdperweran û bi rêxistin û partiyên Kurdistanê û bi rewşenbîr-hûnermend  yên neteweyî yên Kurd re planek ji bona xwe amade kirine.

Berpirsiyarên 3 rêxistinan di vê çarçeweyê û nêrîn û planê de  bi min re jî di 08. 03. 2022-an de danûstandin kirin. Agahdariyeke fireh dane min. Bername pêşkêşî min kirin.

Min di çarçeweya agahdariya wan ya giştî de, di destpêkê de xebata wan pîroz kir;  nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kir û min got ku ”ez  girêdayî armanca we û bernameya we , ez ji we re piştgir im. Ne bes ji we re,  her partî û rêxisteneke, dezgeh û saziyeke ku ji bona mafên neteweya kurd û Kurdistanê xebat bikin, ez ji wan re piştgir im. Heta nûha tevgerandina min jî di vê çarçeweyê de bûye. Wek hûn jî baş dizanin, ez her demê beşdarî xebatên partî û rêxistinên we jî bûme. Ezê bi niviskî jî nêrînên xwe diyar bikim.”

NÊRÎNA MİN DERBARÊ  XEBATA HEVBEŞ YA NETEWEYÎ DE

Pirsa  neteweya Kurd û Kurdistanê, pirsgirêka her kurdekî û her beşeke civata û neteweya kurd e. Her kurdek dikare bi serê xwe xebata xwe ya neteweyî bimeşîne. Di hemandemê de jî, ji partî û rêxistneke Kurdistanê re, ji tîfaqeke Kurdistanê re, dezgeh û saziyên Kurdistanê re piştgirî bikin, beşdarê xebata wan bibin.

Ev rastiya ji bona partî û rêxistinên Kurdistanê jî derbas dibe. Partî û rêxistinên Kurdistanê jî, divê ji xebatên hev re bibin alîkar. Bi hev re tîfaq û hevkarî çê bikin, xebata xwe bimeşînin. Rewşenbîr, hûnermend,nivîskarên Kurdistanê jî divê bi xebata xwe bibin piştgirên tevgera neteweyî ya Kurd û Kurdistanê. Ji hev re bibin alîkar, ji partî û rêxistin û dezgehên Kurdistanê re bibin hevkar û piştgir.

Loma jî ez wek xebatkarê doza Kurd û Kurdistanê, wek  rewşenbîr û siyasetmedarekî Kurdistanê, xweser karên xwe dimeşînim, piştgiriya xebata her kurdekî û kurdperwerekî, rêxistin û parti û saziyên Kurdistanê dikim.

Di van rojên dawî de di 16ê Adara 2022an de derbarê Komkujî-Qetlîam-Jenosîda Helebçê du civîn hatin li darxistin. Beşdariya min van civînan minakeke ji bona helwesta mine. Tê zanîn ku civînek ji aliyê HAK-PAR, Partiya Demokrat a Kurd û Tevgera Azdî ve hat li darxistin; civînek jî aliyê 3 (Tevger, PAK, PSK) rêxistinên hevkar ve hat li darxistin. Min di civînan de bîrûreyên xwe anîn ser zimên.

Ez di çerçeweya ku di bernameya 3 (Tevger, PAK, PSK) rêxistinan de hatiye diyar kitin  û tê gotin ” Em weke partî û tevgerên Kurdistanî yên  li xwarê navê wan hene, dibêjin li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, pirsa Kurd û pirsa Kurdistanê eve 98 sale ku nehatîye çareser kirin. Em dibêjin pirsa Kurdistanê, pirsa mafê çarenûsîya miletê kurd e; pirsa  li ser axa Kurdistanê mafê statuyeke sîyasi, neteweyî, coxrafî ye; pirsa li ser axa Kurdistanê xwe îdarekirina gelê Kurdistanê ye. Em dibêjin pirsa Kurd jî, li bajarên metropolên Tirkîyeyê pirsa mafên ziman, kulturî û demokratîk yên Kurdan e; pirsa li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku kurd wek nifûs piranî ne, mafê  îdarekirinên herêmî ye” , ji xebata 3 partiyan re piştgirim.

EZ DÊ ÇI BIKIM....

Min di hevûdûdîtina 3 rêxistinan de jî diyar kiribû, ez ji xebata 3 rêxistinan re dibim piştgir. Piştî min bernameya wan xwend, ev nêrîna min bi awayekî erênî şiklê dawî ye.

Ez bes piştgiriya xwe bi gotinê diyar nakim. Ez beşdarî xebata 3 rêxistinan jî  dibim.

Ez di derbarê xebatê de dinivîsînim.

Beşdarî çalakiyên sê partiyan dibim.

Ez xebata wan rexne dikim. 3 partî û rêxistinên Kurdistanê di 16yê Adarê de derbarê Qetlîam-Komkûjî-Jenosîda Helebçeyê de civînek li dar xist. Kêmasiyên civînê gelek zêde bûn, civîneke gelek amator, nelayiqî Komkûjî-Qetlîam-Jenosîda Helebçeyê bû. Diyar bû ku bi lezûbez civîn amade bûye. 3 rêxistin wek mêvanan tevdigeriyan.

Pêşniyarên xwe pêşkêş dikim.

Di çarçeweya bernameyê 3 partiyan de beşdarî civînên wan (semîner, konferans, civînên çapemenî) dibim.

DIVÊ DI VÊ XEBATÊ DE TEVGEREKE NETEWEYÎ YA RÊXISTİNÎ GORÎ DEMÊ Û KÎTLEWÎ LI BER ÇAV BÊ GIRTIN...

Ev xebata 3 rêxistinan divê di navbera kurdan û kurdpeweran de nêzikatiyeke çê bike. Ji aliyê din ve çandek hevbeş ya nû ava bike. Ji mafên hevûdû û hemû kurdan û rêxistinên Kurdistanê re rêzgirtî û parêzvan bin. Divê baş bizanin ku 3 rêxistin temsîla tevgera neteweyî nakin û Tevgerek Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê jî tune ye, divê ji bona ava bibe tevgerandinek bibe.

Divê 3 rêxistin ji hemû pêşniyar û daxwazên kurdperweran û rêxistin û saziyên Kurdistanê re vekirî bin.

Divê 3 rêxistin di xebata xwe de mutewazî bin. Rewşa xwe baş bipîvin û nas bikin.

Heger 3 rêxistin gor bermameya xwe xebat bipejirînin, dikarin bi xwe jî xûrt bibin û bên guhertin. Rengekî nû qezenç bikin.

ZELALIYA TERAFA  KURDAN

Di hevûdûdîtina 3 partî û rêxistinan de hat gotin ku em dixwazin di çerçewya bernameya xwe de û  pêşniyarên bên kirin de terefeke kurdan çê bikin. Em bi hev re wek terefekê tevbigerin.

Ez bi xwe jî sedî sed bi vê daxwazê re me. Lewra terefa kurdan li Bakûrê Kurdistanê ne zelal e. Di vê mijarê de tevlheviyeke mezin heye.

Bêgûman terefa kurdan, bi raqîbên xwe ve tê diyar kirin.

Di nav kurdan û rêxistinên wan de di vê mijarê de zelaliyeke tune ye. Ez dikarim bibêjim ku dost û dijmin, terefa kurd û tirkan tevlihev bûye.

DIVÊ GELEK BI ZELALÎ BÊ TESPÎT KIRIN KU PKK Û RÊXISTINÊN PKKÊ NE TEREFA KURD IN...

Di nav kurdan û rêxistinên Kurdistanê de mijara ne zelal,  mijara PKKê ye. Divê kurd baş bizanin ku PKK li terefa dewletê ye û li dijî kurdan e. Ceribandina wê ya 45 salan ev rastiya gelek aşkere tespît û diyar kiriye.

Ji aliyê din ve rastiyek heye ku dema partiyeke Tirkan federasyon û heta dewletbûna Kurdistanê jî biparêze, raste rast terefa kurdan  nîne. Rêxistneke Kurdistanê nabe.

LOMA EM KURD, LI HEMBERÎ DEWLETA KOLONYALîST YA TIRK Û PKKê TEREF IN

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN Û PÊŞNIYARÊN MIN?

Pêşî bi terefên kurd re danûstandin:

1-Divê bi hemû rêxistin, partî, grûbên siyasî Kurdistanê re danûstandin bê kirin.

2-Divê bi komeleyên Kurd û Kurdistanê, saziyên siwîl yên Kurd, weqfên kurd re danûstandin bê kirin.

3-Divê bi rewşenbîr, nivîskar, hûnermendên Kurdistanê re danûstandin bê kirin.

4-Divê bi pêşengên civakê (Serokeşîr, axa, mîr, şêx, meleyan) re danûstandin bê kirin.

5-Divê rêxistinên giştî yên şaxên Kurdistanê re danûstandin bê kirin.

Piştî ku terefa Kurd zelal bû bi  terefên Tirkan re danûstandin:

1-Divê bi hemû partiyên Tirk yên dewletê  (MHP –HDP jî di nav de) re danûstandin bê kirin,

2-Divê bi hemû rêxistinên legal yên çep, lîberal, sosyal-demokrat, sosyalîst yên Tirk re danûsatandin bê kirin,

3-Divê bi hemû dezgehên ”sivîl” yên Tirk  ku kîtlewî ne (Sendîka, dezgehên hiqûqzana, doxtoran, memuran) re danûsatndin bê kirin.

Diyarbekîr, 18. 03. 2022

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredana sazî û komeleyan kirin

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.

Bixwîne: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê re hevdîtin kirin

Bixwîne: Heyeta PAKê li Enqereyê li gel CHPyê hevdîtinek pêk anî

Bixwîne: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê  li Amedê bi TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê re hevdîtin kirin

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredanên xwe yên sazî û komeleyan domandin

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Wanê seredanên xwe yên partî, sazî û komeleyên sivîl domandin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin