Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredanên xwe yên sazî û komeleyan domandin

Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredanên xwe yên sazî û komeleyan domandin

.

A+A-

îro 09.03.2022 Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Wanê serdana Odeya Bazirganan, Odeya Endezyarên Medenî û Odeya Şêwr û Mihasebekaran  ya li Wanê kirin

Heyta Hevpar ya ku ji PAK, TDK-Tevger û PSKê pêkhatî bi armanca danasîna Daxwazên Zû yên pirsa Kurdî û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên Partî, sazîyên sivîl û rûsipîyan seredanên xwe didomînin.

 Îro, 09.03.2022 Heyeta Hevpar ya PSK, TDK-Tevger û PAKê, ku ji Endamê Meclîsa PAK û serokê şaxa Wanê Îsmet Elçî û Endamê Rêvebrîya PSKê û berpisê şaxa Wanê Tayyip Kizilyildiz pêkhatî, li bajarê Wanê seredana Odeya Bazirganan, Odeya Endezyarên Medenî û Odeya Şêwr û Mihasebekaran ya Wanê kirin.


Li gor agahîyên ku gihîştine Rûpela Nû: Berdevkên heyetê di derbarê daxwazên Zû yên Kurdan zanyarî dane û reşnivîsa ku ji daxwazên xwe yên pirsa Kurdî ya Zû/acîl hatiye amadekirinê pêşkêşê hersê serokên odeyan kirine. Ji wana daxwaz kirine ku ew  daxwazîyên me wek pêşnîyarî bibînîn, heger bo zêdekirin kêmkirinê pêşnîyarên we  hebin hûn me hagadarkin.

Her sê serokên odeyan jî sipasîyên xwe ji bo vî zîyareta bi rûmet pêşkêş kirine û herwiha soz dane ku ewê li gel wana bin û pêşniyarên xwe jî pêşkêşê wana bikin.

Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKê girtîye; Ewê li gor bîr û rayên van hevdîtinên hanê yên ku hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkîyeyê bi Partî, Sazîyên svîl, Rûspî, û tevgeran re pêktînin, dê ji bo daxwazên zû/acîl yên pirsa Kurd, rêbazekî derxin û dê hewl bidin li gor wî rêbazî hevkarîyekî berfireh pêkbînin.

Piştê hevdîtinên bi dan û standinên bîr û rayan ya bi aheng, daxwaz hate kirinê ku ev hevdînên hanê berdewambin.

Rûpela Nû/Wan

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredana sazî û komeleyan kirin

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.

Bixwîne: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê re hevdîtin kirin

Bixwîne: Heyeta PAKê li Enqereyê li gel CHPyê hevdîtinek pêk anî

Bixwîne: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê  li Amedê bi TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê re hevdîtin kirin

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.

3-242.jpg1-227.jpg2-253.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin